Em dev ji axa xwe bernadin
În 20 Sibat 2026 - 03:37

Şêniyên gundê Telikê yê Kobanê li hember metirsî û dorpêçê li ber xwe didin û diyar kir ku ew ê axa xwe biparêzin û dev ji warê xwe bernadin.
Şêniyên gundê Telikê yê Kobanê têkildarî metirsî û dorpêça li ser Kobanê axivîn.
Hîşam Harûn diyar kir ku hikumeta demkî peymanên ku bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re îmze kirine binpê dike û wiha got: "Şerê ji Şêxmeqsûdê dest pê kiribû, ber bi herêmê ve hat û ji hemû aliyan ve xwestin gelê Kurd tune bikin. Lê me xwe bi rêxistin kiriye. Em wek şêniyên gundê Telikê tev li seferberiyê bûn û me gundê xwe ji dijmin parast. Em tu carî dest ji warê xwe bernadin.”
Hîşam Harûn bi bîr xist ku mehek e Kobanê di dorpêçeke giran de ye û ev tişt anîn ziman: "Rast e Kobanê di dorpêçê de ye. Lê xeta me ya berxwedanê xurt e. Em şev û rojên xwe dikin yek û parastina gundê xwe dikin." Hîşam Harûn piştgiriya xwe bi YPJ û YPG û Asayîşê re anî ziman ku got dê serkeftin ya gelê Kurd be.
Narîn Omer jî diyar kir ku êrişên ku li ser gel hatin kirin giran û xedar bûn û wiha got: "Dijmin bi van êrişan xwest gelê Kurd tune bike. Lê em gelê berxwedêr in. Em li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin û em bi hêz in. Em dest ji axa xwe bernadin."
Narîn Omer da zanîn ku jin, mêr û ciwanên gund parastina axa xwe dikin û got: "Em ê her tim li ber xwe bidin û tu carî nahêlin dijmin axa me bibe."
ANHA / KOBANÊ / SARYA ŞÊXO















