
- Vengê Ma ya kolektîfa muzîkê ya serbixwe, armanc dike Kirmanckî (Zazakî) ya ji aliyê UNESCO ve wekî zimanekî di bin xetereyê de tê nirxandin û dîroka gelê Kurd, bi rêya muzîkê zindî bike. Vengê Ma, xebata xwe ya enstrumanî ya sînemayî ya bi navê "DEJ ÊŞ" (Êş) çêkir.
Ev berhema ku lorînek bêpeyv e, balê dikşîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên Kurd di tevahiya dîrokê de lê rast hatine, zextên li ser ziman û çandê û têkoşîna parastina nasnameyê. Xebata ku enstrumanên muzîkê yên kevneşopî bi vegotinek sînemayî re kir yek, astengiyên bi taybetî li dijî perwerdehiya zimanê zikmakî, mafên çandî û mafê xwe îfadekirinê, bi rêya vegotînek muzîkal tîne rojevê.
Vengê Ma "DEJ ÊŞ", wekî îfadeyek muzîkal a bîranîna hevpar û ezmûna dîrokî ya gelê Kurd a li erdnîgariyên cûda perçe bûye, hat avakirin. Di berhemê de berxwedana civakî ya ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser ziman, çand, erdnîgarî û nasnameyê hatine pêşxistin jî, derdikeve pêş.
‘Li cihê ku ziman bêdeng dibe, têl diaxivin’
Di navenda berhemê de dengê tembûra Kurd cih digre. Awazên xembar ên ji têlên tembûrê derdikevin, atmosfera hestyarî ya bingehîn a berhemê ava dike. Di heman demê de dengê amûra kevnar wekî hilgirê bîra çandî tê nirxandin. Vengê Ma, bi gotinên "Dema ku axaftina ziman a kedera wê ye tê qedexekirin, divê têlên tembûrê bi qasî ku erdê bihejînin bigrî” tê vegotin.
Di tevahiya "DEJ ÊŞ" de, mijarên wekî kedera bêgotin, dengên hatine birrîn, tirsa ji windabûne, rêwîtî, bîranîn û berdewamiya çandî, tên nirxandin. Avahiya sînemayî ya bêyî bikaranîna gotinan hatiye afirandin, guhdar vediguhezîne atmosfera lorînek, di navbera muzîka kevneşopî û sererastkirina sînemayî ya nûjen de pêwendiyek çêdike. Kolektîf, dengê tembûra Kurd ne tenê wekî enstrumanek, mîna parçeyekî bîra çandî ya ku ji rabirdûyê ber bi roja me ya îro ve tê veguhastin, dinirxîne. Bi vî awayî "DEJ ÊŞ", li dijî asîmîlasyona çandî banga xwe parastina nasname, ziman û mîrateya muzîkê, bi vegotinek enstrumanî pêşkêş dike.
Xebata Vengê Ma ku dengên kevneşop ên muzîka Kurdî bi zimanekî muzîkê yê sînematîk ji nû ve şîrove dike, armanc dike ji nîqaşên parastina zimanê Kirmanckî û veguhestina bîra çandî ya Kurd a ji bo nifşên pêşerojê re, tevkariyek hunerî pêşkêş bike.
JÎNHA







