
Jin ji bo karê xwe yê serbixwe, bidestxistina debara xwe û aboriya xwe ya serbixwe, ti sînoran nas nakin û ger ne li ser xaka xwe jî bin, ji bo kar hewl didin. Savîn Ferhad ku jinek ji Efganistanê ye û li navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê dijî, fêrî zimanê Kurdî bûye. Ev nêzî salekê ye ji bo bikaribe debara jiyana malbata xwe bike, firoşgehek biçûk a şêrînayî û xwarinên Efgan û Kurdî vekiriye. Beriya ku were Koye, li Îranê jî bi çêkirina şêrînayiyan debara jiyana xwe pêk dianî û hewceyî tu kesî nebû. Niha jî li firoşgeha xwe tama şêrînayî û xwarinên Efgan û Kurdî tevlî hev kiriye û yên ku şîrînî û xwarina wê tam dikin, dîsa dixwazin. Savîn Ferhad a ku xwedî firoşgeha Savîn e, têkildarî karê xwe axivî, da zanîn ku dema li Efganistanê bûye, kêm şêrînayî çêkiriye û got:“Lê piştî ku em çûn Îranê li wê derê min dest bi kar kir. Niha jî li Koye dijîm, min dest bi çêkirina şêrînayiyan kir. Ez gelek kêfxweş im ku fêrî zimanê Kurdî bûme û li vê derê bûme xwedî firoşgeha xwe.”
Savîn Ferhad ragihand ku hinek ji şêrînayiyên wê yên Efgansitanê ne û hinek jî yên Kurdistanê ne û got:“Şêrînayiyên ku ez çêdikim wek kulîçe, peqlewe, nanê xame, şekerleme û gelek cûreyên din in. Ji derveyî şêrînayiyan xwarinan jî çêdikim. Ev jî ji xwarinên Efgan û Kurdî pêk tên. Her wiha ez tama xwarinên Kurdî û Efganî têkel dikim. Her kesê xwarina min tam dike, diecibîne û dîsa dixwaze. Destpêkê dema hatim Koye, min dolme xwar. Gelek bi dilê min bû û xweş bû. Ji ber wê ez zû fêr bûm, niha bi xwe çêdikim. Xwarina Efganistanê ya ‘mîntue’ û ‘pîzza’ çêdikim.”Savîn Ferhad diyar kir ku cûdahiyek wisa di navbera xwarinên Efganistan û vê derê de nîne û got:“Mînak gel me kulîçe bi gûz heye, li vê derê jî bi heman awayî ye û xwarin jî ne gelek cûda ne. Min hewl da şêrînayî bi hemû awayen be, tama Kurdî û Efganistanê tê de heye.”
Savîn Ferhad têkildarî cûdahiya karê jinan li Efgansitan û başûrê Kurdistanê wiha got:“Li Efganistanê jin nikarin kar bikin, lê belê li vê derê jin hewl didin û kar dikin. Li vê derê piştgiriya jinan tê kirin û ez bi vê gelek kêfxweş im.”
NÛJINHA/ŞIYA KOYE














