Ez bi dengê dengbêjan mezin bûm

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Tebax 2026 - 18:00

  • Muzîkjen û hilberînerê muzîkê Hakan Akay diyar kir ku di zarokatiya wî de, dengbêj her tim dihatin mala wan û got ew bi dengê dengbêjan mezin bûye. Hakan Akay got:"Xema min ne tenê curbecurbûna amûran bû. Tiştê ku ez bi rastî lê digeriyam ev bû ku em çawa dikarin bi awayekî herî rast nêzîkî çîrokê bibin."

ERKAN GULBAHÇE

Muzîkjen û hilberînerê muzîkê Hakan Akay di bîst û neh salên borî de rasterast beşdarî zêdetirî 200 albûmên ku li dîasporaya Ewropî hatine hilberandin bûye. Wî her wiha muzîka belgefîlmên "Dîroka ji Agir" û "Vejîna Kurd" a 90 beşî çêkiriye. Her melodiyek ku di muzîka Hakan Akay de deng vedide, şopa dengên ku bi sedsalan di bîra gelekî ya tepeserkirî lê qet nehatî jêbirin de derbas bûne, hildigire. Pratîka wî ya afirîner hewldanek bîranîn û ji nû ve avakirinê ye û bi hişmendiya siyasî û estetîkî hatiye honandin, ji muzîka belgefîlm bigire heta xebatên arşîvê, ji kevneşopiya dengbêjiyê bigire heta aranjeyên hemdem. Em bi Hakan Akay re li ser jiyana wî, rêwîtiya wî ya muzîkê, pêvajoya wî ya afirîner û rewşa niha ya muzîka Kurdî axivî.

Rêwîtiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Hişmendiyeke xurt a Kurdî di malbata min de hebû. Ez di malekê de mezin bûm ku zaravayên Kurdî, Kurmancî û Zazakî tê de bi hev ve girêdayî bûn. Karûbarên karsaziyê yên bavê min ji sînorên gund wêdetir diçûn. Dengbêj her tim li mala me hebû. Navên navdar ên wekî Dengbêj Huseyno, Sîdîqo û Zaharo mêvanên me yên gelek caran bûn. Pîrên Elewî jî mêvanên me bûn.

Li gel birayê xwe yê mezin Soydan Akay, ku 32 salan di girtîgehê de ma, min jî ev têkoşîn dema ku ez tenê 18 an 19 salî bûm, dît. Em bi kevneşopiya siyasî ya ku me ji bav û birayên xwe mîras girtibû mezin bûn. Ji aliyê polîsan ve bi ser mala me ya li Îzmîr û Stenbolê dihate girtin. Yên ku ji girtîgehê dihatin berdan pêşî dihatin mala me. Ez di 18 saliya xwe de çûm girtîgehê. Berî wê jî, ez bi tundî li nasnameya xwe ya çandî digeriyam. Li mala me, muzîk jî ji destpêkê ve beşek ji vê nasnameya siyasî bû. Îro, ez dikarim nasnameya xwe ya Kurd bi muzîkê herî zêde îfade bikim. Ji bo min, Kurdbûn ne tenê bi kevir, ax an alan tê destnîşankirin; ew çandek, zimanek, bîranînek e.

Gelo tu karê xwe yê profesyonel ê yekem bi bîr tînî?

Karê min ê profesyonel ê yekem li Elmanyayê bû. Ez yek ji wan Kurdên pêşîn bûm ku beşdarî dibistana Tonmaysterlik bûm. Wê demê, min li Zanîngeha Heinrich-Heine ya Dusseldorfê sosyolojî dixwend. Lê eleqeya min bi muzîkê re hebû. Ji ber vê yekê, min qeyda xwe li dibistanek taybet a tonmaysterlik çêkir. Li wir min perwerdehiya hilberîna muzîkê wergirt.

