Mafên me divê bibe xala Destûra Bingehîn

Sêşem 24 Sibat 2026 - 03:30

  • Hevseroka Kantona Firatê ya PYD'ê Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku hin hêz naxwazin peyman bi cih bê anîn û destnîşan kir ku mafên gelê Kurd divê bibe xala bingehîn a Destûra Bingehîn a Sûriyeyê.

Hevseroka Kantona Firatê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl meseleya entegrasyonê, Peymana 30'yê Çileyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê ku yek ji xalên bingehîn ên peymanê ye nirxand.

Bêrîvan Îsmaîl bal kişand ser rewşa aloz a di dema dawî de û got: “Ji bo ku komkujî li ser gelê me yê li herêmê pêk neyê, hêza me ya QSD’ê ji herêmên Reqa, Tebqa û Dêrezorê vekişiyan. Li wir gelek hevalên me jî dîsa şehîd bûn. Heta niha li Kobanê ti gavên şênber nehatine pêkanîn. Li aliyê Şêxler bi taybet hin çeteyên Hikumeta Demkî derbas bûne. Lê heta niha jî tu gav nehatin pêkanîn. Li aliyê Çelebê jî ku 86 gund girêdayî wir in, çete xwe di zêdeyî 80 gundan de bi cih kirine, heta niha jî di mal û milkên welatiyan de ne.”

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku ji gel bi hezaran kes koçber bûne û li navendên cuda cuda de niştecih bûne û wiha bilêv kir: “Van çeteyan mal û milkên xelkê talan kirine. Ew zarokên ku divê niha dibistana xwe bixwendibana, di dibistanan de koçber in. Em bang li cihên peywendîdar dikin ku êdî demildest rabin ser piyan. Ji ber ku Kobanê niha ber bi xeteriyeke mirovî re rû bi rû ye. Bi hezaran nexweş bi taybet nexweşên penceşêrên ku divê ber bi herêmên din ên weke Heleb û Şamê ve biçûna, hene. Lê ji ber ku rê hatiye girtin, ew nexweş nikarin ber bi wan herêman ve herin. Lê israra gel ew e, dibêjin ku em bêyî kehrebe av û pêdiviyên jiyanê dikarin bijîn, lê em bêyî rûmet nikarin bijîn.”

Bêrîvan Îsmaîl qala destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ev komplo derheqê gelê Kurd de pêk hatiye. Me ji bo her kesî li ber xwe da. Bi hezaran birîndar û şehîd di oxira vê dozê de şehîd bûn. Niha careke din dîrok xwe dubare dike, Kurdistan yek parçe ye û hemû Kurdistan ji bo gelê Rojava rabû ser piyan. Gelê me ev 14 sal in, parastina destkeftiyên xwe dikin. Em niha dixwazin vê yekê bi siyasî çareser bikin.”

Bêrîvan Îsmaîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser peymana 30’yê Çileyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha peyman di navbera QSD û hikumeta Demkî de pêk hat. Em êdî dixwazin vê pirsgirêkê bi siyasî çareser bikin. Ji dema destpêkirina şer heta niha, hevalên me bi biryar li ber xwe dan. Rêveberiya Xweser gav bi gav bi hevpeymanê re li gorî xalên bingehîn ew yek bi cih dianîn. Lê ji aliyê Hikumeta Demkî ve û heta niha jî tu gavên şênber bi taybet ji bo Kobanê nehatine avêtin û Kobanê heta niha jî di nava dorpêçeke giran de ye. Ev bêdengî jî nabe bersiv ji van aloziyan re.”

Bêrîvan Îsmaîl bilêv kir ku baweriya wan bi hêza wan heye, ew ê li ber xwe bidin û got, “Çawa ku me di şoreşa Rojava de riya berxwedanê şopand, em ê careke din jî wê riyê berdewam bikin. Bêrîvan Îsmaîl bang li ciwanên li derveyî welat kir ku bila çalakiyên xwe berdewam bikin, ew ê destkeftî û hebûna xwe bi riya van çalakiyan biparêzin. Ji ber ku bi van çalakiyan re çavên cîhanê li ser berxwedaniya Kurdan vedibe.”

Bêrîvan Îsmaîl  axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek hêz hene ku nahêlin ev peyman bi ser bikeve, em jî dibêjin ku divê aliyê sêyem di vê diyalogê de hebin. Me tu carî xwe ji Sûriyeyê qut nekiriye, em xwe qut jî nakin. Ev xeterî ne tenê li ser gelê Kurd e, lê li ser gelê Elewî û Dirûziyan e jî. Li pêşiya her kesî komkujî di derheqê van gelan de kirin. Ew dixwazin ku van komkujiyan li ser Kurdan jî pêk bînin. Lê em niha jî dixwazin ku di peymanê de gavên şênber bên avêtin û di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, mafê Kurdan xala sereke be. Me 14 salan li ber xwe daye. Tiştên ku me xeyal kirî, wê pêk werin. Biryara me ew e ku em tenê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Ev xaka me ye.”

ANF / KOBANÊ / CÛDÎ ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.