Gotin yekparebûn pratîk dagirkerî
Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:52

- Tirkiyeya ku li ser bingeha dijberiya Kurdan polîtîkaya yekparebûna axa Sûriyeyê wekî hincet nîşan dide, li 7 bajarên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê de ne, saziyên perwerdehiya Tirkî yên bi mufredata Enqereyê û pergalekî îdarî ava kir. Ev gav wekî nîşaneya mayindebûnê têne nirxandin.
Tirkiyeya ku polîtîkaya dijberiya Kurdan bi gotinên yekparebûna axa Sûriyeyê dike , di navbera salên 2016-2019’an de 7 herêm dagir kirin û ji bo hebûna xwe ya li wir mayinde bike gav avêt. Tirkiye di 24’ê Tebaxa 2016’an de bi êrişa leşkerî ya bi navê "Mertala Firatê" derbasî axa Sûriyeyê bû û Cerablûs, Ezaz, El Raî û El Bab dagir kir. Piştre di 20’ê Çileya 2018’an de bi êrişa "Çiqilê Zeytûnê" Efrîn; di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî bi êrişa "Kaniya Aştiyê" Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Tirkiyeya ku beşekî girîng a axa Sûriyeyê dagir kiriye, komên xwe yên çete li van herêman anî ser desthilatê û dest bi avakirina saziyên mayinde kir. Tirkiyeyê saziya pere û ragihandinê PTT li van deran ava kir, perwerdehiya Tirkî li ser zarokên Sûriyeyî yên ku zimanê wan ê dayikê Erebî, Kurdî, Suryanî û Ermenî ye, ferz kir. Li her derê alên Tirkiyeyê hatin daliqandin û tabelayên dikandaran bi Tirkî hatin nivîsandin. Herwiha Serêkaniyê û Girê Spî bi Walîtiya Rihayê ve; Cerablûs, El Raî, Ezaz û El Bab jî bi Walîtiya Dîlokê ve hatin girêdan û bi vî rengî têne birêvebirin.
Zanîngeha Dîlokê (GAUN) jî ji bo mayindebûnê li Ezaz, El Bab, Cerablûs, El Raî û Efrînê beşên xwendina bilind vekir.
Fakulte kengî û çawa hatin avakirin?
Sazûmaniya li herêmê, ji sala 2017’an û vir ve li ser "protokolên îdarî" yên ku bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û meclisên xwecîhî re hatine îmzekirin, hate avakirin. Ev pêvajo di sala 2018’an de bi perwerdehiyê û di 2021’an de bi fakulteyên tibê gihîşt lûtkeyê. Di protokolan de xalên wekî dabeşkirina çavkaniyên herêmî, dayîna fatureyên elektrîkê bi Lîreyê Tirkiyeyê û diyarkirina mufredatê ji aliyê Enqereyê ve cih digirin. Lê ji ber ku ev peyman li şûna rêveberiya Şamê bi saziyên xwecîhî yên ku rewabûna wan tê nîqaşkirin re hatine kirin, di hiqûqa navneteweyî de wekî "îlhaqa fiîlî" têne rexnekirin. Bi biryarnameyên Serokkomariyê yên ku di salên 2018, 2019 û 2021’an de hatin weşandin, li axa Sûriyeyê yekîneyên xwendina bilind hatin vekirin.
Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Cerablûsê: Di 5’ê Hezîrana 2018’an de wekî yekemîn yekîneya akademîk a li bakurê Sûriyeyê hate vekirin.
Fakulteyên Efrîn, El Bab û Ezazê: Di 4’ê Cotmeha 2019’an de bi biryarnameyekê hatin avakirin. Li Efrînê Fakulteya Perwerdehiyê, li Ezazê Fakulteya Zanistên Îslamî û li El Babê Fakulteya Zanistên Îdarî û Aborî hatin vekirin.
Yekîneyên Çobanbeyê (El Raî): Di 6’ê Sibata 2021’an de Fakulteya Tibê û Dibistana Bilind a Xizmetên Tenduristiyê hatin avakirin. Ev yekîne rasterast bi saziyên îdarî û darayî yên zanîngehekî dewletê ya li Tirkiyeyê ve girêdayî ne û bi qanûnên Komara Tirkiyeyê têne birêvebirin.
Îlhaqa fîîlî tê birêvebirin
Li gorî normên hiqûqa navneteweyî, avakirina saziyên cemaweriyê yên mayinde (zanîngeh, nexweşxane, PTT û hwd.) ji aliyê dewletekê ve li derveyî sînorên wê, wekî derbasbûna sînorê "rêveberiya demkî ya hêza dagirker" tê nirxandin. Tevî ku tezên fermî yên Enqereyê li ser parastina yekparebûna axa Sûriyeyê bin jî, bicihbûna li herêmê bi mufredat, ziman û pergala îdarî ya dewletekî biyanî, wekî nîşaneya "îlhaqa fiîlî" tê şirovekirin.
Mêtingeriya bi ‘hêza nerm’
Rexneyekî din jî li ser bandora van saziyan a li ser hebûna civakî-çandî ya herêmê ye. Mufredat û zimanê perwerdehiyê yê Tirkiyê, dibe sedem ku nasnameya xwecîhî û pergala xwerû ya Sûriyeyê ji holê rabe. Rexnegir vê yekê wekî polîtîkayekî mêtingeriyê ya bi "hêza nerm" pênase dikin.
Ji dibistanekê ber bi dagirkeriya fiîlî
Di sala 2026’an de hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê, ji sînorên perwerdehiyê derbas bû û veguherî serweriyekî tam. Di Çileya 2026’an de bi qebûlkirina dîplomayên herêmê ji aliyê Zanîngeha Dîlokê ve pergala akademîk mayinde bû. Herwiha bi xetên voltaja bilind ên 400 kV û xeta nû ya xaza xwezayî ya heta Helebê, herêm di warê enerjiyê de bi temamî bi Enqereyê ve hat girêdan. Zêdebûna ji sedî 110 a bazirganiyê û xebatên sondajê yên hevpar ên li deryaya Sûriyeyê, îspat dikin ku pêvajoya ku di sala 2018’an de bi dibistanekî pîşeyî dest pê kiribû, di sala 2026’an de veguheriye qaşo "entegrasyonekî aborî û îdarî ya fiîlî".
MA/EKREM TUNÇOGLÛ