Di vê pêvajoyê de, projeya Ozan Serhat a li ser Hewlêrê yekem berhevoka min a cidî bû. Bi hevalên ji xeleka Hûnerkomê re, me xwe gihand arşîvên konsert û TV yên Ozan Serhat. Min pêvajoya paqijkirin û sererastkirina tomarên dengan bi rê ve bir. Min her wiha saz û cura lêxist. Ev gava min a yekem a profesyonel bû. Piştî wê, ez li ser albûma Ozan Maruf xebitîm û ez bi gelek hunermendên wekî Aram Tîgran, Xero Abbas, Çarnewa, Mikail Aslan, Ahmet Aslan û Delîl Dîlanar re xebitîm. Bi demê re, min xwe di nav dehan projeyan de dît.

Hûn hevsengiyeke çawa di navbera hêmanên muzîka kevneşopî û nûjen de çêdikin?

Hûn dikarin bersiva herî baş a vê pirsê di xebata me ya bi Delîl Dîlanar re bibînin. Kevneşopiya xurt a dengbêjiyê ya Delîl û perwerdehiya wî ya meyê ya ji Egîdê Cimo girtibû, bû sedema derketina derve ya dengekî taybet. Ji bo ku heqê vî dengî bidim, min hewl da ku vegotina kevneşopî bi amûrên nûjen re bînim gel hev.

Di zarokatiya min de, dengbêj her tim dihatin mala me. Ez bi guhdarîkirina dengê wan mezin bûm. Piştî ku ez hatim Ewropayê, min hîs kir ku sînordarkirina van vegotinên kûr tenê bi bilûr an meyê têrê nake. Min hewl da ku bi amûrên wekî têl, piyano û perkusyonê van çîrokan zêde bikim.

Xema min ne tenê curbecurbûna amûran bû. Tiştê ku ez bi rastî lê digeriyam ev bû ku em çawa dikarin bi awayekî herî rast nêzîkî çîrokê bibin. Min her perçeyek, her dengek wekî rêyek ji bo vegotina wê çîrokê çêtir dihesiband. Ev nêzîkatî di her projeya ku min bi Delîl re dikir de hebû. Ev ne tenê ji rêzgirtina min ji bo dengê wî, lê di heman demê de ji kokên min ên bi xwe, rewşên transê yên ku ez dijiyam, xaniyên Cem ên li mala min û girêdana min a bi atmosfera dengbêjiyê re jî derket holê.

Huner berî her tiştî ji bo te ye. Tu nikarî muzîka ku tu lê guhdarî nekî ji bo hinekî dinê çêbike. Ji ber vê yekê min pêşî ev muzîk ji bo xwe fêm kir û hîs kir û dû re jî bi yên din re parve kir. Muzîka Kurdî ji hêla sînorkirinên koçertiyê ve bi teşe bûye. Kesên ku nikaribûn piyano, gîtar, an jî saz hilgirin, tenê dikarîbûn bilûrê bi xwe re bibin. Heta mey jî kêm bû.

Kurdan mey çawa nas kirin ?

Me cara yekem Meya Kurdî di destê Egîdê Cimo de dît. Wî amûra ku Ermenî jê re dibêjin duduk û Azerî jê re dibêjin balaban girt û bi rêbazên xwe yên bêhempa, bi hûrguliya akademîsyenekî, li ser xebitî. Ew bi bikaranîna teknîkên wekî şilkirina qamîşê ya di şîr de û şûştina wê, li deng geriya. Gelek kes nizanin ku Egîdê Cimo dengbêjekî pir baş bû. Bi vî rengî, Egîdê Cimo di muzîka Kurdî de wekî afrîner, cîhekî şoreşgerî digire. Lêbelê, dema ku em li paşerojê dinêrin, di sedsala 20'î de, dema ku muzîk qedexe bû û heta hilgirtina amûran jî pirsgirêk bû, hunermendên Kurd xwe li gorî polîtîkayên Tirkîkirinê adapte kirin. Wan ne tenê gotin lê di heman demê de ruhê muzîkê jî bi bikaranîna amûr û formên muzîkê yên Tirkî asîmîle kirin.

Xebata we ya arşîvê ya li ser muzîka Kurdî di çi qonaxê de ye?

Mîr Muzik, ku me di sala 1999'an de damezrand, valahiyek dîrokî ya wê demê tijî kir. Bi damezrandina Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Elmanî, ev qad hîn kûrtir bû. Her du sazî di navenda hewldana parastin û ji nû ve hilberandina rastbûna muzîka Kurdî de bûn.

