Li Gulale greva giştî

Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:43

Li Xaneqîn dijî biryara navçekirina Gulale ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, dukandar û karmendên saziyên ser bi hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê greva giştî ragihandin.

Dukandar û karmendên Xaneqîn li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dan û di çarçoveya greva giştî de bazar û dukan giştî hatin girtin. Hêjayî gotinêye ku Encûmena parêzgeha Diyale û Wezareta Plandanînê ya Iraqê biryar dan ku bajarokên Qeretepe, Cebare, Gulale û Seîdiye ji Xaneqînê veqetînin û bibin navçe. Welatiyên Xaneqîn vê gavê wekî biçûkkirina Xaneqînê û siyaseta erebkirinê dibînin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.