Peymana 29’ê Çileyê: Destketî û astengî

Sêşem 24 Sibat 2026 - 03:48

Di 29’ê Çileyê de, peymanek berfireh di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hate imzekirin û di 30’ê Çile de bi fermî hate ragihandin. Peyman derbarê agirbestê û destpêkirina ji nû ve belavkirina hêzên leşkerî û ewlehiya hundriîn li herêmê Cizîrê û Kobanî bû, her wiha entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nava saziyên dewletê de. Li gorî peymanê diviyabû ku koçber jî vegerin malên xwe.

Çend gavên berbiçav

1’ê Sibatê: Ji bo gotûbêjkirina gavên pratîkî yên pêşîn civînek, di navbera Merwan El Elî, ku ji hêla ikûmeta demkî ya Sûriyê ve wekî fermandarê hêzên ewlehiyê li Hesekê hatiye tayînkirin, û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate lidarxistin. Ev civîn di du qonaxan de, yek li bajarê Hesekê û ya din li Qamişloyê, bi beşdariya fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî, ku bi navê "Siyamend Efrîn" tê nasîn, pêk hat.

2’ê Sibatê: Hêzên ewlehiyê li gundewarê Kobanê ji nû ve hatin bicihkirin, û li cihên ku berê bi hevrêziya di navbera her du aliyan de hatibûn destnîşankirin bicî bûn. Di heman rojê de, hin endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyê ketin bajarê Hesekê.

3’ê Sibatê: Heman gav li Qamişloyê di çarçoveya ji nû ve bicihkirina hêzên ewlehiyê de berdewam kirin.

5’ê Sibatê: Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Kobanê li avahiya Parêzgeha Helebê bi Parêzgar Mihemed Ebdulxenî, serokê Ewlekariya Navxweyî li Parêzgeha Helebê, Elî Henûra, Cîgirê Parêzgarê Helebê, û çend berpirsên hêzên ewlehiyê yên girêdayî Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re civiya.

6’ê Sibatê: Fermandarên QSD’ê, bi fermandariya endamê Fermandariya Giştî ya QSDê Çiya Kobanê, bi fermandarên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, bi fermandariya Hemze El Hemîdî re civiyan. Civîn li ser qonaxên yekbûna leşkerî û mekanîzmayên pêkanîna wê bû.

9’ê Sibatê: Di navbera Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundrîn) û Fermandariya Ewlekariya Giştî li Helebê de civîn hatin lidarxistin da ku li ser pêkanîna peymanê li gundewarê Kobanê gotûbêj bikin. Heman rojê, şandeyek ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi rêveberên zeviyên petrolê yên Rimêlanê re civiya û derbarê xebatê de gotûbêj haat kirin.

10’ê Sibatê: Ji nû ve bicihkirina QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên Cizîre û Kobanî dest pê kir.

13’ê Sibatê: Li gorî peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, bi femanekê Nûredîn Ehmed Îsa wek Parêgarê Hesekê destnîşan kir. Heman rojê, Parêzgar Îsa pêşwaziya Wezîrê Tenduristiyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Musab Nezal El Elî, bi amadebûna Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîreyê, Mamo Xelîl, kir. Her du aliyan li ser amadekariyên yekkirina saziyên tenduristiyê gotûbêj kirin.

17’ê Sibatê: Li herêma Cezîreyê, ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser ve amadekarî ji bo vegera nêzîkî 500 malbatên koçber ji Efrîn, dest pê kirin.

21’ê Sibatê: Ziyad El Ayeş wek Nûnerê Serokkomar hat destnîşankirin da ku pêkanîna peymanê bişopîne û astengiyan derbas bike. Heman demê, şandeyeke hikûmetê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo û amadekariyên ji bo vekirina balafirgehê dest pê kirin.

22’ê Sibatê: Şandeyek Asayîşê serdana bajarê Efrînê kir da ku ji bo vegera koçberan a li warê xwe hemahengiyê bike. Her wiha şandeyek ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser serdana nûnerên Wezareta Perewerdeyê ya hikumeta demkî kir da ku rewşa perwerdeyê nîqaş bikin. Heman rojê fermandarên QSD’ê bi fermandarên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî re hevdîtin kir.

Pêşketin û astengî

Tevî gavên destpêkê yên ewlehî û îdarî, hin bendên peymanê hîna nehatine pêkanîn, yên herî berbiçav: dorpêçkirina berdewam a li ser Kobanê, mayêna komên hikûmeta demkî yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin li gundewarên bajêr, nepêkanîna entegrekirina hêzên leşkerî di nav yekîneyên fermî de, nepêkanîna entegrekirina di navbera saziyên îdarî de û her wiha bendên derbarê vegera koçberan, bi taybet yên ku ji Efrîn, Gire Spî, û Serê Kaniyê koçber bûne.

Kobanê: Ezmûna rastîn a peymanê

Rewşa li bajarê Kobanê ezmûneke girîng a serkeftina peymanê ye, bi taybet di mijarên ewlehî û rêveberiyê de. Her çend civîn di navbera Asayîşê û hêzên hikûmetê de pêk hatine jî, bicîhanîna li ser erdê hîn bi berferhî pêk nehatiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.