MÎT’a Tirk El-Ayeş perwerde kiriye
Sêşem 24 Sibat 2026 - 03:32

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed el-Şara, ji bo şopandina agirbestê, Ziad el-Ayeş weke nûnerê taybet ê serokkomariyê tayîn kir. Piştî tayîna behsa xeberê, rabirdûya El-Ayeş û peywirên wî bûn rojeva raya giştî.
Li gorî agahiyan; Zîad El-Ayeş, di sala 1987’an de li gundê Arja el-Jawala yê li çolterê Qamişloyê ji dayik bû. Niha di karên sivîl de weke Cîgirê Wezîrê Karên Hundir dixebite. Di sala 2012’an de li dijî artêşa Sûriyeyê tev li şerê Zahiriyê bû. Di pevçûnên nêzî Çilaxayê de birîndar bû û li ser herêma Eyt El-Henzelê derbasî Tirkiyeyê bû. Salên dirêj li Tirkiyeyê ma û li vir ji hêla MÎT’ê ve perwerdeyên ewlehî û îstîxbaratê girt. Di vê navberê de her tim bi komên girêdayî Tirkiyeyê yên li Idlibê re têkiliyên wî hebûn. Di sala 2018’an de jî şandin Idlibê û li vir ji ewlehiya kampê berpirsyar bû. Piştre jî di bin sîwana HTŞ’ê de karê îstîxbaratê meşand û li Idlibê di rêveberiya ewlehiya giştî de cih girt. Li gorî agahiyan, di avakirina noqteyên kontrolê û pergala ewlehiyê ya li Idlibê de ku tê gotin li ser daxwaza Tirkiyeyê hatine avakirin, bibandor bû. El-Ayeş ku di “Meclisa Şuraya Îslamî” de cih digirt, bi nasnavê “Ebu Usame” tê zanîn.
Hat diyarkirin ku têkiliyeke nêz di navbera El-Ayeş û berpirsê sûîqestan ê HTŞ’ê Emîd Merwan de heye. Hat gotin ku her du kes jî di dosyeya ewlehiyê ya Idlibê de bi hev re dixebitin. El-Ayeş ku berpirsyarê herî payebilind ê rêxistinkirina şaneyan e, Daîreya Ewlehiya taybet a Navendî ya li Şamê jî girêdayî wî dixebite. El-Ayeş ku tenê kesên xwedî nêrîna selefî digire kar, bi taybet jî li ser disekine ku ev kesên girtiye kar selefî bin. El-Ayeş ku tê gotin ku li Tirkiyeyê ji hêla MÎT’ê ve hatiye perwerdekirin, di çarçoveya peywira serokkomar jê re daye de li herêmê ye û hevalê wî yê berê Emîd Merwan jî bi wî re ye.
MA/E. PEJDER ALTAN















