
Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) dê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî li dar bixe. Pêşbirk bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî tê lidarxistin. TEV-KOM derbarê pêşbirkê de afîşeke bi şiara “Bêdengiya dilê xwe bikin dengê gelê xwe” parve kir. Serlêdanên pêşbirkê dê di 15ê Îlonê de dawî bibûya lê ji ber daxwazê, serlêdan heta 30yê Îlonê hate dirêjkirin. Ciwanên ku temenê wan di navbera 17-30 salî de ne dikarin serlêdan bikin û tev li bibin. Endamê TEV-KOMê Omer Bayraktar derbarê pêşbirkê de axivî.
Omer Bayraktar diyar kir ku TEV-KOM ji bo koordînasyona xwendekarên zanîngehan hatibû avakirin û got: “Me xwest Kurdî zêdetir dîtbarî bibe û afirandin çêbibe. Gelek kom û xwendekar di nava TEV-KOMê de hatin gel hev. Wekî TEV-KOMê em pêşbirk li dar dixin. Ev pêşbirka me jî dê bibe xebata me ya ku tevahî gel û ciwan tev li bibin. Pêşbirka me pêşbirka helbest û çîrokan e. Ciwan dikarin bi zaravayên Kirmanckî û Kurmancî yên Kurdî serlêdan bikin. Heta niha gelek berhem hatin şandin. Gelek ciwan bi me re ketin têkiliyê û xwestin dema dawiyê ya serlêdanê dirêj bikin. Em em li ser vê difikirin, heta niha dawiya serlêdanê 15ê Îlonê bû, lê em ê bikin 30yê Îlonê. Em li benda berhemên hevalan e.”
‘Em dixwazin zimanê Kurdî geştir bikin’
Omer Bayraktar anî ziman ku ew bi vê pêşbirkê dixwazin ku ciwan ji bo parastin û berdewamkirina Kurdî xwe motîve bikin û wiha axivî: “Em dixwazin xwedîderketina li Kurdî hin zêdetir bikin. Ev pêşbirk bi vî awayî jî ji bo pêşketina zimanê Kurdî bandorê dikin. Berhemên ku ji bo serlêdanê hatin gelek baş in. Bi çalakiyên wiha em dixwazin rêya geşkirina zimanê Kurdî berfireh bikin.”
‘Em li benda tevlibûna ciwanan e’
Omer Bayraktar destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de jî xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî dîsa bidin destpêkirin û got: “Em di nava xwe de li ser xebatên xwe nîqaşan dikin. Li gorî nîqaş û rêgezên me em ê çalakî û bernameyên ku bandorê bide zimanê Kurdî em ê li dar bixin. Armanca me ziman û hevgirtina ciwanan e. Kîjan xebat me bigihîne vê armanca em ê li dar bixin. Bila tevahî ciwan bila berhemên xwe ji me re bişînin. Her keda ji bo zimanê Kurdî tê dayîn gelek girîng e. Em li benda tevlibûna ciwanan e.”
OMER DEMÎR-AW/STENBOL







