Şahidiyeke kolektîf ji bo ‘Bîra Stranan’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Tebax 2026 - 19:00

  • Bîra Stranan jiyan, berhem û têkoşîna 25 hunermendên şehîd ên têkoşîna azadiya Kurdistanê li hev tîne. Di vê pirtûka ku ji aliyê Bermal Çem ve hatiye amadekirin de, portre û şahidiyên 28 nivîskar û hunermendan cih digirin. Pirtûka Bermal Çem a “Bîra Stranan” weke şahidiyeke kolektîf e ji bo bibîranîna şehîdên hunermend.

ERKAN GULBAHÇE

Têkoşîna azadiya Kurdistanê ne tenê di qada siyasî û civakî de, di qada çand û hunerê de jî mîraseke mezin afirandiye. Bi dehan salan hunermend bi deng, saz û qelema xwe beşdarî vê têkoşînê bûn. Tevî ku şehîd bûn, berhemên wan hîn jî di bîra gel de dijîn û ji nifşekê bo nifşeke din tên veguhestin.

Bîra Stranan ji bo tomarkirin û parastina vê mîrasê hatiye amadekirin. Di bin koordînasyona Bermal Çem de, jiyan, berhem û têkoşîna 25 hunermendên şehîd bi şahidî û bîranînên 28 nivîskar û hunermendan hatine nivîsîn. Bîra Stranan encama lêkolîneke nêzî du salan e ku ne tenê jiyana wan, lê mîrasa wan a hunerî jî tomar dike.

Bi Bermal Çem re li ser amadekirina pirtûka Bîra Stranan, pêvajoya lêkolînê, mîrasa hunermendên şehîd û planên pêşerojê axivîm.

Fikra amadekirina Bîra Stranan ji ku derket û armanc çi bû?

Fikra Bîra Stranan nêzî sê sal berê derket holê. Lê amadekirina wê nêzî du salan dom kir. Armanca min tomarkirina jiyan, berhem û têkoşîna hunermendên şehîd bû, da ku ev mîrasa çandî ji jibîrkirinê were parastin. Îro gelek kes stranên wan dizanin, lê şert û mercên ku tê de jiyan kirin, têkoşîn kirin û bedel dan, kêm tên zanîn.

Li pişt her stranekê jiyanek û têkoşîneke dirêj heye. Di vê pêvajoyê de min gelek caran dît ku hin berhem ne bi navê xwediyên xwe, lê bi navên kesên din tên belavkirin.Ji bilî navên naskirî yên wekî Mizgîn û Sefkan, gelek hunermendên din jî berhemên hêja li dû xwe hiştine, lê bi demê re hatine jibîrkirin.

Ji NÇM’ê heta Koma Agirî, hunermendan bi deng, saz û berhemên xwe beşdarî têkoşînê bûn. Hin çek hildan, hin jî bi hunera xwe berxwedan domandin. Ji bo me, parastina vê mîrata çandî ne tenê erk, berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Amadekirina pirtûkê çiqas dem girt? Di vê pêvajoyê de gihîştina belge, wêne û şahidiyan çiqas zehmet bû?

Herî zehmet gihîştina çavkaniyan bû. Derbarê hin hunermendên kevn de di arşîvan, medyaya civakî û YouTube de agahî hebûn. Lê derbarê gelek hunermendên ku di salên dawî de şehîd bûbûn, gihîştina wêne, tomar û agahiyên jiyana wan pir dijwar bû.

Ji bo vê yekê me bi malbat, xizm û hevalên wan re têkilî danî. Carinan tenê çend wêne an navek li destê me hebû. Dema ku agahî li hev nedihat, me wan ji gelek çavkaniyan piştrast kir. Bi taybetî şahidî û agahiyên malbatan ji bo me gelek girîng bûn.

Di dema lêkolînê de me hin tomarên ku bi salan winda dihatin hesibandin jî dîtin. Yek ji wan kaseta duyemîn a Hozan Çiya bû. Niha xebat didome da ku ev tomar careke din bigihîje guhdaran.

Çima hin hunermendên şehîd di Bîra Stranan de cih negirtin? Di diyarkirina çarçoveya pirtûkê de we kîjan pîvan esas girtin?

