Di rêya Yilmaz Guney de

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Îlon 2026 - 17:00

  • Di ser koçkirina sînemager Yilmaz Guney re 42 sal derbas bûn. Sînemager Mehmet Emin Îsî got: "Piştî Yilmaz Guney, Kurd êdî bi çavên xwe li xwe dinêrin û sînemaya xwe çêdikin."

 

Di ser koçkirina Yilmaz Guney (Yilmaz Putun) re ku di sala 1937’yan de wekî zarokê malbateke Kurd li Edaneyê ji dayik bûbû û di cîhana sînemayê de bi navê "Qralê Kirêt" hatibû nasîn, 42 sal derbas bûn. Guney ku ji bo perwerdeya zanîngehê çûbû Stenbolê û li wê derê dest bi sektora sînemayê kirtibû, bi helwesta xwe ya şoreşgerî wateyeke nû da sînemaya ku li Tirkiyeyê ji pirsgirêkên civakî dûr bû. Guney di sala 1959’an de di fîlmên "Bu vatanin çocuklari" û "Alageyîk" ku derhêneriya wan Atif Yılmaz dikir de hem senaryo nivîsî hem jî lîst. Li gel sînemayê, wî ji bo kovarên wekî "Yenî ufuklar" û "On Uç"an jî çîrok nivîsîn. Guney ji ber nivîs û çîrokên xwe bi îdîaya ku propagandaya komûnîzmê kiriye hat darizandin û salek û 6 mehan di girtîgehê de ma.

Di sala 1971’an de ji ber ku Rêberê Eniya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKPC) Mahîr Çayan û hevalên wî li mala xwe veşartibûn, 2 sal cezayê girtîgehê li Guney hat birîn û di dema ku di girtîgehê de bû hat "surgûnkirin". Piştî ku ji girtîgehê derket, nêrîna wî ya li sînemayê guherî; wî dest bi lêhûrbûna mijarên civakî bi perspektîfeke şoreşgerî kir û di sala 1974’an de fîlmê "Arkadaş" kişand. Di heman salî de dema ku li navçeya Yumurtalikê ya Edaneyê fîlmê "Endîşe" dikişand, bi îdîaya ku dadgerê navçeyê Sefa Mutlu kuştiye hat darizandin û di 13’yê Tîrmeha 1976’an de 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî pênc salan, ji girtîgeha ku bi destûr jê derketibû revî û piştî gera li çend welatan li Fransayê bi cih bû. 

Guney xebatên xwe li Ewropayê jî domand, bi giştî di 114 fîlman de lîstikvanî, di 26’an de derhênerî, di 15’an de produktorî û di 64’an de jî senaristî kir. Wî derhêneriya fîlmên wekî "Duvar" û "Suru"yê kir û bi fîlmê "Yol"ê di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiya Zêrîn wergirt. Guney ku 12 salan di girtîgehê de hat ragirtin, ji ber penceşêra ku di 47 saliya xwe de bi bûbû, di 9’ê Îlona 1984’an de koç kir û li Goristana Père Lachaise a li Parîsê hat definkirin.

Endamê Komela Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn e Sînemager Mehmet Emîn Îsî, li ser xebatên Guney, nirxên ku wî afirandine û bandora wî ya li ser sînemaya Kurdî axivî.

‘Sînemaya Tirkiyeyê veguherand’ 

Îsî bi bîr xist ku Guney sînemagerekî gelekî girîng bû ku şêwazê xwe di cîhana sînemayê de derxistiye holê û behsa jiyan û xebatên wî kir û ev tişt got: "Beriya Yilmaz Guney, fîlm bêtir bi rêya lîstikvanan dihatin nasîn. Piştî ku Yilmaz Guney wekî derhêner mora xwe bin fîlman xist, êdî li Tirkiyeyê ekola derhêneriyê derket pêş. Yilmaz Guney wekî derhêner di sînemaya Tirkiyeyê de bû ekolek. Wî hem di sînemaya Tirkiyeyê û hem jî di sînemaya Kurdistanê de ciyê xwe girt. Ji bo Yilmaz Guney mirov tenê bêje 'sînemagerê Tirkiyeyê' an jî 'tenê sînemagerê Kurdistanê' kêm dimîne. Yilmaz Guney bi gava ewil, destpêka sînemaya Kurdistanê çêkir, di heman demê de sînemaya Tirkiyeyê jî veguherand."

Karakterên Guney ên Kurdistanî

Îsî bal kişand ser karakterên Kurd di sînemaya Guney de û wiha pê de çû: "Yilmaz Guney cara yekem di sînemayê de nexasim di sînemaya Bakur de, cewhera karakterên Kurd bi giyanê Kurdî derxist holê. Wî karakter ne wekî biyanî an jî karakterên duyemîn, di heman demê de wekî karakterên rastîn anîn beramberî temaşevanan. Zimanê wan Tirkî bû lê giyan, helwest, çand û sekna wan Kurdî bû. Mînak karakterê Seyyît Xan. Seyyît Xan di dîroka Kurdan de qehremanek e. Wî li dijî dewletê şer kiriye, di serdema Osmaniyan de şerekî mezin daye. Lê Seyyît Xan hatibû mehkûmkirin. Ez bawer dikim Yilmaz Guney ew karakter ji dêya xwe pirsiye. Wî giyan û şexiyeta wî karakterê Kurd anî nav sînemaya xwe. Mînak di fîlmê ‘Umut’ de jiyana faytonvanekî ku ji Kurdistanê koçî Edeneyê kiriye vedibêje. Bavê Yilmaz Guney bixwe jî ajokerî dikir. Karakterê li wê derê tam mîna bavê wî ye, jiyana ku tê de ye mîna xwe nîşan dide, bêyî ku ajîtasyonê bike an zêde bike bi hemû rastiya xwe vedibêje. Dîsa fîlmê ‘Suru’ li aliyekî li dijî pîşesazîbûnêhelwestek e. Windakirina çanda Kurdî ya li hemberî pîşesazîbûnê tîne ser perda spî. Fîlmê ‘Yol’ jî dîsa yek ji şakarên bingehîn ên sînemaya Kurdistanê ye. Di fîlm de ji 7 herêmên Tirkiyeyê 7 karakter hene. Li wê derê jî herî zêde li ser Kurdistanê rawestiya ye. Karakterên sereke karakterên Kurdistanî ne. Di fîlm de atmosfera herêma Serhedê, sarbûn, sekn û çanda wê tê nîşandan. Windakirina karakterê xwe jî, rastiya wî jî nîşan dide."

