Ji Penciwênî pirtûka ‘Ez çawa bûm pirek’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Îlon 2026 - 18:00

 

Çapa duyemîn a pirtûka Mihemed Emîn Penciwênî ya binavê “Ez Çawa Bûme Pirek”, li Silêmaniyê hate nasandin. Di çalakiya nasandina pirtûkê de, sedemên nivîsandina pirtûkê, naveroka pirtûkê, ji zarokatiya nivîskar bigire heya beşdarbûna wî di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de û rola jinan di pêvajoyên cuda de, hatin nîqaşkirin.

Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd (KWU) îro li Silêmaniyê bo çapa duyemîn a pirtûka “Ez Çawa Bûm Pirek” (Çon Bûm Be Pird) ya bi zaravayê Soranî ji aliyê nivîskar û siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Penciwênî ve hatiye nivîsandin, bi beşdariya gelek kesayetên ji pîşeyên cuda hat nasandin. Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn di çalakiyê de nirxandinek li ser naveroka pirtûkê kir.

Hejmareke girîng ji siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîran beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiya nasandina pirtûkê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pak yê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştre nivîskarê pirtûkê, siyasetmedarê Kurd, Mihemed Emîn Penciwênî li ser sedem, armanc û naveroka pirtûka xwe axivî û got ku ew bi salane li ser jinûve nivîsandina bîranînên xwe difikirî û wiha domand; “Heval û dostan gelek caran ez teşwîq dikirim ku ez dest bi vê nivîsandina vê pirtûkê bikim. Carnan dema min çîrokek an bûyerek girîng vedigot ku xwedî girîngiyeke zêde ya dîrokî bû, wan ji min gazind dikirin ku çima ez vê mijarê nanivîsim. Digotin, ewê wekî delîl ji bo tomarkirina dîroka siyasî ya Kurdistanê di pêşerojê de wê sûd jê were girtin.”

Têkildarî naveroka pirtûkê jî, nivîskarê pirtûka “Ez Çawa Bûm Pirek” wiha got: “Bi vegotina ezmûna jiyana xwe, min hewl da ku rewşa siyasî û mirovî ya dema ku ez tê de jiyame, ji xwendevanan re vebêjim. Ev pirtûk di heman demê de hinek razên (sir) ku berê kes nekariye vebêje jî dihewîne. Ev pirtûk, beşek ji têkoşîna siyasî ye. Têkoşîna min a çandî û helbestî, ku min berhemên xwe bi hestek çandî û helbestî pêşkêş kirine.”

Paşê Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn li ser naveroka pirtûkê axivî û wiha got; “Pirtûk ji heşt beşan pêk tê. Beşa yekem zarokatiya nivîskar vedibêje ku çawaniya çêbûna malbata wî vedibêje;  ku dayika wî ji Rojhilat û bavê wî ji Bakurê Kurdistanê bû û kariye sînorên çêkirî bişkîne.”

Ezmûn û sermayeyek mezin

Şêrko Heme Emîn got: “Taybetmendiya eşkere ya pirtûkê rastgotiya nivîskar di tomarkirina qonaxên jiyana xwe de ye. Bi taybetî serdema ku ew bi têkoşîna PKK’ê re nas bû û eşkere dike ku ew çawa bûye ‘pirek’. Ev wekî sermayeyek mezin ya ezmûna nivîskar tê hesibandin. Beşên din yên pirtûkê li ser hatina nivîskar bo Silêmaniyê, tevlîbûna wî ya Partiya Komunîst, beşdarbûna wî di rêxistin, xwepêşandan û têkoşîna sivîl de disekinin. Her wiha nakokiyên siyasî yên ku li şûna lihevkirinê parçebûn çêkirine, ronî dike. Nivîskar gelek wêneyên trajediya ramanên cûda pêşkêş dike ku hîn jî di civakê de bedelê didin.”

Ji mijarek takekesî ber bi mijareke neteweyî

Di dewamê de bal kişand ser çûyîna Herêma Beqa ya Lubnanê û hevdîtina nivîskar Mihemed Emîn Pênciwênî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha axivî; “Di derbarê hewldanên wî yên dîplomatîk de, beşek din ya pirtûkê behsa serdanên wî yên herêma Beqa ya Lubnanê û hevdîtina wî bi Abdullah Ocalan re dike, ku tê de nivîskar wekî ‘pirek’ ji bo pêşîgirtina li destpêkirina şer tevgeriya. Her wiha rola wî di avakirina medyayek azad û meşandina dîplomasiya netewî ya bê-alî de destnîşan dike. Beşek din a pirtûkê behsa girtina Ocalan û komploya navnetewî dike. Di pirtûkê de ka çawa mijara girtinê ji mijarek takekesî veguheriye mijarek netewî ya giştî, vedibêje. Wî nîşan da ku berevajî nêrîna rayedarên Tirkiyeyê yên wê demê, doza Kurd nehatiye tunekirin. Di şûna wê de, niha pirsgirêka Kurd di parlementoya Tirkiyeyê de bi pêvajoyek aştiyane tê nîqaşkirin.”

Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn tekez kir ku pirtûk rola jinan paşguh nake, hem bi behskirina piştgiriya hevjîna nivîskar, hem jî bi beşdariya jinan û têkoşîna sivîl ya di nav partiyan de di destpêka ketina tevgerê de.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.