Bêguman gelek hunermendên din jî hene ku di Bîra Stranan de cih negirtine. Dema ku me çarçoveya vê xebatê diyar dikir, me pîvanek danî. Ji ber vê yekê me zêdetir bal kişand ser wan hunermendên ku beste û berhemên orîjînal li dû xwe hiştine. Ev hilbijartin ne ji ber kêmbûna nirxa hunermendên din bû, lê ji ber pîvanên ku me ji bo vê pirtûkê destnîşan kiribûn.

Ji ber vê yekê navên wekî Delîla Meyaser û Devrîm Dîlok, ku bi salan di qada çand û hunerê de ked dan û sedan xwendekar perwerde kirin, li derveyî çarçoveya vê xebatê man. Dilêr, Elenya, Bager Nûjiyan û Welat jî di nav rêzên gerîlayê de huner afirandin, stran gotin û berhemên hêja li dû xwe hiştin.

Hin hunermendên şehîd di nav gel de baş tên naskirin, lê hinên din hîn jî kêm tên nasîn. Di Bîra Stranan de xwendevan bi kîjan jiyan, kesayetî û bîranînên ku berê kêm dihatin zanîn re rû bi rû dimînin?

Di Bîra Stranan de me zêdetir cih daye wan hunermendên ku di gerîlatiyê de huner afirandine. Navên gelek ji wan kêm hatiye bihîstin, lê li dû xwe mîraseke girîng hiştine.

Yek ji wan Îbrahîm Sarî ye. Îro tenê sê an çar berhemên tomarkirî yên wî li destê me de hene. Lê malbata wî dibêje ku dehan berhemên din jî hebûn. Wî her dem kaset û defterek bi xwe re digerand. Stranên xwe li ser kasetan tomar dikir. Mixabin heta niha nizanîn ka ew li kuderê ne.

Jiyana Îbrahîm bi serê xwe çîrokek e. Malbata wî ji bo xwendinê dişîne Patnosê, lê ew dibistan berdide û dest bi kar dike. Rojname û kovaran belav dike, di avahîsaziyê de dixebite û Bi pereyên ku bi dest dixe, alîkariya malbatên hejar dike. Li wir rêya wî bi Tevgera Azadiyê re digihîje hev.

Yek ji kesayetên ku min ji nêz ve nas kir, Vedat Erdemcî bû. Min ew di sala 2017’an de li Rojava nas kir. Bi flûta xwe di kolanan de digeriya, ji zarok û ciwanan re dersên muzîkê dida. Ji ber zextên siyasî li bakûr derdikeve û li Rojava cîh dibe û li wir xebata xwe ya hunerî didomîne. Tevî ku jin û zarokê xwe li dû xwe hiştibû, beşdarî Şoreşa Rojava bû. Dema berxwedana Serêkaniyê dest pê kir, çû eniyê û li wir şehîd ket.

Nûcan Nûrhaq jî yek ji wan hunermendan e ku divê navê wê her tim bê bîranîn. Min ew di sala 2006’an de nas kir. Di gerîlayê de dehan beste çêkir, helbest nivîsîn û rojane nivîsand. Mixabin piraniya van berheman qet nehatin tomarkirin. Tenê berhema‚ Navê te Berîtan e‘ heta îro gihîştiye ber destê me.

Şoreş Arjîn hunermendekî piralî bû. Wênekêş bû, helbest dinivîsî û berhem diafirand. Ji bo Şoreş, muzîk û wêne ji hev cuda nebûn. Di Koma Awazê Çiya û Koma Amara de cîh girt. Li çiyayan, dema ku tuwalê xwe amade dikir, di heman demê de stran jî digot. Erbane û amûrên wênekêşî her dem li rex wî bûn.

Ji bo min, Zanîn Rûbar yek ji navên herî taybet bû. Portreya wî min bi xwe nivîsand. Min ew ji nêz ve nas dikir. Şêwaza wî ya dengbêjiyê pir taybet bû. Di her albûmeke Koma Awazê Çiya de bi kêmanî besteyek ji wî cih digirt. Hunermendekî pirberhem bû û jiyana wî bi têkoşînê re bi awayekî kûr girêdayî bû.

Agir Serhildan jî hunermendekî piralî bû. Ji Rojhilatê Kurdistanê û yek ji şehîdên dawî yên Koma Awazê Çiya bû. Ne tenê muzîk, di sînemayê de jî çalak bû; senaryo dinivîsî, dilîst, beste diafirand û bi amûrên muzîkê dixebitî. Piştî zextên Îranê yên siyasî tevlî têkoşînê bû û xebata xwe ya hunerî di Koma Awazê Çiya de domand.

