
- Li Stockholmê festîval tê lidarxistin
- ’Bûka Baranê’ li Enqereyê hat nîşandan
- Festîvala Zarokan bi dawî bû
- Li Ranyayê olana helbest û wêjeya jinan
Cejna Cimaya Şerfedîn îro bi tevlîbûna bi hezaran kesan destpê kir û wê sibe jî dewam bike. Di roja yekemîn de perî tên siwarkirin. Roja yekem roja amadekariyê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye ango periyên di nava qubê de tên nûkirin. Perî ji qumaşên ji rengên kesk û sor û zer pêk tê û di nava Qubê de tê danînin.
Di wê kêliyê de girseya heyî li dora qubê komdibin, tililiyan didin û govendê digerînin.
Êzidiyên şengalê û derdorên wê bi eleqeyek pir mezin berê xwe dane cihê cimayê. Piranî kes cil û bergên resen ên Êzidiyan li xwe kirine. Jinan jî bi cilên xweyên spî, kofiyên xwe yên rengîn xemlek rengîn dane cihê cejnê.
Kesên beşdar bûyîn banga yekitiyê li tevahî Êzidiyan kir.
Hersal di meha Tebaxê de ev cejin tê pîrozkirin, lê pîştî fermanê yan çend hefteyan tê paşxistin yan jî di destpêka meha Îlonê de çêkirin. Li Şêxan jî piranî di meha biharê de tê pîroz kirin. Ev cejin di dîroka Êzidiyan de jî xwedî wateyên taybetin. Êzidî wekî ku bîr û baweriya xwe nû bikin nêz dibin.
Di nava Êzidiyan de wekî erkeke ku hemû qube û sembolên Êzidiyan ên pîroz salê carekê cejna wan ên Cimayî bên pîrozkirin. Ev li gorî cihan tê guhertin. Heman demê cimayên, Pîran, Feqîran, Şêxan û murîdan jî cuda tên pîroz kirin. ANF
***
Li Stockholmê festîval tê lidarxistin
Bi dirûşma "Zimanê me çanda me ye, çanda me hebûna me ye" di 12'ê Îlona 2026'an de li paytexta Swêd Stockholmê festîvala çand û hunerê tê lidarxistin.
Festîval xwedî bernameyeke xurt û dewlemend a çand û hunerê ye. Hunermend Nasir Rezai, Azad Bedran, Lavîn Kobanê, Evîn Akbaş, Harûn, Sîdar Yîgît, Hamîd Osman, Dilo Dogan, Agît Yetîz wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK-Swêd) Menîce Yîgît Yildirim û Battal Batty têkildarî festîvalê daxuyaniyek dan û bangawazî kirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku festîval 23 sal in tê lidarxistin û ji bo xwedîderketina li çand, nasname û nirxên şoreşê xwedî girîngiyeke mezin e.
Hevserokên NCDK-E'yê işaret bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir û ragihand ku ji bo xurtkirina pêvajoyê girîng e gelê Kurd ê li Swêdê yekîtî û hevkariya xwe xurt bike.
Di vê çarçoveyê de bang li Kurdistaniyên li Swêdê bi taybetî jî yên li Stockholm û derdora wê hate kirin ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bibin û bersiveke xurt bidin pêvajoyê. ANF
***
’Bûka Baranê’ li Enqereyê hat nîşandan
Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, Bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna belgefîlma wê ya bi navê Bûka Baranê hat kirin. Gelek hunerhez bi malbatên xwe re tev li bernameyê bûn.
Belgefîlma Bûka Baranê (2013) yekem belgefîlm a derhêner Dîlek Gokçîn e. Di belgefîlmê de qala gundê Befircan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de di sala 1989an de wêneyekî xwendevanên dibistanê tê kişandin, dike. Mijara jiyana van xwendevanan a bişaftin, şêr û pevçûna Kurdistanê yên ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve tê meşandin, tê vegotin.
Bername bi pirs û bersivandina li ser vê belgefîlmê dawî bû. ENQERE
***
Festîvala Zarokan bi dawî bû
Bi beşdariya 35 komên hunerî yên ji tevahî pêkhateyên herêmê, çalakiyên Festîvala Zarokan a 11’emîn bi dawî bûn.
Festival 3 rojan bi çalakiyên stran, şano û govendên folklorîk li Navenda Aram Tîgrn a bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê dewam kirin.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi diruşma “zarok bîra siberojê û hunera jiyanê ne” festîval organîze kir.
Di festîvalê de beşdariyeke girse ya zarokên ji tevahî bajarên Herêma Cizîrê hebû.
Di roja dawî de, 12 komên beşdar bûn. Koma Kulîlkên Rojava stran, koma kulîlk şano, koma Feraşîn şano, koma Resen govenda koçerat pêşkêş kirin.
Çalakiyên roja dawî bi şanoyan bi dawî bûn. ANHA
***
Li Ranyayê olana helbest û wêjeya jinan
Li navçeya Ranye Festîvala 2’emîn Helbest û Wêjeya Jinan bi tevlîbûna gelek rewşenbîr û 14 jinên helbestvan hate lidarxistin.
Li salona Rewşenbîrî ya navçeya Ranye ser bi îdareya serbixwe ya Raperîn, Festîvala 2’emîn a Helbest û Wêjeyê Jinan ya salane bi tevlîbûneke xurt a rewşenbîran hate lidarxistin.
Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê ya Raperîn Raber Omer axivî û diyar kir ku tevlîbûn li ser asta navçe û bajarên Herêma Kurdistanê bûye û got: “Salane bi tevlîbûna jinên helbestvan festîvalê lidar dixîn. Di festîvala îsal de jî 14 jin cihê xwe girtine.”
Raber Omer destnîşan kir ku armanca wan ewe ku zêdetir xizmeta huner û çanda Kurdî bikin û girîngî bi kêrhatiyên jinan bidin.
Helbestvan Sazan Talib jî axivî û diyar kir ku girîngiya çalakiyên wiha pirin û got: “Jinên li hemû deverê li hev kom kiriye û kariye dengê jinan bigihîne. Îro em dengbêjiya jinan di gelek çalakiyan de dibînin. Ev yek mirov dilxweş dike.” ROJNEWS







