Êdî bi Kurdî!

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Îlon 2026 - 15:30

  • Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê ji 2017yan ber bi îro ve bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî perwerdehiyê dide û heya niha 10 hezaran kesî perwerde kir û bênavber atolyeyên ziman li dar dixe.

 

Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglu derbarê statuya zimanê Kurdî û xebatên MED-DERê de axivî.

Remzî Azîzoglu anî ziman ku li bakûrê Kurdîstanê ji ber ku polîtikayên dewletê yên bişaftinê zêde ne, zimanê Tirkî zimanê sereke ye û wiha axivî: “Li bakûrê Kurdîstanê dewletê gund valakirin, ji bo zarokên 5 salî qireş vekirin û zarok ji zimanê dayikê dûr xistin. Kurd bûne koçber, neçar man û di bajaran de man û zimanê xwe ji bîr kirin. Bişaftineke pir mezin di nav wan 20 salan de hate meşandin. Axaftina rêjeya zimanê Kurdî pir ket mixabin. Em armanç dikin ku l i bakûr Kurdîstanê rêjeya zarokan a axaftina Kurdî zêde bikin. Daxwaza me ew e ku gelê me giraniyê bidin zimanê xwe, ji ber ku zimanê me nasnameya me ye. Em ê bi dirûşmeya ‘Êdî bi Kurdî’ giraniya xwe bidin ziman û çanda xwe.”

‘Em bi du zaravayê Kurdî perwerdehiyê didin’

Remzî Azîzoglu bal kişand li ser perwerdeya zimanê Kurdî û wiha got: “Perwerdeyên me wek atolye didome, salê 4 beş, her beş 3ê mehan didome. 2 zaravayê Kurdî em perwerdê didin Kurmancî û Kirmanckî. Em di destpêkê de destpê dikin heya asta mamostetiyê perwerdehiyê didin. Asta mamostetiyî yek salê didome. Serlêdanên me yên havînê diqedin, serlêdanên me yên payîzê dest pê dikin. Atolyeyên me hem rû bi rû hem jî serhêl (Onlîne) in. Em serlêdanên xwe li ser rûpelên xwe yên medyaya dîjîtal parve dikin. Dema ku zarok diçin dibistanê, zimanê xwe yê zikmakî ji bîr dikin. Em jî li hemberê wê rewşê dixwazin zimanê Kurdî bigihîje statuya xwe û neyê jibîrkirin. Daxwaza me zimanê Kurdî bibe zimanê fermî xebatên me jî li ser vê yekê didomin.”

AW/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.