Dikarin bi yekîtiyê metirsiyan têk bibin

Şemî 14 Sibat 2026 - 03:42

Piştgirî û pêşwazîkirina banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya ji bo avakirina yekitiyê di nav partiyên siyasî yên Kurd de, ji aliyê partiyên Başûrê Kurdistanê ve berdewamin. Tevgera Helwest jî bi rêya Rojnews’ê piştgiriya xwe ji bo bangê anî ziman. Endamê Tevgera Helwest Şalaw Mehmud di despêka axaftina xwe de da diyarkirin ku partiya wan ji destpêka damezrandina xwe ve baweriyê bi wê yekê tînin ku divê hemû aliyên siyasî yekdengiyek nîştimanî hebin û got:“Em di wê baweriyê de ne bêyî ku destwerdan di karûbarên hevdû de were kirin, divê piştgiriyê bidin têkoşîna rewa ya gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê.” Di dewamê de Şalaw Mehmud diyar kir ku divê li Başûrê Kurdistanê jî hêz û aliyên siyasî bihevre tevbigerin da ku mafên gelê Kurd biparêzin, bêyî ku aliyek aliyê din biçûk bibîne û got:“Li gorî me divê karkirina aliyên siyasî li ser asta Kurdistana mezin li ser bingehê projeyek nîştimanî be. Baweriyek me ya tam bi wê yekê heye ku divê hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi hemahengî û hevbeşî kar bikin. Pêwîste ji bo kêmkirina nakokiyên navxweyî bixebitin, bi hevre bernameyek daynin û xizmeta netewa xwe bikin. Ger gelê Kurdistan û aliyên siyasî dixwazin li dijî metirsiyan bisekinin û mafên xwe bidest bixin, divê yekitiya navxweyî avakin. Mînaka vê yekê jî Rojavayê Kurdistanê ye.”

ROJNEWS/HERÊM EBÛBEKIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.