Hunereke nemir: Aram Tîgran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Hezîran 2026 - 15:00

  • Aram Tîgran bi awaz û keda xwe bi salan ji bo ziman û muzîka Kurdî xebateke giranbiha kir. Bi cumbûşa xwe û bi melodiya ji dilê wî difiriya bi salan bandoreke mezin li ser Gelê Kurd kir. Aram Tîgran bi vê helwesta xwe hezkirineke mezin di dilê gel de da avakirin. Aram Tîgran hunereke nemir e.

 

Aram Tîgran bi eslê xwe Ermenî bû. Lê belê bi awaz û sekna xwe xizmetek mezin ji ziman û wêjeya Kurdî re kir. Bi milyonan kesî bi hezkirin lê guhdar kirin û ew ji xwe re kirin mînak. Malbata hunermend Aram sala 1915’an di dema Qirkirina Ermeniyan de li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê koçî bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê dike. Li wir jî têkoşîna wan dewam dike. Hunermendê navdar Aram Tîgran di sala 1934’an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Araman Tîgran bavê xwe ji xwe re dike mînak. Aram Tîgran bi rêya bavê xwe yê ku bi mûzîkê re eleqeder dibe dest bi hunerê dike. Bavê hunermend Aram bi gotina Ermeniyan wekî hunermendê ku di sala 1915'an de ji bûyera "Karesata Mezin" (Qirkirina Ermeniyan) rizgar bû tê zanîn û tê naskirin. Her hunermendek serpêhatiyeke wan a destpêka hunerê heye. Aram Tîgran jî bi rêya bavê xwe dest bi vê rêwitiyê dike.

Bavê Aram Tîgran di warê bilûrê de baş bûye. Aram Tîgran ji zarokatiya xwe de bi hunerê eleqedar dibe. Di 9 saliya xwe de dest bi fêrbûna Cumbişê dike. Wexta mirov ji biçûktiya xwe de dest bi hunerekê bike ew huner jî serkeftî ye. Ji ber ku fêrbûna her tiştî di zarokatiyê de hîn zêde û kêrhatî ye. Aram Tîgran piştî sala 1966'an diçe paytext Êrîvanê ya Ermenîstan û li wê derê 18 salan li radyoya Êrîvanê xebatê dike. Radyoya Erîvanê ji bo muzîka Kurdî weşaneke girîng e.

Sala 1995’an şûnda jî xebatên xwe li Ewropayê dewam dike. Hunermed Aram piştre li paytexta Atînayê ya Yewnanistanê bi cîh dibe, di sala 2009’an de jî beşdarî pîrozbahiyên Newroza bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê dibe. Ev hem ji bo wî hem jî ji bo Gelê Kurd kêliyeke gelekî bi kelecan û bi qîmet bû. Aram Tîgran jî ji ber nexweşiyên xwe 8'ê Tebaxa 2009'an koça dawî dike. Li dû xwe kedeke mezin dihêle. Ew bavê 3 zarokan bû. Dixwest li bajarê Amedê bê veşartin. Lê belê ji ber dewleta tirk ev yek qebûl nekir loma jî li Brukselê hat veşartin.

Aram Tîgram hunermendekî ji dil bû û bi giştî 14 album amade kirine. Di nava albumen wî de 230 sitranên Kurdî, 150 Erebî, 10 Sûryanî, 30 Tirkî, 7 zazakî û 8 sitran jî bi Yewnanî gotine. Wî koça dawî kir lê belê hîn bi milyonan kes li stranên wî guhdar dikin. Arama Tîgran li dijî şer her tim aştî û azadî parast û wiha digot:"Ger ez careke din werim cîhanê, ez ê hemû tank, tifing û çekan bihelînim û saz, cumbiş û zurneyan çêbikim."

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.