
- Hunermend Bermal Çem diyar kir ku hunermendên Kurd ên li diyasporayê dixwazin li welatê xwe hunera îcra bikin û wiha got: "Divê hunermend di pêvajoya aştiyê de pêşengiyê bikin."
Hunermend Bermal Çem ku di warê muzîka Kurdî de çalak e, her wiha lêkolînera muzîkê ye. Pirtûka wê ya yekem a li ser muzîka Kurdî, bi navê "Çemê Stranan", di sala 2023'yan de ji aliyê Weşanxaneya Aryenê ve hat çapkirin. Pirtûka wê ya din a li ser muzîka Kurdî, "Bîra Stranan", di meha Tebaxê de ji aliyê Weşanxaneya Meymanê ve hat weşandin. "Bîra Stranan" behsa jiyan û têkoşîna 25 hunermendên Kurd dike ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û her wiha gotin û notayên muzîkê yên 111 stranên ku wan li pey xwe hiştine, dihewîne.
Bermal Çem her wiha piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo pêşxistina tevlêbûna berfireh a civakî di nav xebatan de cih digire. Ew beşdarî konsert û festîvalên ku ji bo Kurdan û hevalbendên wan li diyasporayê tên organîzekirin dibe û bi saziyên çandî yên Kurdî yên li seranserê Ewropayê re hevkariyê dike.
Bermal Çem li ser pirtûka xwe dawî, "Bîra Stranan" û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Çîrok û û stranên şehîdan
Bermal Çemê destnîşan kir ku pirtûka "Bîra Stranan" encama projeyeke du salî ye û got: "Ev pirtûk çîrokên şehîdan vedibêje û stranên wan parve dike. Di pirtûkê de stranên hevalên me yên hunermend hene ku di têkoşîna azadiyê ya Kurd û di zindanan de jiyana xwe ji dest dane. Her yek ji hevalên me jiyaneke mîna roman an fîlmekê jiyîne. Jiyanên ku ji hêla kûrahî û naverokê ve dewlemend in. Jiyannameyên wan qadeke berfireh li xwe digirin, ji Alî Dogan bigire heta Awazê Çiya. Min dixwest piştrast bikim ku çîrokên wan têne tomarkirin; tomarkirina jiyana wan ji bo min girîng bû. Lêbelê, ez piştrast im ku her kes jixwe bi jiyana wan dizane, ji ber ku wan serpêhatiyên xwe bi awayekî vekirî parve kirine û bi kiryarên xwe nîşan dane. Dema em guh didin stranên wan, divê em jiyana wan li ber çavên xwe bînin ka çawa jiyan kirine, li ber xwe dane û şer kirine. Hevalên me yên hunermend hunera xwe di nava şer û berxwedanê de afirandine. Ez bi xwe jî ji bo destpêkirina çêkirina stranan, ji Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) îlhamê werdigirim. Wan tenê stran nedigot; wan deng dida jiyana civakekê. Eger em îro gihîştine vê astê, ev bi saya heval û şehîdên me ye. Ji bilî gotina stranên di vê pirtûkê de, em plan dikin ku li cihên cuda konseran li dar bixin û hevalên me yên hunermend jî difikirin ku li Bakurê Kurdistanê konseran li dar bixin."
