ENKS bêyî şandeya kurdî çû Şamê
Şemî 7 Sibat 2026 - 03:42

Hevseroka şandeya Kurdî ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin, diyar kir ku şandeya ENKS’ê bêyî agahiya şandeya kurdî çû Şamê û got, helwesta yekalî zerarê dide yekrêziya kurdî.
Hevseroka şandeya Kurdî ya 26’ê Nîsana 2025’an di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hat avakirin, Perwîn Yûsif li ser çûna şandeya Encumana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ya Şamê axivî.
Perwîn Yûsif diyar kir ku şandeya ENKS’ê bêyî agahiya şandeya kurdî çû Şamê û ev gav jî wekî "Helwesteke neyinî ku bandorê li yekrêzî û yekhelwesta kurdî" nirxand.
Perwîn Yûsif da anîn ku rojek beriya ku şandeya ENKS’ê biçe Şamê anku di 1’ê Sibatê de şandeya kurdî bi Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) re civiyabû û ev agahî parve kirin" Di civînê de mijarên der barê yekrêzî û yekhelwesta kurdî de hatin nîqaşkirin. Lê ENKS’ê agahî li ser niyeta xwe ya çûna Şamê parve nekir. Biryar bû ku roja din karekî hevbeş bê kirin, lê em matmayî man ku şandeya ENKS’ê çû Hewlêrê piştre çû Şamê."
Perwîn Yûsif diyar kir ku çûna şandeya ENKS’ê ya Şamê di demeke hesas de ku Rojava tê re derbas dibin pêk hat û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ev serdan di wextekî de hat kirin ku êrişên li ser herêmê zêde bûn. Di wextekî de ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û li diasporayê û piştevaniya siyasî û manewî da Rojava pêk hat."
Perwîn Yûsif di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku helwesta gelên Başûr, Bakur, Rojhilat û Ewropa û deverên din ên cîhanê bû çavkaniya hêz û serbilindahiyê ji bo doza Kurd û hişt ku guhertin di qada siyasî de çêbibin. Her wiha anî ziman ku şandeya kurdî bi pêkanîna daxwaza gelê Kurd, di serî de yekrêziya Kurd de eleqedar e.
Perwîn Yûsif çûna şandeya ENKS’ê ya Şamê bi tenê û bêyî agahdariya endamên din ên şandeyê ku ew jî bi xwe di şandeyê de ye û hevdîtina wê ya bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera û wezîrê karên derve yê hikumetê re û di demekê de ku êriş li ser Rojava zêde bûne rexne kirin û got "Ev helwest di vê dema hesas de neberpirsyar e."
Perwîn Yûsif anî ziman ku ev helwest bandoreke neyinî li yekrêziya gelê Kurd dike û dikeve xizmeta hewldanên parçekirina yekrêziya kurdî.
Perwîn Yûsif bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji destpêka diyaloga kurdî-kurdî ve diyar kirin ku dozên girêdayî yekrêziya kurdî divê di çarçoveya şandeya kurdî de were nîqaşkirin û da zanîn ku wan di rêya medyayê de agahiya çûna şandeya ENKS’ê ya Şamê bihîst.
Perwîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şandeya kurdî li bende daxuyaniyek fermî û zelal ji ENKS’ê ye ku der barê sedema çûna xwe ya Şamê de bide û anî ziman ku her tevgereke ferdî li Şamê di vê pêvajoyê de jihevbirina helwesta kurdî ye û nakeve xizmeta doza Kurd.
ANHA/QAMIŞLO