Karakterên serbilind xist nav sînemayê

Îsî destnîşan kir ku Guney karakterên di fîlmên xwe de tu carî piçûk nexistine an jî ew neheq nîşan nedane, rastiya mirovan mîna ku heye derxistiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di serdema Yeşîlçamê de beriya Yilmaz Guney sînema xwedî tevneke yek cure û qalibgirtî bû. Temaşevanan salon dagir dikirin lê fîlm bi sîparîşên diyar dihatin çêkirin. Yeşîlçam pîşesaziyeke temam bû. Yilmaz Guney di nav vê pîşesaziyê de guherîneke mezin afirand. Karakterên Kurd ên di Yeşîlçamê de berê karakterên hişk, komîk, nezan, çêrker û tiştekî nezani bûn. Yilmaz Guney vê nêrînê bi temamî guherand. Karakter çawa ba wî mîna xwe nîşan dida. Karakterê Seyyît Xan binêrin; yekî serbilind e, li dijî dewlet û axayan şer dike û karakterekî rastîn e. Yilmaz Guney vê guherînê di Yeşîlçamê de bi ser xist û ev yek ji temaşevanan re da pejirandin."

Ji sînemagerên Kurd re bû mînak

Îsî diyar kir ku bandoreke gelekî mezin a Guney li ser ji sedî 90î sînemagerên Kurd heye û destnîşan kir ku ew li çar parçeyên Kurdistanê gelekî baş tê nasîn û sînemaya wî baş tê şopandin û got: "Yilmaz Guney karakterekî taybet e. Bi sînemaya xwe, bi sekna xwe. Mînaka sînemaya ku wî kiriye di cîhanê de gelekî kêm e. Di wê serdemê de ji ber ku fîlmekî gelekî mezin kişandibû di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelat wergirt. Bingahekî rast û bihêz ava kir. Gelê xwe pir baş şopand. Mînak di fîlmê ‘Yol’ de li kîjan karakterî binêrî, tu dikarî li gundên Kurdistanê rastî wî karakterî werî. Çavdêriyeke gelekî kûr dike. Ev jî ji bo sînemagerên Kurd mînakek bû. Sînemagerên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê Yilmaz Guney ji xwe re dikin mînak. Ew dixwazin di şêwazê sînemaya wî de tiştan bikin.

Tevgera azadiya Kurd û sosyalîstên Kurd di vê seknê de ne. Yilmaz Guney azadiya gelê Kurd dixwest, digot 'Bila statuyeke Kurdistanê hebe'; lê di heman demê de ji bo hemû gelên bindest ev yek dixwest. Di axaftina xwe ya di bernameya Newrozê ya ku Enstîtuya Kurdî ya Parîsê amade kiribû de jî anîbû ziman: Behsa têkoşîna hevpar a gelên Kurd û Tirk, behsa têkoşîna bindestan dikir."

Rêya herî bi hêz ji bo bibîranîna Yilmaz Guney 

Îsî anî ziman ku ji bo xewnên Guney ber bi pêş ve bibin û hemû gel bigehêjin azadiya xwe, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gaveke mezin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema em li jiyana sînemageran dinêrin, Yilmaz Guney li Tirkiye û Kurdistanê, Ousmane Sembène li Afrîkayê, Jean-Luc Godard li Fransayê mînakeke mezin in. Hunerên sînemagerên sosyalîst ên wiha gelek caran ji bo berxwedana gelên wan bûye gavek. Hunerên xwe bi vî awayî derxistine holê. Pêwîst e sînemagerên Kurd jî vê yekê bizanibin. Yilmaz Guney dikaribû 400-500 fîlman bikşîne, jiyana xwe bi wî awayî bi rehetî derbas bike. Lê wî êş û derdên gelê xwe kir çîrok. Ji ber vê yekê gelek fîlmên wî hatin komkirin, asteng kirin ku neyên temaşekirin lê Yilmaz Guney ji vê yekê paşve gav neavêt. Hemû daxwaza wî anîna ziman a êşên gelê xwe û bindestan bû. Kesê ku Yilmaz Guney ji xwe re dike mînak divê di vê astê de bisekine: 'Ez dikarim bi çîroka xwe çawa xizmeta gelê xwe bikim, ez dikarim hunera xwe çawa ji bo gelê xwe bi kar bînim?' Ev rêya herî bihêz e ji bo bîranîna Yilmaz Guney."

RÛKÎYE PAYÎZ ADIGUZEL-MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.