Bila çavê me ne li destê dewletê be!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Îlon 2026 - 18:00

  • Mamosteyê Zanîngeha Rojava û lêkolîner Luqman Guldivê got “Divê çavê me li destê dewletê nebe, alternatîfa me ya pêşxistina ziman, siyaset û plansaziyeke me ji bo ziman hebe. Ez bang li malbat û şagirtan dikim ku tercîhên xwe ji bo zimanê xwe bikin û xebatên pêşxistina ziman bidomînin.”

 

Di 27’ê Tebaxê (2026) de hikumeta veguhêz a Şamê biryar da ku di hefteyê de 3 wane, li kêleka Erebî û Ingilîzî bên xwendin. 

Ev biryar li tevahî Sûriyeyê û bi taybet li Rojava bû sedema bertekan. Şagirt, mamoste û malbatên şagirtan xwest perwerdeya herêmên wan bi giştî bi kurdî be. Ji partiyên siyasî û saziyên herêmê jî bertek hatin.

Di vê mijarê de me hevpeyvînek bi Luqman Guldivê re çêkir. Luqman Guldivê di qala xebata zimanê kurdî, biryara hikumeta veguhêz, mînakên dîrokî yên têkoşîna zimanan û pêwîstiyên pêşxistina zimanê kurdî kir.

Loqman Guldivê qala xebata zimanê kurdî ya li Rojava kir û got: “Li Rojava mijara ziman ne mijareke ji 2012’an û vir ve ye. Xebatên ziman ji 2000’î ve bi awayekî birêkûpêk tên kirin. Kêmaniyeke mezin e ku îro muzexaneyek an jî arşîveke xebatên ziman tune ye. Tişta ku dibistanan û saziyên ziman xwe spartinê, ked û xebata ku bi biryareke siyasî bi rêk û pêk bi gihandina mamosteyan fêrkirina kurmancî li Rojava û li Sûriyeyê hatibû dayîn.”

‘Em li aliyê erênî binêrin’

Loqman Guldivê biyara hikumete veguhêz a Şamê wek nêrîna dewletê pênase kir û wiha domand: “Em li aliyê erênî binêrin; zimanê kurdî wek zimanekî nîştimanî hat pejirandin. Ev biryareke di hikmê qanûnê de erênî ye. Dema di zagonê de bibe destûrî, wateya wê mafê zimanekî nîştimanî di destûrê de parastî ye. Wê demê, ya girîng ew e ku civak, kesên siyasetê dikin, rêxistinên sivîl çi qas jêhatî ne. Dikarin çi qasî zimanê kurdî li vir bi cih bikin û bi pêş bixin?

Dîsa biryareke din mijareke destûrî ye, di hikmê qanûnê de Kurdan wek gelekî resen dibîne. Ev jî tê wateya gelekî resen yanî çand û zimanê wê heye. Wê demê di destûrê de jî ev biyar bê naskirin û encamên wê hebin. Dewleta heyî niha qebûl kiriye ku dewleteke unîter e. Mirov dikare di dewleteke wiha de çand û zimanê xwe biparêze. Mînakên vê li cîhanê jî hene. Lê êdî red û qebûlên mutleq bi kêra me nayên. Ev hikumet heye, aliyên Kurdan ên leşkerî û siyasî pê re li hev kiriye. Biryar dane entegre bibin. Wê demê mirov çawa dikare destkeftiyên pêvajoya şoreşê biparêze? Mirov vê pirsê ji xwe bike.”

Modelên li Baskê çi ne?

Guldivê mînaka têkoşîna gelê Baskî ya li Spanyayê da û wiha axivî: “Dema em li dîrokê dinêrin, ev biryarên hikumeta demkî ji biryarên dîktatorê Spanyayê ya Franko zêdetir in. Di salên 1980’yî de Franko diyar kir ku Spanya dewleteke unîter e. Lê negot zimanê Baskî nîştimanî ye û Baskî jî gelekî resen in. Tenê got Baskî dikarin li herêmên xwe karên îdarî bi zimanê xwe bikin. Îro li Baskê 2 herêmên ku li Spanyayê ne, zimanê xwe li dibistan û zanîngehan bi awayekî fermî bi kar tînin. Li wir 3 model hebûn: Spanî zimanê dersdayînê ye, baskî neçarî ye were fêrkirin. Spanî û baskî nîv bi nîv in, her du jî bi qasî hev tên hînkirin. Ya sêyemîn; baskî zimanê perwerdeyê ye, spanî zimanê neçarî ye ku divê xwendekar fêr bibin.

Ev her sê model ji destpêka salên 1980’yî ve cih bi cih kirine. Îro rewşa erdnîgarî ya zimanê baskî guherî. Di rewşeke îro li Bakurê Kurdistanê tê de ye, dest pê kirin. Ji sedî 31’ê kesên temenê wan di ser 65’an re bi baskî dizanîn. Îro ev çawa guherî koma herî zêde baskî diaxive koma temenê wan di navbera 10-14’an de ye. Bi sebir îro gelê baskî zarokên xwe dişîne modela ku zimanê baskî tê de zimanê perwerdê ye û spanî divê fêr bibin.”

‘Sebir û siyaseteke ziman divê’

Luqman Guldivê xebateke wekî ya gelê Baskî ji bo gelê Kurd jî pêşniyar dike û dibêje: “Ji bo vê jî sebir û siyaseteke ziman pêwîst e. Eger siyaset û plansaziyeke me ya ziman nebe, em ê nekarin bi pêş bixin. Divê malbat tercîh bikin. Eger dewlet bêje ji Cizîrê heta Kobanê û Efrînê Kurd dikarin perwerdeya bi kurdî bibînin, gelo dê Kurd zimanê xwe tercîh bikin. Tişta sereke ew e ku siyaset û plansaziyeke ziman a civakê bi pêş bixin. Ev ji hizban wêdetir e. Ev mijareke civakî ye. Nabe em li destê dewletê binêrin. Gelo aqil û vîneke ku siyaseteke ziman daye pêşiya xwe heye yan ne. Aliyên siyasî divê vê tiştê bikim. Rewşenbîr û siyasetmedar dema biryarekê didin civak jî wê biryarê dide. Diyarkirineke siyaseteke ziman a ji bo tevahî Kurdistanê pêwîst e. Li Bakur-Tirkiyeyê, li Rojava-Sûriyeyê, Rojhilat – Îranê pêwîst e. Ez wek mijareke bivê û nevê dibînim û elzem e.”

Di dawiyê de Guldivê bang li malbatên Kurd, mamoste û xebatkarên ziman kir ku xebatên xwe yên ji bo ziman bidomînin, zarokan hîn bikin, pirtûkan bigihînin zarokan, tercîha zimanê xwe bikin.

Luqman Guldivê kî ye?

Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê hatiye dinê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mezin bûye. Xwendina xwe li zanîngehên Göttingen û Parîsê, di beşa kurdolojiyê de temam kiriye. Xwendina bilind li Parîsê temam kiriye. Doktoraya xwe li Beşa îrannasiyê xwendiye û li ser wêjeya devkî ya Botan û Hekariyê, li Almanya-Göttingenê temam kiriye. Piştî xwendina xwe bi dawî kir li zanîngehên Parîs, Göttingen, Erfurt, Hahmburgê ders dane. Lê piranî di çapemeniya kurdî de kar kiriye. Niha li Zanîngeha Rojava û Kobanê dersê dide xwendekarên master û doktorayê. Şewirmendê Navenda Lêkolînên Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava ye.

BERÎTAN ÎRLAN-ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.