‘Xanima Şanoya Kurdî’ Gulistan Tahir wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2026 - 17:30

  • Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subari dihat naskirin, li bajarê Bochum ê Almanyayê koça dawî kir. Gulistan Tahir, bi xebatên xwe yên muzîk, şano û lîstikvaniyê re li ser qada huner û çanda Kurdî şopeke girîng hişt.

 

Gulistan Tahir ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di sala 1984`an bi stranbêjiyê, endamtiya komên folklora Kurdî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kiriye. hejmarek stran pêşkêş kirine ku yek ji wan jî strana navdar a “Qamişloka Evînê” ye.

Gulistan Tahir di nava malbateke hunerperwer de ji dayik bûye, bavê wê hunermend Necim Omerî ye û dayika wê stranbêj Hesîna Omerî ye. Xwişka wê Mizgîn Tahir hunermanda operayê ye, birayên wê Remedan Necim Omerî û Şikrî Sobarî jî hunermendên navdar in.

Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subarî dihat naskirin, piştî dehan salên jiyana hunerî ya di qada stranbêjî, şano û lîstikvaniyê de, duh koça dawî kir. Rêwîtiya Gulistanê ya hunerî tenê bi stranbêjiyê sînordar nema, paşê wê berê xwe da qadên şano û lîstikvaniyê, bi derhêner û nivîskarê şanoyê Adil Îsmaîl re xebat daye meşandin. Gulistanê xebatên xwe yên hunerî piştî çûyîna xwe ya Almanyayê domandin, beşdarî gelek çalakiyên hunerî û çandî yên Kurdî yên li Ewropayê bû.

Gulistan Tahir di Mîhrîcana Şanoyê ya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê de xelata lîstikvana herî baş wergirtibû.

Windahiyeke mezin a hunerê

Piştî nûçeya wefata wê, Komeleya Çand û Civakî ya Newroz a li Lubnanê, hunermend bi bîr anî û wefata wê ji bo cîhana huner û şanoya Kurdî wekî windahiyek mezin bi nav kir. Komeleyê, diyar kir ku Gulistan Tahir bi jêhatîbûn, hewesa xwe ya ji bo hunerê û serkeftina xwe ya zindîkirina karakterên şanoyê de dihat nasîn.

Her wiha komeleyê, rêwîtiya hunerî ya Gulistan Tahir a beşek girîng jiyana xwe fedayê çand û şanoyê kir bi bîr anî û sersaxî ji malbat, hevkarên wê yên di cîhana huner û şanoyê de û hezkiriyên wê re xwest. Kombenda Newroz a Çandî û Civakî li Lubnanê, ji ber koça dawî ya lîstikvan û hunermenda Kurd Gulistan Tahir peyamek sersaxiyê weşand. Kombendê di peyama xwe de da xuyakirin ku ew ji ber koça dawî ya vê "sembola afirîner" gelekî xemgîn in û sersaxiyên xwe yên ji dil ji malbat û civaka hunerî re xwestin. Her wiha hate tekezkirin ku windakirina Gulistan Tahir ji bo qada hunerî û dikê ya Kurdî valahiyeke mezin e, ji ber ku ew yek ji stêrkên herî geş ên wê qadê bû. Peyama sersaxiyê ku ji aliyê Komîteya Medyayê ya Kombenda Newroz ve hat weşandin, bal kişand ser jêhatîbûna bêhempa ya hunermend Gulistan Tahir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewesa wê ya kûr ji bo zindîkirina karakteran û veguhestina peyamên hunerî ji temaşevanan re, ew kiriye kesayeteke pir taybet û koça wê ji bo tevahiya civaka hunerî windahiyeke bêhempa ye.

‘Xanima şanoya Kurdî’

Piştî koça dawî ya hunermendê, hevjîn û hevkara wê ya hunerî di kariyera wê ya afirîner de, ew wekî "Xanima şanoya Kurdî li herêma Rojavaya Kurdistanê" bi nav kir. Diyar kirin ku ev sernav ne tesaduf e, belkî encamek xwezayî ya beşdariyên wê yên berfireh û bandora kûr e ku wê li ser şano û hezkiriyên hunerê hiştiye.

JÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.