Bila hemû ders bi Kurdî bin

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2026 - 15:15

  • Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 27`ê Tebaxê de têkildarî biryara xwendina bi zimanê kurdî biryarek da, ev biryar ji hêla şêniyên li Kobanê û parêzgeha Hesekê ve rastî nerazîbûnê hat.

 

Têkildarî mijarê şênî û xwendekarên li bajarê Kobanê axivîn. Ewş Ehmed bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman: “Ez wek dayikek vê biryarê red dikim, ji 14 salan ve zarokên me di hemû qonaxên dibistanê de bi zimanê kurdî dixwînin.”

Ewşê wiha axaftina xwe domand: “Em wek dayik piştî ew qas salan ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê berê xwe didin dibistanan, em dixwazin zarokên me jî fêrî zimanê xwe bibin, bi taybet xwendekarên ku hemû qonaxên dibistanê temam kirine dê çawa ew xwendekar ji sifirê ve careke din biçin zimanekî ne zimanê xwe fêr bibe?”

Elî Yûsif dayîna 3 dersan di hefteyekê de red kir û got: “Em wek şêxên li Kobanê vê biryarê red û şermezar dikin.” Xwendekara Zanîngeha Kobanê Evîn Muslim jî ev daxwaz kir: “Hemû waneyên me bi zimanê kurdî ne, em zimanê erebî red nakin, lê divê perwerdeya zimanê kurdî ji bo materyalan esas be, ez vê biryarê red dikim û dixwazim bê sererastkirin.”

ANHA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.