Kenê Mona Lîsa; rêya xwe hilbijirê

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 1 Cotmeh 2026 - 15:30

 

Fîlmê ‘Mona Lisa Smile’ (Kenê Mona Lîsa) ku derhêneriya wê ji hêla Mike Newell ve hatiye kirin, çîroka Katherine Watson ku profesorek ê dîroka hunerê ku di sala 1953’an de diçe koleja Wellesley ya muhafazakar a li New Englandê digre dest. Ev der dibistanek ku xwendekarên jin ên malbatên dewlemend, tenê ji bo zewacê û rolên kevneşop yên jin û dayîkê têne amadekirin.

Katherine Watson di dersên xwe de hewl dide perspektîfên xwendekarên xwe ji normên ferzkirî derxîne. Dema şahesera navdar a Da Vinci analîz dike, ew kenê Mona Lîsa ne wek îfadeyek bextewariyê, wek kenê tije pirs, nezelal û serhişkiyê şîrove dike.

‘Kenê Mona Lîsa’ balê dikşîne ser hişmendiyê

Ev şîrove rasterast kenên jinên ciwan ên ku di temenê ciwan de amadekariya pejirandina zewacek kevneşop an jî hin hilbijartinên jiyanê dikin, dixe ber pirsyarê. Katherine Watson wan teşwîq dike ku bisekinin û bifikirin, bipirsin ka gelo zewac û rolên li ser wan têne ferzkirin ji bo jinekê bi rastî tenê rêya gengaz e an ne.

Ji bilî vê nakokiya rewşenbîrî, fîlm her wiha têkoşînên ku gelek xwendekarên jin pê

re rûbirû dimînin eşkere dike û hewl dide bi rageşiya di navbera xwestekên kesî, zexta malbatê, perwerde û derfetên pîşeyî radixe ber çavan. Li şûna ku formulek yek tîp ji bo ‘rêbaza jiyana rast’ ferz bike, ‘Mona Lisa Smile’ (Kenê Mona Lîsa) balê dikişîne ser hişmendî, pirsîna rexnegir û mafê jinê ya hilbijartina rêya xwe di jiyanê de.

JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.