Dorpêç didome alîkarî têrê nake
Şemî 28 Sibat 2026 - 03:45

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji 20’ê Çileya borî ve dorpêç danine ser Kobanê. Di encamê de pêdiviyên bingehîn ên jiyanî gelekî kêm bûn û hejmarek zarok ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber zext û bangewaziyên ji aliyê şênî û saziyên li Kobanê û rêxistinên mirovî ve hatin kirin, alîkarî ji Bakurê Kurdistanê, Kanala 8 a Başûrê Kurdistanê, Komeleya Mezopotamyayê û Neteweyên Yekbûyî (NY) derbasî Kobanê bûn. Lê alîkarî têra şêniyan nakin, nemaze hejmara niştecihên Kobanê 600 hezar kes in û nêzî 200 hezar kes ji ber êrişên heman koman ji warê xwe bûn û niha li 70 navendên li bajarê Kobanê bi cih bûne. Alîkarî bi rêya Komîteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê ewil li bajarê Kobanê tê belavkirin, dûre jî bi rêya ekîban wê li gundan û mal bi mal were belavkirin. Der barê mijarê de Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî û got:"Em hewl didin alîkariyan ku ji şekir, birinc, şîrên zarokan û hwd pêk tê bighînin her malekê. Em mazotê jî bi rêya kartan li şêniyan belav dikin." Xoce da zanîn ku dorpêça li ser Kobanê didome û ew li gorî derfetan, alîkariyê li gelê xwe belav dikin û got:"Niha em alîkariyê li gelê xwe yê li bajar belav dikin. Piştre em ê derbasî gundan bibin û alîkariyan li şêniyan belav bikin. Dorpêç didome. Heta ku alîkarî hebe em ê li gelê xwe belav bikin ji bo ku gelê me di astengiyan re rû bi rû nemîne."
Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran a Kantona Firatê Ehmed Xoce di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar kir ku û got:"Divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin da ku gel di nava aramî û ewlehiyê de bijî."
ANHA/SARYA ŞÊXO















