Di civîna Kobanê de çi biryar hatin dayîn?
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:15

Di çarçoveya peymana ku di 30’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pêk hatibû, li qadê hevdîtin dest pê kir. Şandeyekî Şamê, di 1’ê Sibatê de li Kobanê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevdîtinek pêk anî. Şandeya Şamê ya ku di bi serokatiya Mihemed Abdulganî de bû, ji aliyê Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emîn Ebdilqadir Salih ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina ku tê de mijarên leşkerî û ewlehiyê hatin nirxandin, saetekî dewam kir. Rojnameger Ozgur Avzem ê ku li Kobanê ya di bin dorpêçê de ye, hûrguliyên hevdîtinê û rewşa dawî ya bajêr ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
Di roja hevdîtinê de li bajêr çawa atmosferek hebû? Şamê bi şandeyekî çawa serdana bajêr kir?
Plana şandeya Şamê hebû ku di 2’ê Sibatê de bi sedan wesayîtan wekî konvoy li Kobanê hêza xwe nîşan bide. Ev daxwaz pêşkêşî Rêveberiya Xweser û Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî hatibû kirin. Lê belê hat destnîşankirin ku Kobanê bajarekî berxwedanê ye, merasimên şehîdan lê tên kirin, rewşekî wiha wê bibe sedema nerazîbûna gel, kontrolkirin dê zehmet be û zemînekî ji bo provokasyonan amade bike. Ji ber van sedeman ev daxwaz nehat qebûlkirin. Ji ber wê şande ji 10 kesan pêk hat û bi 3 wesayîtan hatin.
Di hevdîtina saetekê de çi biryar hatin dayîn?
Di hevdîtinê de gund, bajarok û gundewarên Kobanê hatin nirxandin. Biryar hat dayîn ku li hin deran xetekî ewlehiyê ya hevbeş were avakirin. Bi taybetî li ser navçeyên Şêxler, Çelebî û bajarokê Sirrînê ji bo avakirina xeta ewlehiyê ya hevbeş komîte hatin avakirin. Di heman rojê de li navçeya Şêxlerê, nûqetay ewlehiyê ya hevbeş ku hem Hêzên Asayîşa Hundirîn a Rêveberiya Xweser hem jî hêzên Şamê tê de ne, hat avakirin. Bi taybetî li navenda Şêxlerê û gundên wê kontrol dê bi temamî hevbeş be. Li navenda Şêxlerê piranî gelê Ereb lê dijî, li gundên derdorê jî Kurd zêde ne.
Li navçeya Çelebî û bajarokê Sirrînê gavekî bi vî rengî hat avêtin?
Li navenda navçeya Çelebî wê xeta ewlehiyê ya hevbeş ava bibe. 85 gundên girêdayî Çelebî hene; gundek Ereb e, gundên din hemû Kurd in. Hêzên ewlekariya hundirîn ên Şamê û Rêveberiya Xweser wê di rojên pêş de li vir jî xetên sînor diyar bikin. Li gundên Kurdan piranî wê hêzên ewlekariya hundirîn ên Rêveberiya Xweser bi cih bibin. Heman sepandin ji bo bajarokê Sirrînê jî derbasdar e. Navenda wê piranî Ereb in, lê derdora wê piranî Kurd in. Li vir wê nuqteya ewlehiyê ya hevbeş were avakirin. Di heman demê de, li ser xeta ji Qereqozaxê heta rêya M4’ê, heta çerxerêya Sirrînê û ji wir heta Çelebî, wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser hebin.
Bêyî nuqteyên ewlehiyê yên hevbeş, gelo ketina hêzên Şamê ya nav Kobanê di rojevê de ye?
Helwesta li ser neketina Hikûmeta Şamê ya nav Kobanê zelal e. Ev mijar hem di peymana giştî de hatiye axaftin, hem jî di roja ku şande hate Kobanê de hatiye ziman. Dibe ku li ser xetên sînor ên Kobanê çend rojan bimînin, lê bi giştî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser li ser xetên sînor bin.
Gelo şervanên jin ên di nav ewlekariya hundirîn a Rêveberiya Xweser de ne, wê di nuqteyên ewlehiyê yên hevbeş de cih bigirin?
Ev mijar jî di hevdîtinê de hat nirxandin. Di xalên ewlehiyê yên hevbeş de, wê hêzên asayîşa jinan ên Rêveberiya Xweser jî cih bigirin. Li navenda bajarê Kobanê û gundên wê jixwe hêzên asayîşa jinan bi cih bûbûn. Asayîşa jinan a li vir bi awayekî birêxistinkirî û dîsîplîn, rojane hem derdikevin dewriyeyê hem jî bajêr diparêze.
Di hêzên ewlehiyê yên hevbeş de wê hevsengiyek çawa were çêkirin?
Hat diyarkirin ku ji aliyê hejmarê ve, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser wê li gorî hêzên Şamê 2 an jî 3 qat zêdetir bin. Heke hêzên Şamê 5 kes bin, hêzên asayîşê yên Rêveberiya Xweser wê 7 kes bin. Ji ber wê, li van herêmên ku min behs kir, serdestiya hejmarî wê di destê asayîşa Rêveberiya Xweser de be. Ev jî yek ji mijarên ku di dema hevdîtinê de hat nîqaşkirin bû.