Her çend di Bîra Stranan de cih negirtibe jî, yek ji wan kesên ku herî zêde bandor li ser min hişt hunermendê enternasyonalîst ê Alman Bager Nûjiyan bû. Wî keman dida û bi dil û can tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Pêşî beşdarî Şoreşa Rojava bû, piştre jî cihê xwe di nava Koma Awazê Çiya de girt.

Kamuran Penaber jî yek ji navên girîng ên Bîra Stranan e. Mixabin heta îro tenê yek berhema wî gihîştiye destê me.

Di dema amadekirina vê pirtûkê de kîjan çîrokên hunermendan herî zêde bandor li te kir? Bîranînek an şahidiyek heye ku tû qet ji bîr nakî?

Di dema lêkolînê de, yek ji wan navên ku herî zêde bandor li ser min kir, Naîf Haco bû. Berê min wî tenê wekî birayê Ciwan Haco nas dikir. Lê dema ku min li ser jiyana wî lêkolîn kir, min fêm kir ku ew ne tenê muzîkjenekî hêja bû, di heman demê de afirînerê gelek berhemên girîng jî bû. Besteyên wekî “Bo Çi Dijîm” û “Bese Menalê Welat”, ku Ciwan Haco distirê, di rastiyê de afirandinên Naîf Haco ne.

Naîf Haco li Ewropayê xwendibû û heft zimanan dizanî. Her çiqas Rêber Apo Naîf ji bo erkên dîplomatîk jî amadekirî bû, lê hemû van derfet li paş xwe hişt û çiya û jiyana gerîlayê hilbijart. Li gorî vegotinên malbata wî, civantiya xwe de gelek caran li çiyayên Bakurê Kurdistanê dinêrî û digotiye: “Ez ê biçim wan çiyan şer bikim.”

Şehadeta wî jî gelek dijwar e. Ew bi 48 hevalên xwe re bi çekên kîmyewî tê kuştin. Piştre cenazeyên wan bi helîkopteran tên avêtin û di gorên komî de tên veşartin. Dema ku min li ser vê bûyerê lêkolîn kir, ez rastî gelek şahidî û agahiyan hatim ku bandoreke kûr li ser min kirin.

Li gorî we, muzîka Kurdî ya îroyîn li vê mîrasa şehîdên hunermend xwedî derdikeve an na?

Bi baweriya min, ev mîras hîn jî bi qasî ku pêdivî ye nayê xwedîkirin. Berhemên ku hunermendek li dû xwe dihêle ne tenê mîrasa wî ne; ew di heman demê de parçeyek ji bîra çandî ya gelê Kurd in.

Mizgîn, Sefkan û gelek hunermendên şoreşger ên din ne tenê stran afirandin; bi berhemên xwe bûn parêzvanên ziman, çand û folklora Kurdî. Bandora wan îro jî didome. Her kesê ku îro bi Kurdî huner diafirîne, bi rengekî li ser rêya ku wan vekiriye dimeşe. Ger wan ew fedakarî û ew bedel nedabana, îro em nikarîbûn bi vî astî li ser navendên çandê, saziyên hunerê û pêşketina muzîka Kurdî biaxivin.

Li gorî min, kêmasiya herî mezin ne muzîk e, lê lawazbûna hişmendiya dîrokî ye. Dema mirov dizane stranek di kîjan şert û mercan de hatiye afirandin û bi çi bedelan hatiye nivîsandin, girêdana wî bi wê berhemê re jî kûrtir û bihêztir dibe. Mixabin, em hîn jî nikarin vê hişmendiya dîrokî bi qasî ku pêdivî ye bigihînin nifşên nû.

Ji bo min, berpirsiyariya herî mezin a îro ew e ku em vê mîratê biparêzin, zindî bihêlin û bi awayekî rast bigihînin nifşên pêşerojê.

Hunermendên jin ên şehîd di pêşvebirina huner û çanda Kurdistanê de çi rol lîstin? Hûn mîrasa ku wan li dû xwe hiştiye çawa dinirxînin?