Mîr Muzik, bi studyoya xwe ya li Dusseldorfê, li derveyî bazara muzîka Tirkiyeyê cîhekî azad, dûrî şêwazên asîmîlasyonê, afirand. Ev ne tenê teknîkî bû; ew zimanek bû ku me bi rastiya xwe afirand, ji hilberandin û şîrovekirina muzîkê bigire heya şêwaza vegotinê û amûrên ku me bikar anîn. Di vê çarçoveyê de, Mir Muzik ne tenê bû şîrketek hilberînê, lê bû saziyek ku dengê xwe afirand û zimanê xwe ava kir. Gelek hunermend, ji Aram Tîgran bigire heya Xero Abbas, ji Delîl Dîlanar bigire heya Mikail Aslan û Ahmet Aslan, tomarên xwe yên yekem di vê studyoyê de çêkirin. Ez bi xwe şev û roj li ser wan xebitîm, beşdarî her qonaxa pêvajoyê bûm.

Piştre, me ev mîrateya çandî bi Enstîtuya Çandî ya Kurdî-Elmanî re gihand astek profesyoneltir. Enstîtuyê avahiyek ava kir ku mafên telîfê ji bo hunermendan misoger kir, berhemên wan li gorî standardên navneteweyî belge kir û dahata wan a rasterast digihêje wan bi rêk û pêk kir. Ev ne tenê qezencek madî bû, lê di heman demê de qezencek exlaqî jî bû. Ew pêvajoyek veguherîna çandî bû. Di heman demê de bi vê pêvajoyê re, di bin serokatiya Cevat Mervan de, me projeyek arşîvê ya mezin da destpêkirin. Me nêzîkî 157 hunermend ji Radyoya Yerîvanê tespît kirin. Xwediyên rastîn ên gelek berheman hatin eşkerekirin. Not hatin çêkirin, repertuwar hatin afirandin û ew veguheztin platformên dîjîtal.

Piştre, "Antolojiya Dengbêjên Kurdî", ku nêzîkî 1500 berheman dihewîne, hate amadekirin. Ev xebata mezin, ku ji Şakiro heta Reşo, ji Botan heta Mêrdînê, ji Çewlikê heta Amedê dirêj dibe, niha di pêvajoya paqijkirin û dîjîtalkirinê de ye. Ew ê bi qasî 3500-4000 rûpelan be û dê di pênc cildan de were weşandin. Ew ê wekî pakêtek mezin bi pirtûk û naveroka xwe ya dîjîtal were pêşkêşkirin.

Bi rêya dîjîtalîzekirinê bandorek çawa li ser pîşesaziya muzîkê çêbûye? Gelo qada muzîka Kurdî karibû li gor vê veguhertinê tev bigere ?

Dîjîtalîzekirin ji bo muzîka Kurdî bûye xeta jiyanê. Bi salan, ev muzîk qadeke nedîtî bû, di tomarên fermî de cih nedigirt. Hunermend niha dikarin rasterast bibînin ka muzîka wan çawa bi raya giştî re deng vedide. Şefafî hatiye bidestxistin. Hişyarî hîn jî pêş dikeve, hîn jî kêmasî hene, lê bi kêmanî derfet hatine afirandin. Platformên dîjîtal bûne amûrek pir hêja ya ji bo hêsankirina girêdana bi raya giştî re.

Di seranserê dîrokê de, heman nîqaş berdewam kirine: "Gelo kaset muzîkê dikuje?", "Gelo CD kevneşopiyê diqedîne?" Lê pirsgirêk ne medya ye. Parastina naverokê di destê me de ye. Berê, dengbêj ji gundekî ber bi gundekî din ve diçûn; niha ew deng ji Singapûrê heta Awistirya, ji Mongolya heta Arjantînê digihîjin. Ev ne tenê ji bo Kurdan, lê di heman demê de ji bo kesên ku qet muzîka Kurdî nebihîstine jî qadeke nû ya têkiliyê ye.

