
- Tony Gatlif weke derhênerekî koçber, nasname, muzîk, koç û azadiyê kire bingeha sînemaya xwe. Ji Latcho Drom heta Gadjo Dilo û Exils, filmên wî çîroka wan mirovan tîne ser perdeyê ku li keviya dîrokê mane. Ji lewma sînemaya wî deng û ruhê “yên din” e û mirovan ber bi kokên wan ve dibe.
Tony Gatlif, bi navê xwe yê rastîn Michel Dahmani, li Cezayîrê ji dayik bû û di ciwaniya xwe de, di dema şerê serxwebûna Cezayîrê de, bi malbata xwe re koçî Fransayê kir. Bavê wî ji Kabîl bû, dayika wî jî roman bû. Ev koçberî, dûrbûna ji welat û hesta bêcihwarbûnê dê di jiyana wî de her weke birînekê bimana û paşê bibûna mijarên sereke ên sînemaya wî. Tony Gatlif ji sala 1975an ve dest bi derhêneriya filman kir û hêdî hêdî cîhanek taybet a sinemayî ava kir; cîhaneke ku tê de rêwîtî, koç, nasname, azadî û mirovên ji rêzê hebûn.
Tony Gatlif weke pêşengê “Sînemaya Romanan” tê zanîn. Di filmên wî de, roman ne karakterên li paşperdeyê ne û ne jî tenê wekî “yên din” tên dîtin. Ew xwediyên çîroka xwe ne. Filmên wekî Les Princes, Latcho Drom, Gadjo Dilo, Vengo û Liberté bi awayên cuda jiyana romanan, rêwîtiya wan, muzîk û têkiliya wan bi cîhanê re vedibêjin. Lê Gatlif tenê li ser civakeke taybet nasekine. Di binê van çîrokan de pirsek mezintir heye: mirov di cîhanekê de ku her tim dixwaze wî bi nav, welat û nasnameyekê ve girêbide, çawa dikare xwe azad bihêle?
Latcho Drom: dema muzîk dibe ziman
Di sînemaya Gatlif de muzîk ne tenê dengê paşperdeyê ye; muzîk dibe ziman û carinan jî dibe çîrok. Di Latcho Drom de, Gatlif rêwîtiya romana bi stran, govend, ritm û muzîkê vedibêje. Kamera li pey wan diçe û muzîk dibe havênê ku welat û mirovan bi hev ve girêdide. Di film de deng û beden bi ahengeke xweşik dîrokekê tînin ziman. Ji ber vê yekê Latcho Drom ji filmekî li ser muzîkê zêdetir e: ew filmeke li ser bîranîn, koç û domandina nasnameyê ye.
Gadjo Dilo: “yê din” kî ye?
Di Gadjo Dilo de Gatlif bi pirsek din dadikeve qada sînemayê: “yê din” kî ye? Karaktera sereke ji derve tê, lê di nav civaka roman de hêdî hêdî sînorên di navbera “ez” û “yê din”nas dike. Gatlif nîşan dide ku mirov carinan bi nenasî û dûrbûnê “yê din” ava dike. Dema ku hevdîtin dest pê dike, ew sînor jî dest bi windabûnê dikin. Di vê filmê de, muzîk û jiyan ji zimanê siyasî an nasnameyî hêzdartir dibin; ew dibin rêyên ku kesan digihînin hevdu.
Exils: rêya vegerê
Mijara koç û lêgerîna kokê di Exils de dîsa xwe dide der. Du ciwan ji Fransa ber bi Cezayîrê ve diçin û ev rê ji bo wan dibe lêgerîna nasname û bîranînê. Lê Gatlif dizane ku vegera welatê bav û kalan ne her tim vegera malê ye. Mirov dikare vegere cihê ku ji wir hatiye, lê nikare her tim vegere wê cîhana ku di bîranîna xwe de hiştiye. Exils bi vî awayî ne tenê filmekî li ser vegerê ye, lê filmeke ku vê pirsê dike: gelo mirov dikare kokên xwe dîsa bibîne, an divê di rêyê de xwe ji nû ve ava bike?
Sînemaya rê…
Gelek karakterên Gatlif li cihê xwe namînin. Ew diçin, digerin, vedigerin û dîsa rji xwe re li rêyan digirin. Ji ber vê yekê, sînemaya wî dikare wekî sînemaya rê jî were şirovekirin. Lê rê li cem wî tenê rêya ji cihêkî bo cihêkî din nîne. Rê jiyan, lêgerîn û guherîn e. Mirov di rêyê de ne tenê cihê xwe, lê carinan nasnameya xwe jî diguhezîne. Ji bo Gatlif, mirov ne tiştekî temamkirî ye; mirov her tim di çêbûnê de ye.
Sînemaya li dijî stereotîpan
Her çend navê Gatlif bi sinemaya roman re were hilanîn jî sînemaya wî li ser sînorên civaka roman namîne. Koçberî, bêwelatî, ciwan û kesên li derveyî navendê mane di filmên wî de cih digirin. Wî kameraya xwe ber bi wan kesan ve zivirand ku pirrî caran ji aliyê sînemaya navendê ve wekî “yên din” hatine nîşandan. Lê Gatlif weke kesekî biyanî ji derve de li wan temaşe nake; wî hewl da ku deng, beden, muzîk û çîroka wan ji hundir ve nîşan bide. Di vê maneyê de, sînemaya wî hem sînemaya nasnameyê ye û hem jî sînemaya li dijî stereotîpan e.
Mîrasa Tony Gatlif
Tony Gatlif di 4ê Îlona 2026an de, di 77 saliya xwe de, li Arlesê koça dawî kir. Lê mirina wî dawîya rêya wî nîne. Wî ji xwe re cîhaneke sinemayî hişt ku tê de muzîk, rê, koç û azadî bi hev ve girêdayî ne. Filmên wî me dixin nav jiyana kesên ku carinan ji nav çîrokên mezin ên dîrokê hatine derxistin. Wî nîşan da ku sînematografî dikare ne tenê mirovan nîşan bide, lê her wiha dikare dengê wan jî bide wan ango li wan vegerîne. Belkî mîrasa herî mezin a Tony Gatlif jî ev e: kameraya wî her tim li pey mirovan çû, lê di dawiya dawî de li azadiyê digeriya û dixwest azadiyê nîşan bide.
NAVENDA NÛÇEYAN







