BANGEWAZÎ

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 28 Sibat 2026 - 00:18

Hevalên hêja, nivîskar, wergervan û hemû kesên ku bi Kurdî re eleqedar in.

Em wekî Edîtoriya Çand û Hunerî ya rojnameya Yeni Özgür Politika bi kelecaneke mezin radigihînin ku em rengê weşana xwe diguherînin. Heta ji me tê em ji nûçeyên rûtîn dûr dikevin. Em dixwazin rûpelên çand û hunerî bi naverokên çandî, hunerî, wêjeyî, tenduristî, civakî, dîrok, ekoloji, rexneyî geş û xurttir bikin da ku xwendevanên me jî bi kêfxweşî wan bixwînin.

Ji bo vê nûbûnê em bang li we dikin:

  • Nivîskarên ku dixwazin gotarên taybet, kurteçîrok, helbest, gotinên rexneyî an jî nivîsên wêjeyî bişînin,
  • Wergervanên ku dixwazin berhemên edebî, çandî û hunerî yên ji zimanên din wergerînin Kurdî,
  • Rexnegirên ku dixwazin pirtûk, fîlm, pêşangeh, konser, şano û bûyerên çandî bi awayekî kûr û profesyonel binirxînin.

Em bi taybetî li nivîsên ku Kurdiya wan zindî, xweşik û dewlemend e digerin. Her nivîsek ku hûn bişînin dê alîkariya me bike ku rûpelên me hê xurttir bibin û xwendevanên me jî kêfxweş bibin.

Nivîs, werger û nirxandinên xwe ji kerema xwe re bişînin vê maîlê; kurdi@yeniozgurpolitika.org

Em ê hemû nivîsên ku bigihîjin me bi baldarî bixwînin û yên ku li gorî standardên me bin di rojnameyê de bi navê we biweşînin.

Em bi dilgermî li benda nivîsên we yên bi çêjn, afirîner û Kurdî-xurt in. Bi hev re em rûpeleke çandî ya ku bi rastî tê xwendin û tê hezkirin ava bikin!

Bi rêzdarî û hezkirinek mezin em ji niha de dibêjin mala we ava.

Edîtoriya Çand û Hunerî/Rojnameya Yeni Özgür Politika

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.