Çeteyên DAIŞ’ê li ku tên girtin ?

Duşem 16 Sibat 2026 - 03:40

Pisporên ewlehiyê dan zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhestin, li girtîgehek nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê têne girtin û gotin; “Ew bi girtiyên din ên Iraqî re nayên tevlihevkirin. Ev çete dê di nav çar mehan de werin darizandin. Ev yek jî barê ku dikeve li ser Iraqê giran dike.”

Pisporên ewlehiyê li ser veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê û cihê ku ew lê dimînin û tên darizandin, axivîn.

Fazil Ebû Rexîf got; “Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyeyê ji bo Iraqê hatine veguhastin, li girtîgehek nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê têne girtin. Ew cih hatiye valakirin û ji bo bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê hatiye amadekirin. Ez bawer nakim ku ev girtiyên DAIŞ’ê bandorê li girtiyên din bikin. Berevajî vê, Iraqê ji ezmûnên berê ders girtiye û dadweriya Iraqê bi hemahengiyeke nêzîk bi Wezareta Dadê ya Iraqê re dixebite.

Ji ber fikarên li ser ewlehiya girtiyên Iraqî yên niha, têkelkirina van girtiyên DAIŞ’î bi girtiyên ku bi sûcê terorê hatine mehkûmkirin re ne mumkin e. Ji ber vê yekê divê ew bi temahî ji wan werin veqetandin.”

Derbarê qerebalixiya girtîgehan de  Pisporê Ewlehiyê wiha axivî; “Girtîgeha Hut a li Nasiriyeyê ji girtiyan tijî ye. Wezareta Dadê ji vê qerebalixiyê haydar e. Hate ragihandin ku Girtîgeha Navendî ya Hut 12 hezar girtî ji girtîgehên cuda yên welat lê tên girtin. Piraniya wan ji Girtîgeha Bexdayê ne. Girtîgeh niha 14 hezar girtî tê de tên girtin ku di tenê şiyana wergirtina 6 hezar girtiyan heye.”

Pisporê ewlehiyê Ehmed Şerîfî jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê dê barê li ser Iraqê zêde bike. Lê ev gav dosyayekê digire ku Netewên Yekbûyî di çareserkirina wê de nekariye çareser bike.”

Ehmed Şerîfî diyar kir ku ev girtiyên DAIŞ’î dê di nav çar mehan de ji bo dadgehan werin şandin û wiha got; “Yên ku dimînin ji aliyê ew welatên ev çeteyane welatiyên wan in wê piştgirî were kirin, tevî ku ew hemwelatîbûna wan hatiye betalkirin jî. Ev pirsgirêk divê were çareserkirin. Ji ber ku ew bi salane çaresernekirî maye. Tevî barên li ser Iraqê, ku di berdewamiya hebûna vê rêxistinê de windakarê herî mezin e. Lê ev çareseriya herî baş e. Aliyên erênî yên vê înîsiyatîfê hene.”

Radyoya Monte Carlo ya navneteweyî ji zarê Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku lêçûna bicihkirina girtiyên DAIŞ’ê ji 25 milyon dolarî derbas bûye. Lêbelê, piştrastkirinên fermî hatin dayîn ku ev çete dê ji Sûriyeyê werin berdan. Berevajî ku di girtîgehên ewle yên Iraqê de ne, ev çeteyane ji bo Iraqê gefê çêdikin.

Ev biryara hevbeş a Iraq û Amerîkayê piştî ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek herêm kontrol kirin û hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji zindanên ku emîrên DAIŞ’ê tê de bûn vekişiyan û ew radestî dewletê kirin, hat. Ev yek fikarên li ser serbestberdana wan zêde kir û bû sedema veguhestina wan a ji bo Iraqê.

ROJNEWS / WISAM ZEHRÛNÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.