Li Venedîkê filmekî Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Îlon 2026 - 14:00

  • Xalîçeya sor a Festîvala Fîlman a Venedîkê ku çalakiya sînemayê ya herî kevn a cîhanê ye, îsal dibe dika çîroka Pêşmergeyeke jin a wêrek.

 

Festîvala 83yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê dest pê kir û li festîvalê dê fîlmê Helkewt Mistefa yê bi navê “Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê” jî were nîşandan.

Festîval dê heta 12yê Îlona 2026an bidome.

21 fîlm di beşa pêşbirka sereke ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê de ji bo Xelata Şêrê Zêrîn pêşbaziyê dikin. Bi dehan fîlm jî di beşên din de dê derkevin pêşberî sînemahezan. Berhemên derhênerên hoste yên wekî Werner Herzog, Hirokazu Kore-eda û Martin McDonagh di festîvalê de derdikevin pêş.

Fîlmê " Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê" jî beşdarî Festîvala Fîlman a Venedîkê dibe. Fîlm qala Pêşmergeyeke jin a wêrek dike ku ji bo rizgarkirina xwişka xwe ya ku DAIŞê revandiye têdikoşe. Lîstikvana sereke ya fîlmê Avan Cemal e û derhênerê fîlmê jî Helkewt Mistefa ye.

Fîlm di beşa bi prestîj a festîvalê "Asman" (Orizzonti) de pêşbaziyê dike. Fîlm qala têkoşîna jineke Kurd a nîşangir dike ku li dijî DAIŞê şer dike. Avan Cemal bi performansa xwe ya di fîlmê de balê dikişîne ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.