Ne li sirguniyê li welat stranan bibêjin
Bermal Çem, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, diyar kir ku hunermendên Kurd li Ewropayê li benda gavên pratîk in ku divê di çarçoveya qanûnê de bên avêtin. Bermal Çemê anî ziman ku wan wekî hunermend di çarçoveya vê pêvajoyê de li Ewropayê civîn li dar xistine û got: "Heke civak azad be, huner û hunermend jî azad in. Kesên ku bi Kurdî hunerê dikin, an di girtîgehê de ne an jî li sirgûnê ne. Hunermendên sirgûnkirî cihên ku lê dijîn vediguherînin qadên hunerî, navendên çandî vedikin û xebatên xwe didomînin. Piraniya hunermendên li vir dixwazin vegerin welatê xwe; ew dixwazin hunera xwe li ser axa xwe ya resen pêk bînin. Heke bendên qanûna çarçoveyê bên bicihanîn, hemû hunermendên li vir amade ne ku vegerin; em tenê li benda qanûnê ne. Koma Amed û Agirê Jiyan mînakên herî baş ên vê yekê ne; dema vegeriyan, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Li vir hesteke kûr a hesretê û hestên xurt hene. Her wiha, xwesîmîlasyon li vir belavbûyî ye; rewşeke ku li Tirkiyeyê jî heye. Hunermend îlhamê ji civaka xwe digirin. Nîvê wan li vir, dûrî malbat û welatê xwe dijîn. Di dirêjahiya dîroka Kurdan de, Kurd timûtim rastî vê rewşê hatine. Yilmaz Guney gotibû: 'Bila em êdî stranên xwe li sirgûnê nebêjin.' Em dixwazin êdî stranên xwe li sirgûnê nebêjin; em dixwazin êdî stranên hesretê nebêjin. Bi vê pêvajoyê re, gelek hunermend dê vegerin welatê xwe. Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike de, gelek hunermendên li vir civînên çapemeniyê û civînên din li dar dixin. Hunermend nasname, civak û rengên cihêreng tînin cem hev. Ev hewldan bi ruhê komunalîzmê dimeşin. Li vir mirovên xwedî nasnameyên gelek cuda hene û bi rêya xebatên xwe, em wan bi têgiha civaka demokratîk jî didin naskirin. Paradîgmaya me û daxwaza me ew e ku her kes li gorî rêgezên Modernîteya Demokratîk bijî."
‘Divê hunermend pêşengiyê bikin’
Bermal Çemê destnîşan kir ku divê hunermend di vê pêvajoyê de roleke pêşeng bilîzin û got: "Em Kurd rastî trawmayên mezin hatine; me pêncî salên jiyana xwe ji bo vê dozê terxan kiriye. Vê şerî êşeke kûr ji bo her du aliyan anî; wekî Kurd, em her tim di rewşa şer de jiyane. Her malbatekê kesekî xwe yê delal ji bo vê şoreşê kiriye qurban. Ji bilî vê, îşkence hebû, gund hatin şewitandin û zarokên biçûk li ber çavên dayikên xwe hatin qetilkirin. Gelek bûyerên bi vî rengî li Efrîn, Rojava, Bakur û deverên cuda yên Kurdistanê qewimîn. Em ê qet dîroka xwe ji bîr nekin. Em di heman demê de ku êşa xwe hildigirin, di nav Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dimeşin. Di vê çarçoveyê de, hunermend ji bo parastina bîra me ya kolektîf roleke girîng dilîzin. Erkê hunermend e ku wê bîrê zindî bihêle; çi bi rêya stranekê be, çi bi fîlmekê be an jî bi pirtûkekê be. Ji bo zindîhiştina hunera Kurdî, pêdiviya me bi festîval, konsert û curbicur çalakiyên din ên çandî yên Kurdî heye. Divê hunermend di pêvajoya aştiyê de pêşengiyê bikin."
Ji bo Abdullah Ocalan gavên pêwîst
Bermal Çemê ligel destnîşankirin li ser pêwîstiya destpêkirina gavên dewletê di vê pêvajoyê de, bal kişand ser meyla dewletê ya "taloqker". Bermal Çemê wiha got: "Gelê Kurd dixwaze bi awayekî azad û bi nasnameya xwe bijî; bi salan e ji bo vê yekê têkoşînê dimeşîne. Niha divê em vê têkoşînê bi awayekî demokratîk bimeşînin. Hevalên me hene ku tenê ji ber stranên bi Kurdî gotine, bi salan e di girtîgehê de ne. Hîn deriyên girtîgehan jî nehatine vekirin. Divê êdî gavên pêwîst bên avêtin. Baweriya me bi tevahî bi paradîgma û rêbertiya me heye. Divê dewlet jî êdî gavên berbiçav bavêje. Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşîniya me ye. Heya ku Rêber Apo nebe koordînatorê vê pêvajoyê, pêvajo nikare pêş ve biçe. Gotinek ji Abdullah Ocalan, dengê hemû gelê Kurd temsîl dike. Ligel wî, divê hevalên me yên li hemû girtîgehan jî bên berdan."
MA/NAVENDA NÛÇEYAN










