Dewleta Tirk dagirkeriyê didomîne
Şemî 14 Sibat 2026 - 02:50

Li gorî agahiyên ji çend çavkaniyên cuda ku Rojnewsê xwe gihandiyê, artêşa Tirk a dagirker ya Tirkiye bi teqemeniyan beşeke mezin ya rêya kevirîn ya Geliyê Reşava ya dikeve sînorê bajarokê Dêrelok ya ser bi Parêzgeha Dihokê teqand.
Dirêjiya rêya Geliyê Reşava 15 kêlometre ye. Dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê talan dike. Hate ragihandin ku armanca vê yekê ew e ku rêya leşkerî ya ji bo derbaskirina wesayîtên leşkerî û veguhestina leşkeran ya ji bo herêmên stratîjk ya li Başûrê Kurdistanê ye. Berî niha dewleta Tirk du rêyên din li Dêrelok ya dikeve Avaşîn û Berê Sîlê ya Amêdiyê çêkiribû. Bi vekirina rêya li Geliyê Reşava hemû herêmê bi hev ve bide girêdan. Heta niha rayedarên Hikûmeta Herêmê û Iraqê li hemberî vê yekê helwestên cidî nîşan nedaye. Hêjayî bibîr xistinê ye di demekê de pêvajoya aştiyê heye çêkirina rêyên leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê nîşaneya bicihbûna artêşa Tirkiye ya demdirêj ya li herêmê ye. Her wiha xeteriya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.
ROJNEWS/DÊRALOK














