Bicîhbûn dewam dike

Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:32

Peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Suriyeyê de, 29’ê Çileyê (2026) de hatibû îmzekirin, 30’ê Çileyê hatibû eşkerekirin û 2’ê Sibatê jî dest bi pêkanîna wê hatibû kirin. Di çarçoveya pêkanîna peymanê de 2’ê Sibatê şandeyên Şam û Rojava li Cizîrê û Kobanê civîn û hevdîtin çêkirin, plansazî derxistin. Li gorî plansaziyan dest bi pêkanîna xalên peymanê hate kirin. Xala sereke ku li ser tê rawestîn hêzên leşkerî û ewlekariyê ne. Ji 10’ê Sibatê ve, li herêma Cezîrê û Kobanê cihên ji nûve bicîhkirina hêzên  leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn hat kirin. Li gel ji nûve rêxistinkirina hêzên leşkerî, hêzên QSD û hikûmeta demkî destpê kirin ku ji nava bajaran derkevin û cihên xwe ji hêzên ewlekariya hundirîn re bihêlin.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê, ango li Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik û Kobanê hêzên QSD’ê li cihên hatine diyarkirin bicîh dibin, li şûna wan hêzên ewlekariya hundirîn (asayiş) bicîh dibin. Heta niha li Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa û herêmên Şêxlêr ên Kobanê ji nûve bicîh pêk hatiye. Li hinek cihên Cizîrê û Kobanê jî bicîhbûn didome. Hêzên hikûmeta demkî jî heta niha ji beşek herêma Hesekê û Kobanê xwe vekişiyane cihên hatine diyarkirin. Lê hîn pêwîste ji cihên weke Til Koçer, Til Hemîs û Holê jî xwe vekişînin herêma Şedadê. Dîsa li herêma Kobanê jî divê hêzên hikûmeta demkî ji deverên weke Çelebiyê, Sirrin û derdora wê jî xwe vekişînin. Tê payîn ku di rojên pêş de pêkanîna vê xalê bidawî bibe. 

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.