Azadiya jinê yek ji bingehên sereke yên têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Ev têgihiştin di qada çand û hunerê de jî bi awayekî xurt xwe nîşan daye. Derketina pêşiya hunermendên jin, avakirina komên jinan û saziyên taybet ên çand û hunera jinan encama vê têkoşînê ye.

Mizgîn yek ji navên herî girîng ên vê pêvajoyê bû. Bi taybetî li Ewropayê ji bo pêşxistina xebatên çand û hunera jinan gelek ked da û şopeke bihêz li dû xwe hişt.

Îro xebatên ku jin li Rojava di warên sînemayê, belgefîlm û muzîkê de dimeşînin, her weha berhemên Hîlala Zerîn û xebatên saziyên çand û hunera jinan li Ewropa û Bakurê Kurdistanê nîşan didin ku ev mîras hîn jî dijî û didome.

Li gorî we, Bîra Stranan bi jiyana hunermendên şehîd re perspektîfeke dîrokî ya çawapêşkêşî xwendevanan dike?

Ji bo min, hevoka ku ruhê vê pirtûkê herî baş vedibêje ev e: “Stran jibîr nabe, bîr namire.”

Di dema amadekirina vê xebatê de me careke din dît ku her stran ne tenê berhemeke muzîkê ye. Ew di heman demê de şahidiya serdemekê ye; êş, berxwedan û hêviyên wê demê digihîne îroyê. Jiyana hunermendên ku di Bîra Stranan de cih digirin jî ne tenê çîrokên kesane ne. Ew bîra civakî ya serdemekê diparêzin û ji nifşekê bo nifşeke din vediguhezînin. Ji ber vê yekê me navê pirtûkê Bîra Stranan danî.

Taybetmendiya hevpar a van hunermendan ew bû ku nirxên ku pê bawer bûn, di jiyana xwe de jî dijiyan. Ji bo wan, huner û têkoşîn ne du rêyên cuda bûn; herdu jî parçeyên heman jiyanê bûn. Dikaribû tenê bi hunerê mijûl bibin û jiyaneke rehettir hilbijêrin, lê wan rêyekî din hilbijart. Êş, hêvî û têkoşîna gelê xwe wekî beşek ji jiyana xwe dîtin û hunera xwe ji nav vê jiyanê afirandin.

Ez her tim bi vê yekê bawer im ku mirov divê çawa dibêje, wisa jî bijî; çawa dijî, wisa jî biafirîne. Dilsozî û rastiya hunerê jî li vir dest pê dike.

Ji bo ku Bîra Stranan bigihîje xwendevanan, hûn kîjan bernameya danasînê amade dikin? Planên we ji bo çapên nû an jî wergerandina pirtûkê bo zimanên din hene?

Piştî çapbûna Bîra Stranan, em dixwazin li navendên çandî yên Kurdan civîn, axaftin û rojên îmzeyê li dar bixin. Armanca me ne tenê danasîna pirtûkê ye; em dixwazin berhemên hunermendên ku di pirtûkê de cih girtine careke din bi guhdaran re bidin hevdîtin. Bi beşdariya nivîskarên ku portreyan amade kirine, em ê li ser pêvajoya amadekirina pirtûkê û jiyana van hunermendan jî biaxivin.

Her weha me ji Tevgera Çandê û Art Records re pêşniyar kir ku ji bo bîranîna 25 hunermendên şehîd du konserên mezin bên lidarxistin. Armanca me ew e ku bi kêmanî stranek her şehîdekî di aliyê hunermendên îroyîn ve were gotin. Ev pêşniyar bi erênî hate pêşwazîkirin û niha xebatên amadekariyê didomin.

Ji Bakurê Kurdistanê jî daxwaz heye ku pirtûk li wir jî were çapkirin. Ji ber ku çapê yekem tenê li Ewropayê hate weşandin, gihîştina wê bi gelek xwendevanan re sînordar ma. Niha em li ser çapên nû dixebitin.

Ez Bîra Stranan ne tenê wek pirtûkekê dinirxînim. Li gorî min, ev di heman demê de çavkaniyeke girîng e ku dikare ji bo lêkolîn, nivîsandin û xebatên din ên çand û hunerê wekî referansê were bikaranîn.

Ji bo peydakirina pirtûkê:

E-mail: info@meyman.org

Telefon / WhatsApp: +31 6 84464842

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.