Divê nêzîkatiya li Rêber APO cidî be

Şemî 28 Sibat 2026 - 03:58

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, diyar kir ku ew rapora Komîsyona Meclîsê kêm dibînin û xwest ku serarastkirin di raporê de bê kirin. Karasu bi bîr xist ku Rêber APO wekî sermuzakerevan îlan kirine û divê nêzîkatiya dewletê jî li gorî vê mijarê be.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu, di bernameyeke taybet a li Medya Haber TVyê de li ser geşedanên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Karasu, li ser salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ya Rêber Apo, rapora Komîsyona Meclîsê, nirxandinên girîng kirin. Karasu, bi bîr xist ku Rêber APO ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînek mezin dimeşîne û got:“Rastiya Rêbertiyekê ku bibêje ‘Ez ketim zindanê, ez hatim dîlgirtin’ û dest ji têkoşîn û kurbûna xwe berde, tune bû. Berovajî, hewl da bersiva pirsa ‘Ez çima ketim zindanê? Çima hatim dîlgirtin?’ bibîne. Dema bersiva vê pirsê dît, li ser mijara jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd çawa pêkan e lêhûrbûnek mezin pêk anî. Di vê aliyê de ev 28 sal ji bo Rêber Apo lêhûrbûnek mezin a ramanî derxist holê.

Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê jî li ser mijarên jiyana azad û demokratîk bi lêkolîneke mezin gihîşt encamên girîng.” Karasu bi bîr xist ku Rêber APO lêhûrbûna xwe wekî ‘paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojik û azadîxwaz a jinê’ daniye holê û got:’’Têgihiştineke sosyalîzmê ya ne dewletparêz, dîsa têgihiştineke sosyalîzmê ya li ser bingeha azadiya jinê û li dijî kapîtalîzm, sosyalîzma reel û endûstriyaliya ku xwezayê talan dike, felsefeyeke nû ya jiyanê û rêgezeke nû danî holê.”

Di nav dewletê de dudilî heye

Karasu, derbarê rapora ku ji aliyê Komîsyona Meclisê hatiye amadekirin de ev tişt gotin:“Ev sal û nîvek e gavek li gora vê pêvajoyê nehat avêtin. Nêzîkatiyeke li gora wê nehat nîşandan û pêvajo nehat pêşxistin. Di rastiyê de raport bi xwe jî hinekî wisa ye. Belê, hem hinek nirxandin hatine kirin. Ji demokratîkbûnê tê behskirin. Tê gotin ‘Êdî tenê bi ewlehiyê ev nabe’. Dibêjin divê hinek qanûn derkevin. Ya herî balkêş jî dibêjin divê neheqî û bêhiqûkiyên ku heta niha wan bi xwe kirine bên derbaskirin. Yanî tê gotin ‘Bila dewleta hiqûqê pê bê û ev bêhiqûkî bên derbaskirin’. Bi rastî pir balkêş e. Her kesî jî bi ecêbmayî pêşwazî kir. Nirxandinên mîna ‘Nexwe kerem bikin, bikin. Ma kesî destê we girtiye?’ çêbûn. Niha rapor kêmasiyên cidî dihewîne. Yanî ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ev pirsgirêka Kurd e. Ew bi xwe jî vê dizanin, cîhan jî dizane, her kes jî dizane. Niha divê mirov bi cidî nêzî mijareke wiha cidî bibe. Carekê divê navê wê bê danîn. Bêbiryariyek, dudiliyek heye; yanî sekneke biryardar tune ye.

Divê pirsgirêka Kurd qebûl bikin

Li ser gotinên Tirkiyê yên li ser pêvajoyê jî Karasu ev tespît kirin:“Dibêjin, ‘Em Tirkiyeyeke bêterorîst biafirînin, em ji vê xebatê rizgar bibin’. Diviya bû pirsgirêka Kurd, hebûna Kurd bihata pejirandin. Dîsa ev pirsgirêk ne pirsgirêka terorê ye. Ji vê aliyê ve em helbet bi rexne nêzî raporê bûn. Heger ev kêmasî neyên rakirin, heger ew kêmasî neyên derbaskirin, ew rapor tu encamekê dernaxe holê. Ha tê gotin ku ‘Di raporê de hinek gotin û nîşaneyên erênî hene.’ Lê heger ev kêmasî bên derbaskirin, wê demê ew gotin watedar dibin, encameke tiştên hatine diyarkirin dibe. Nexwe heger rizgarbûn ji van nêzîkatiyên mîna nav lê nekirin, gotina ‘teror’ çênebe dibe 50 caran behsa demokratîkbûnê hatiye kirin wê demê ew demokratîkbûn pêk nayê.”

Divê rewşa Rêber APO zelal bikin

Karasu bi bîr xist ku di raporê de nêzîkatiyek cidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tune ye û balkişand ser van xalan:“Di raporê de jî nêzîkatiyek cidî ji bo vê mijarê tuneye. Wekî ku me destnîşan kir, hîn jî têgeha ‘terorîzm’ tê bikaranîn. Bi sûcdarkirina hev çareserî nabe. Yanî divê Rêber Apo wekî muzakerevan, wekî muxatab were qebûlkirin. Ji bo vê yekê, divê meclis û siyasetmedar biryarê bidin. Niha, ew wekî fîîl tê qebûlkirin, lê qebûlkirina wekî fîîl têrê nake. Dibe ku sibe kesek rabe û bêje, ‘Tu qîmeta wê tuneye.’ Ji ber ku fermiyeta wê tuneye, biryara meclisê, kabîneya wezîran tuneye. Di vî alî de divê rewşa Rêber Apo teqez were zelalkirin. Divê Rêber Apo teqez bikaribe azad bixebite. Divê karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive. Rêber Apo dixwaze bi çapemeniyê re, bi serokên partiyên siyasî re biaxive. Dixwaze bi şandeyên wan re hevdîtinê bike. Dixwaze bi civakê re hevdîtinê. Dixwaze bi gelê Tirkiyeyê re têkilî dayne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.