Ava paqij nîne nexweşî belav dibin

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:15

Ev 34 roj in dorpêça li ser Kobanê didome. Rojnameger Hêvîdar Heranî, diyar kir ku ji ber îstasyonên avê di destê komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê de ye gihîştina avê zehmet e û got ev rewş dibe sedama nexweşiya zarokan û belavbûna nexweşiyan. Hêvîdar Heranî diyar kir ku ev mehek e bajar di bin dorpêçek giran de ye û tenê ceyaran hatiye dayîn û gihîştina kelûpelên bingehîn hatine astengkirin. Hêvîdar Heranî anî ziman ku nexasim bi meha Remezanê re jiyana gel dijwartir bûye û got:“Em di meha Remezanê de ne. Lê belê gelê Kobanê di nava mercên giran de dijîn. Dorpêç didome û heta niha tenê ceyran hatiye dayîn.” Hêvîdar Heranî anî ziman ku ji ber koçberan hejmara nifûsa bajêr zêde bûye û got:“Malbat, di dibistanên Kobanê de di nava mercên dijwar de dijîn. Kêmasiyên nan, xurek, şîr û avê hene. Av qirêj e, lewre istasyona navendî di bin kontrola çeteyên girêdayî Şamê de ne. Ev rewş dibe sedema nexweşiya zarokan û belavbûna nexweşiyan. Alîkariyên ku digihîjin bajêr, têrê nakin. Pirsgirêka gelê Kobanê bi çend wesayîtên alîkariyê ve çareser nabe, pêdeviya esasî ew e ku divê rê bi tevahî bên vekirin û zarokên nexweş û nexweşên giran ji bo nexweşxaneyên Qamişlo û Helebê bên veguhestin.”

MA/MELÎK VAROL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.