Niha, felsefe, siyaset, bîr û nasname dikarin bi muzîkê re werin hilgirtin. Muzîka Kurdî bûye rastiyek, bi mîlyonan caran hatiye guhdarîkirin û bi sed mîlyonan caran hatiye parvekirin. Ew ne tenê "bazara muzîkê" ye, lê di heman demê de "bazara nasnameya Kurdî" ye jî. Ev nîşan dide ku ev qad çiqas bi hêz e.

Ji ber vê yekê, gelo ev pêvajo bi awayekî rast tê birêvebirin?

Na. Ne hunermend û ne jî sazî ev hişmendî bi tevahî fêm nekirine. Lê ev pirsgirêkek pir-qatî ye. Di serdema pêş de, bi berçavgirtina van kêmasiyan, gengaz e ku encamên pir saxlemtir werin bidestxistin. Divê em ji bîr nekin ka muzîka dîjîtal çiqas dikare bi bandor bibe ger bi rêkûpêk were bikaranîn. Mîna navîgasyonê, heke hûn navnîşana xelet bidin, hûn ê bigihîjin cîhê xelet. Lê gava naveroka rast bi amûra rast re were gel hev, encam watedar e.

Ji hemû muzîkjenên ku tu heta niha bi wan re xebitiye, kê herî zêde îlham daye we?

Di nav mîmarên muzîka Kurdî de, Şivan Perwer berî her tiştî tê, bêyî ku hewcedariya wî bi rêza alfabetîk hebe. Tiştê ku wî ji bo min ewqas taybet dike ne tenê şarezatiya wî ya muzîkê ye, lê rola wî wekî hilgirê ziman, ruh û nasnameyê ye. Dema ku me cara yekem hevdu nas kirin, zimanê di navbera me de Tirkî bû. Lê yekser piştî wê, wî got: "Em Kurd in." Û bi wan gotinan, pêvajoya min a fêrbûn û afirandinê bi Kurmancî dest pê kir. Ez ji wî Kurdî hîn bûm. Bi demê re, em gihîştin xalekê ku min dest bi destwerdana hin gotinên wî kir. Wî bi ken ev yek digot: "Hakan niha gihîştiye wê astê ku ew dikare destwerdana Kurdiya min bike." Ev tiştek bû ku meriv pê serbilind be. Xebata bi wî re, çêkirina muzîkê bi wî re, ne tenê hevkariyek bû, lê girêdanek pîroz ji bo min çêkir.

Berhema herî taybet a vê pêwendiyê projeya "Destana Rojava ya Kurdistanê" bû. Belgefîlmek muzîkê ya 42 deqeyî bû, hema bêje wekî dersek dîrokê bû. Me di sala 2010'an de dest pê kir û di sala 2012'an de temam kir. Şivan, di vê projeyê de, ne tenê wekî hunermend, lê di heman demê de wekî dîroknas, fîlozof, lîstikvanê şanoyê û nivîskar jî beşdar bû. Ew mînaka yekem a vê celebê ya di muzîka Kurdî de bû.

Ev pira ku min bi Şivan re ava kir, min ber bi hevkariyên bi Delîl Dîlanar ve bir. Her projeyek ku min bi Delîl re kir ji bo min wateyek wê ya taybetî hebû. Ji bilî vê, min bi gelek navên hêja re hevkarî kiriye, ji Xelîl Xemgîn bigire heya Diyar; ji Mikail Aslan bigire heya Aynur; ji Ahmet Aslan bigire heya Aram Tîgran. Ez beşdarî gelek projeyan bûme, ji Zozan bigire heya Xêro Ebas. Heta biraziya min Xezal, ku di jiyana xwe de tenê beşdarî projeyekê bûye, ji bo min pir hêja ye. Min tenê strana "Venagere" bi xwişka xwe Turkan re çêkir, lê ew jî cihekî pir taybet digire. Û ji bilî van hemûyan, du proje di jiyana min de bûn xalên lûtkeyî: Dîroka ji Agir û Vejîna Kurd. Bi taybetî beşdarbûna di belgefîlmê Vejîna Kurd de, ji nû ve jiyîna vê dîrokê bi Nûdem, birayê wê Harun û endamên din ên tîmê re, di 30 salên min ên li Ewropayê de lûtkeya berhemên min ên afirîner bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.