Dewleta Tirk çima rêyên nû çêdike?
În 27 Sibat 2026 - 03:50

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li çiyayên dikevin herêma Dihok û Behdînanê rêyên leşkerî çêdike û dest bi talankariya çiyayan kiriye. Divê çarçoveyê de gelek baregehên leşkerî avakiriye û bêyî ku hikumet yan jî aliyek siyasî rê lê bigire, gelek rêyên nû li herêmê çêkiriye. Dewleta Tirk a dagirker li Geliyê Reşava, Binarê Çiyayê Metîna û Gareyê bi teqînên bihêz, bikaranîna sedan amûrên kolandinê, dilê çiyayan dilerzîne. Ev kolandin ne tenê ji bo çêkirina çeperên leşkerî ye, dixwaze dilê çiya kun bike û ji bo leşkeran rêyek taybet çêbike. Niha di qonaxa ewil de armanc ew e ku ev rê bi qasî 15 kîlometre were çêkirin, lê armanc û plana dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê gelek zêdetir metirsîdartir e. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê bi dest ketine, Tirkiye dixwaze çiyayê Gare ji Herêmên Parastinê yên Medyayê qut bike û ji bo vê jî ketiye nava amadekariyan. Ji ber ku ji Berwarî Bala heya digihê Nêrwe, Rêkan, Geliyê Balinde, Bermîze ya li sînorê Barzan heya digihê sînorê Colmerg, çar deriyan dixe nava xwe de.
Tirkiye li vê herêmê li çi digere?
Rêya ku niha dewleta Tirk çêdike, di herêmek stratejîk re derbas dibe, ev projeya dagirkirinê wê weke xetek ya girêdana leşkerî kar bike da ku nêzî 10 baregehên sereke û zêdetirî 20 xalên kontrolê yên li ser lûtkeya rêze çiyayên Lînkê, Kurejahro, Mam Reşo, Sergelê û heya digihê Metîna bihev ve bide girêdan.
Gelo armanca vê rêyê tenê ji bo gihandina alîkariya lojîstîkî ya ji bo baregehane, yan jî ji bo qayîmkirina pozîsyona baregehên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina herêmê ye? Lê guman heye ku ev rê ji bo hêsankirina ji bo talankirina erd û çavkaniyên bin erd yên çiyayên Behdînanê ye.
Talankirina xwezaya Behdînanê
Bi salane dewleta Tirk a dagirker di encama dagirkeriya leşkerî de dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kiriye. Heya niha dewleta Tirk bi milyonan darên cûr be cûr biriye û bi rêya şirketên girêdayî MÎT’ê digihîne şirketên Tirkiyeyê. Ew dar hemû dibin kel û pel, mobîl û carek bi rêya kompanyayan di bazarên Iraq û Herêma Kurdistanê de bi nirxek giran tên firotin. Di dema borî de gelek caran sazî, deste û rêxistinên jîngehê behsa vê mijarê kirine û weke metirsiyek cidî ya li ser xwezaya Kurdistanê hate binavkirin. Lê berpirsên Herêma Kurdistan û Iraqê ti carî guh nedan ser van bangan, berovajî vê dewleta Tirk talana xwe zêdetir kir.
Armanca sereke ya çêkirina rêyan
Dewleta Tirk dixwaze bi çêkirina van rêyan xwe bigihîne çavkaniyên xwezayî yên ser erd û binerd ên dewlemend ku li herêma Dihok û Behdînanê hene. Dixwaze xwe bigihîne neft, gaza xwezayî, berên mermer û gelek berên din yê pîşesazî. Herwiha gelek çavkaniyên bin erd di nav dilê van çiyayan de heye û dewleta Tirk dixwaze xwe bigihîn wan. Li gel vê, ji ber ku ev herêm di dîrokê de navenda şaristaniyên kevnar û girîng in, bi bermahiyên hêjajî gelek dewlemend in. Lê ji vê derfetê sud digire da ku talan bike.
Encam
Li gorî encamê wisa xuyaye dewleta Tirk a dagirker berê bi hinceta hebûna PKK’ê êriş û dagirkerî dikir. Lê piştî ku PKK’ê xwe fesihkir û hemû çalakiyên xwe yên siyasî û leşkerî bi dawî kir, ti hinceta êriş û dagirkeriya dewleta Tirk jî nema. Lê rastî eşkere dibe, diyar bû ku armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî Kurdistanê ye û dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Ya ku li gel her kesê bûye cihê gumanê ew e ku dema ev talan û dagirkerî, di bin desthilata Hikumeta Iraq û Herêmê de tê kirin, ji bo çi Iraq û Herêmê çavê xwe girtine û bêdengiyê hilbijartine? Rêxistina CPT ya Amerîkî di 24’ê Sibatê de derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de raporek belav kir. Li gorî raporê di nava 3 mehên borî de, artêşa Tirk kapasîteya xwe ya leşkerî û lojîstîkî ya li herêmê zêdetir kiriye. Hate gotin ku bi taybet jî li bajarokê Amêdiyê ev yek hîn zêdetir berfirehtir kiriye. CPT’yê ragihand ku artêşa Tirk hemû baregehên xwe yên leşkerî yên li Zap, Avaşîn, Metîna û Berwarî Bala, bi rêya rêyên nû bihev ve girêdaye û 3 baregehên din ên mezin jî li herêmê avakiriye. Ev her 3 baregeh jî yek ji wan nexweşxane ye, yek cihê perwerdeyê ye û yek jî top tê de hatine bicihkirin.
Li gorî rapora CPT’yê armanca avakirina herêmek tampon ew e ku dewleta Tirk pêşî li tevgera leşkerî, veguhestina kelûpelên leşkerî ya ji bo baregehên xwe ya di kolan û rêyên giştî re bigire û êdî ew rê bi herêmên giştî ve neyên girêdan. Yanî dixwaze raste rast bi rêyên hatine çêkirin xwe bigihîne baregehên xwe yên leşkerî. Deriyê sereke yê vê herêmê jî dikeve Geliyê Reşava û di vî derî re artêşa Tirk dikare xwe bigihîne baregehên li herêmê. Li hember vê talankariya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dewam dike, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengî hilbijartine.
ROJNEWS













