Hêzên Başûr bersiva Cemîl Bayik didin

În 13 Sibat 2026 - 03:50

Siyasetmedarên Kurd ên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga Cemîl Bayik de, qala giringiya avakirina yekitiya di navbera partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê de kirin û gotin:’’Metirsî ewqas mezinin ku divê partiyên siyasî wan bibînin û bi hev re bixebitin.” Piştgirî û pêşwazîkirina banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya ji bo avakirina yekitiyê di nav partiyên siyasî yên Kurd de, ji aliyê partiyên Başûrê Kurdistanê ve berdewam in. Tevgera Goran û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê bi rêya Rojnews’ê piştgiriya xwe ji bo bangê anîn ziman. Destpêkê ji partiya Tevgera Goran Kardo Mihemed axivî û got:“Gelê Kurd ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daket kolanan, sînorên çêkirî şikandin, cudahî, deng û rengên xwe yên fikrî dan aliyekî, çarenûsa gelekî ku di bin gefê de ye parastin. Divê partî û aliyên siyasî bersiva daxwazên gelê me bidin û vê metirsiyê bibînin.”

Kardo Mihemed balkişand li ser banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û wiha got:“Weke ku me wekî partiyek siyasî di demên berê de her tim xeta xwe ya neteweyî terk nekiriye, divê ev di bernameya me ya siyasî de jî xuya bike. Em amade ne ku her gavek ber bi yekîtiya gelê xwe ve, xebata hevbeş li ser armancên hevpar nîqaş bikin.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Bextiyar Mistefa jî got:“Em fêm dikin ku piraniya hêzên siyasî yên Kurd parçe parçe ne, pir caran jî dibin serdestiya berjewendiyên partiyan dene. Her wiha di aliyê yekîtiya neteweyî ve kêmtir yekgirtî ne. Lê gelê Kurd her tim di mijarên neteweyî de yekgirtî bûye û xwedî yek helwestê bûye. Helwesta herî dawî jî li dijî xiyaneta cîhanî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê bû. Gel erkê xwe bi cih anî û yekîtiya xwe parast. Ev yek jî berpirsiyartiya dîrokî dixe ser milê partiyên sîyasî. Li ser vê yekê em helwesta partiya xwe dubare bibîr dixin ku me hertim banga yekitiya partiyên siyasî kirin û ji bo wê jî hertim hewl daye. Lewra em dibêjin; Em amade ne ku li ser her mijarek di vê çarçoveyê de nîqaş bikin. Helwesta yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku gelê me daniye holê, li bendê ye ku yekîtiya neteweyî ya demokratîk ji gotinê derkeve û derbasî pratîkê bibe. Di serî de xweparastina hevpar, dîplomasiya hevpar derfeta afirandina platformek neteweyî ji bo dîtina çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ji her demê bêtir heye.’’

ROJNEWS/HERÊM EBÛBEKIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.