
Weqfa VIM ragihand ku di meha Hezîrana îsal de wê li bajarê Silêmaniyê 2’emîn Festîvala Fîlman ya Mobile were lidarxistin û roja dawî ya ji bo serlêdanê eşkere kir. Weqfa VIM a li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyek çapemeniyê li ser lidarxistina 2’emîn Festîvala Fîlman ya Mobile agahiyan belav kir. Berdevkê Organîzatoriya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Mobile Şaduman Hesen di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got:“Piştî gera yekem a festîvalê ya par, gera duyem jî îsal ji aliyê Weqfa VIM ve tê lidarxistin. Ji bo fîlmên serketî deh xelatên cûda hatine diyarkirin. Her wiha festîval wê ji bo fîlmek serketî xelatek taybet jî ku lêçûna ji bo fîlmek nû bide. Xelatên taybet wê di kategoriyên cûda yên wekî senaryoya baştirîn, derhênerî, lîstikvanê jin û mêr ê herî baş û dîzayneriyê de werin dayîn.”
Şaduman Hesen destnîşan kir ku Weqfa VIM ji bo çêkerên fîlman qursên bê beramber vedike û got:“Beşdarên festîvalê dikarin heta 1’ê Gulana îsal fîlmên xwe ji bo festîvalê bişînin. Di malpera fermî ya festîvalê de hemû rêgez, şert û merc hatine diyarkirin. Ji bo çêkirina fîlman wê derfetên taybet ji bo jin û ciwanan bên dayîn û divê naveroka fîlman bi Kurdî be.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ













