Îmralî bûye navenda danûstandinek mezin a cîhanî
În 20 Sibat 2026 - 03:42

Çavdêrên siyasî yên îdareya Raperîn ragihandin ku Komploya Navneteweyî negihişt armanca xwe û gotin: “Niha Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê bûye kilîla çareseriya pirsgirêka Kurd. Dewleta Tirk jî neçare wek navenda çareseriyê nêzîkî Rêber Abullah Ocalan bibe.”
Beriya 27 salan Komploya Navneteweyî bi destê hêzên hegemon di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate pêkanîn. Niha li vê çala mirinê ku dixwestin gelê Kurd li wir tune bikin, pêngava Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Têkildarî mijarê çavdêrên siyasî yên îdareya Raperîn axivîn.
Çavdêrê Siyasî Hawrê Kastro li ser mijarê ewilê axivî û got: “Di demên berê de dema serokek dihate girtin dema wî bi dawî dibû yan jî dihate qetilkirin. Lê berovajiyê wan ya Rêber Apo cuda ye. Îro Îmralî bûye navenda danûstandinek mezin a cîhanî ya di navbera Kurdan û neteweyên din de.”
Hawrê Kastro destnîşan kir ku Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe Rojava ji komployek mezin ku armanca wê tunekirina ezmûna li wir bû parast.
Di dawiyê de Hawrê Kastro diyar kir ku niha Kurd li ser asta cîhanî bi yek dengî bi pirsgirêkan re têdikoşin û hêzên mezin neçarin ku li şûna hilbijartina dagirkeriyê, bi Kurdan re danûstandinan bikin ku Birêz Ocalan tê de roleke mezin dilîze.
Her wiha Çavdêrê Siyasî Cebar Ezîz têkildarî heman mijarê wiha axivî: “Komploya Navneteweyî ya 15’yê Sibatê ji bo Kurdan wekî rojek reş e. Lê niha rewşa Kurdan gelek baştir bûye. Ew hêz û desthilatdarên ku heta duh guman li hebûn û nasnameya Kurdan dikirin, îro neçarin ku Rêber Ocalan wekî rêberê pêvajoya aştiyê bibînin û li gel danûstandinan bikin.”
Di dewamiya axaftina xwe de Cebar Ezîz diyar kir ku ger li dîroka şoreşên li Bakur binêrin, piraniya wan bi darvekirin û tunekirinê bi dawî bûne, lê piştî 27 salên dîlgirtinê dewleta Tirk neçare ku Birêz Ocalan wekî navenda çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl bike.
Cebar Ezîz di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku bi saya pêşengtiya Birêz Ocalan û pêşketina şoreşa Kurd, Kurd ji tunebûnê xilas bûn û bûn xwedî helwesteke siyasî ya bihêz, ji ber vê yekê çareseriyeke radîkal ji bo pirsgirêka Kurd bêyî Îmraliyê ne gengaz e.
ROJNEWS / RANYA













