Êriş parçeyeke ji stratejiya berfireh e

Şemî 28 Sibat 2026 - 03:50

Li hemberî êrişên hêzên ser bi hikumeta demkî ya Şamê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li qada navneteweyî û ji beşên cuda yên civakî nerazîbûn dewam dikin.

Fîlozofa Fransî ya hemdem, hîndekara Zanîngeha Kingstonê Prof. Dr. Cahterine Malabou li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Fîlozof Catherine Malabou diyar kir ku êrişên li ser Rojava divê weke destwerdaneke leşkerî ya ji rêzê neyê dîtin û destnîşan kir ku ev êriş parçeyek ji stratejiyeke berfireh e ku li dijî modela Rojava ye û sînorê Sûriyeyê jî derbas dike û got:"Bi dîtina min, ev êriş divê weke şerekî leşkerî yê ji rêzê nêyê fêhmkirin. Berevajî vê yekê êriş divê weke parçeyek ji stratejiyeke berfireh bê dîtin ku dixwaze statu û serketinên siyasî yên li Rojava parçe bike. Yanî armanca van êrişan kontrolkirina xakê nîne, armanc têkbirina demokrasiya xwecihî û xwerêxistiniya Rojava ye. Ji ber ku ev model rabûna li ber avaniyên dewleta otorîter e. Li gorî min ev êriş parçeyek ji polîtîkayeke hem li Sûriyeyê hem jî li tevahiya cîhanê ye. Ji ber vê yekê heta niha piştgiriyeke rasteqîn ji rayedarên siyasî yên Rojava re nehate dayin. Lewma ev êriş parçeyek ji stratejiyeke hîn berfireh e."

Modela Rojava alternatîfeke

Cahterine Malabou anî ziman ku modela Rojava alternatîfekê pêşkêşî netewe-dewlet a klasîk dike, li me ferz dike ku em careke din li ser serwerî, sînoran û rewatiyê bifikirin û got:"Ev yek ji bo min modelek e; li gel wekhevî, demokrasî, femînîzm, parvekirin û piştevaniyê her wiha modeleke tekez a rûmetê ye. Ji ber ku rêxistiniya siyasî ya Rojava li ber netewe-dewletê û otorîteriyê radibe. Her wiha ji ber ku xwedî hişmendiyeke neteweperest nîne, ev yek nayê wê wateyê ku gelê Kurd xwedî hişmendiyeke rûmetê nîne. Lewma ev model ji bo min hem nirx e hem jî rûmeta nasnameya Kurd digihîne hev."

Xiyanet li Kurdan hate kirin

Catherine Malabou helwesta DYE û hêzên Rojavayî yên li hemberî êrişên dagirkeriyê rexne kir û got:"Ev helwest weke xiyanetekê dikare bê pênasekirin. Bi taybetî Fransayê demeke dirêj di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de û ragirtina cîhadîstan a li girtîgehan de piştgirî da Rojava. Lê îro welatên rojavayî Kurdan bi tenê dihêlin. Lê belê di asta gelan de piştevaniyek bi Rojava re heye. Bi dîtina min pênasekirina polîtîkaya DYE'yê -ku polîtîka jê re bê gotin- zehmet e. Ez ji vê re polîtîka nabêjim. Ne bawer im ku Trump xwedî polîtîkayekê ye. Li gorî min ev yek bikaranîna hêza hişk e. Polîtîka tiştekî çêker e; xwedî wateyekê ye û ji bo afirandina fikir e. Em tevlî nebin jî mantiqekî xwe heye. Lê belê di vir de dibînim ku ev nêzîkatî bi temamî li gorî berjewendiyan û otorîteriya serweriya DYE'yê ye. Ez ji vê re nabêjim polîtîka."

Helwesta Rojava cihê pesindayînê ye

Catherine Malabou destnîşan kir ku li gel şerê demdirêj jî hewl tê dayin ku modela Rojava bê parastin, ev yek ji cihê pesindayinê ye û got:"Jinên li Rojava di vê pêvajoyê de bi roleke girîng rabûn. Weke ku min got, bi giştî ez bûm heyranê biryardariya Kurdan bi taybetî jî Rojava ku di her şert û mercî de nîşan da. Di rewşeke ji înkar, mexdûriyet, marjînalbûyîn û şer de wan qada wekhevî û aştiyê parastin. Dema ku mirov rewşa Kurdan a li Tirkiyeyê bidin ber çavên xwe, parastina ev qada Rojava bi rastî jî karekî awarte ye. Li hemberî êrişên li ser wan tenê mirov dikare bikeve nava tirs, fikar û xemgîniyê."

Fîlozof Catherine Malabou destnîşan kir ku berpirsyariya civaka navneteweyî ye Rojava û modela wê biparêze û anî ziman ku girîng e ji aliyê siyasî û stratejîk ve nêzîkatî di navbera Rojava û Ewropayê de hebe.

Ragirtina Ocalan sosret e

Catherine Malabo bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo kir û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê gelekî girîng e û got:"Ocalan bi fesixkirina PKK'ê re ji bo derbasbûna li nava pêvajoyeke demokratîk gelek hewldanên bi wêrekî kir. Li gel vê yekê jî Tirkiye ji bo serketina vê pêvajoyê gavan neavêje û ev yek nayê qebûlkirin. Weke ku wê dewleta Tirk tiştekî neke xuya dike. Rewşeke sosret e ku hîn Ocalan nehatiye berdan. Ji ber ku Ocalan aktorekî girîng ê siyasî ye, divê muzakere bi wî re bê kirin. Nayê fêhmkirin ku Serokkomarek diyaloga bi kesekî weke Ocalan re ji xwe re weke wezîfeyê nebîne."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.