Li gorî geşedanan, gelo li ser pirsgirêkên civakî yên ku dibe derkevin, nîqaşek hat kirin?
Li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî jî nîqaş hatin kirin. Ew ê "Komîteya Rûsipiyan" were avakirin. 5 endamên ji Şamê, 5 endamên ji Rêveberiya Xweser, bi giştî wê komîteyekî ji 10 kesan pêk were. Ev şande wê bi taybetî di çareserkirina hesasiyeta Kurd-Ereb û pirsgirêkên ku derkevin de roleke bibandor bilîze.
Piştî êrişên dawî koçberiyekî zêde ber bi navenda bajarê Kobanê ve çêbû. Ev mijar hat axaftin?
Yek ji mijarên ku di hevdîtinan de hat gotûbêjkirin, vekirina rêya kantonên Firat û Cizîrê ye. Ango vekirina rêya Kobanê û Hesekê û dabînkirina derbasbûna ewle ya gelê koçber. Bi hezaran kes ji ber êrişan ji malên xwe koç kirin û berê xwe dan Kobanê. Hat diyarkirin ku nîqaşên li ser vê mijarê berdewam dikin û wê di rojên pêş de zelal bibe.
Rewşa dorpêça li ser Kobanê çawa ye? Ev mijar di hevdîtinan de hat rojevê?
Zêdetirî 15 roj in ceyran, av û înternet birî ne. Ev mijar jî hatin nîqaşkirin. Tê payîn ku di rojên pêş de şandeyekî Şamê bi saziyekî Rêveberiya Xweser re hevdîtinekê bike. Di vê hevdîtinê de tê payîn ku pirsgirêka ceyran, av û înternetê were çareserkirin.
Gelo hevdîtin wê berdewam bikin? Alî wê çawa pêvajoyê bişopînin?
Li ser berdewamî û mayindebûna hevdîtinan lihevhatin çêbû. Her du alî jî dê geşedanên li qadê bişopînin, komîteyên ku dê pêkanîna peymanê kontrol bikin û astengan ji holê rakin dê werin avakirin. Hevdîtin dê bi rêya van komîteyan berdewam bikin. Li Hesekê û Qamişlo jî wê bi heman rengî hevdîtin dewam bikin. Bi giştî li gel peymana 30’ê Çileyê, hebûna Kurdan a li Sûriyeyê û pozîsyona wan a di nav dewletê de, wê li ser bingeha beşdariya demokratîk be. Li dijî hişmendiya ne demokratîk jî wê têkoşîn were dayîn. Rêveberiya Xweser û QSD ji destpêkê ve bi xeta xwe ya ku mafên hemû civakê diparêze û nûnertiya nirxên demokratîk dike, wekî aktorê bingehîn têkoşîna xwe dimeşîne. Niha em di pêvajoyekê de ne ku êdî li ser Kurdan bi hêsanî hesab nayên kirin. Em di pêvajoyekê de ne ku divê Kurd wekî faktorekî girîng ê siyasî, leşkerî û civakî werin dîtin.
Kobanê bajarekî sembol e. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya salên 2014-2015’an de di bîra mirovan de cih girt. Heke tu atmosfera li vî bajarê berxwedanê vebêjî, tu dê çi bibêjî?
Kobanê bajarekî sembol e ku di raboriyê de li dijî DAIŞ’ê têkoşînekî bêhempa daye û berdelên mezin daye. Qadeke wiha ye ku bi gel û şervanên xwe bûye moral ji bo her kesî. Her tim di navenda şeran de bûye û bi berxwedanên xwe yên bi heybet serkeftin bi dest xistine. Di pêvajoyekî wiha ya şer de jî herî zêde Kobanê zirar dît û plan li ser hatin kirin. Hat xwestin ku ji herêmên din were qutkirin, were îzolekirin û têkiliya wê bi cîhana derve re were birîn. Bi taybetî bi birîna ceyranê û înternetê xwestin bixin bin tecrîdê. Planekî êrîşê ya berfireh li ser Kobanê hebû. Lêbelê hem şervan hem jî gel bûn yek, carekî din ruhê Kobanê yê xurt nîşanî her kesî dan.
Gelo dorpêça li ser bajêr berdewam dike? Rewşa dawî çi ye?
Di êrişên ku 18’ê Çileyê dest pê kirin de, li gundên Kobanê bi rojan şerên giran qewimîn. Li dijî êrişan berxwedanekî mezin hat dayîn. Tevî êrişan, bajarê Kobanê zêdetirî 15 roj in di bin dorpêçekî giran de ye. Jiyana 600 hezar mirovên li bajêr di xetereyê de ye. Bi taybetî derman peyda nabin. Nexweşên kronîk nikarin derkevin derve û dermankirina xwe bidomînin. Ceyran hatiye birîn. Sotemenî û xurek nayên dabînkirin. Li Kobanê li aliyekî dorpêç berdewam dike, li aliyê din jî berxwedan dewam dike.
MA/DÎREN YURTSEVER














