
- Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara 13an a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger" derket.
Kovara LEWergerê ev hejmara xwe ya nû bi taybetî ji bo temaya erotîzmê veqetandiye. LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.
LEWerger 4 mehan carekê derdikeve û bi temen jî derbasî sala xwe ya 5an dibe. Hejmara 13an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.
Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin Portugalî, Ermenî, Swêdî, Galîsî, Bulgarî, Erebî, Fransî, Almanî, Rûsî, Îngilîzî, Farisî, Îtalî, Spanyolî û hinek zimanên din hene. Kovar bi Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.
Werger û helbestkar
Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên navdar ên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine.
Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên mîna Ûrfan Kenî, Serhat Aydin, Samî Hêzil, Newzad Valêrî, Guven K., Rizgar Elegez, Ciwan Qado, Tengezarê Marînî, Selîm Nalî Gulfiraz, Vrezh Kosayan, Azad Rêbiwar, Dîlan Şewqî, Nûwar, Aysel Tabak, Alan Hemo, Besam Mistefa, Azad Ekkaş, Elîşêr, Jiyar Homer û hinek wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.
Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 13an de ev hejmar ji mijara erotîzmê re veqetandiye. Komîteya weşana kovarê di pêşgotina xwe de dibêje: "Erotîzm ji wî cihê ku peyv nikare her tiştî bêje dest pê dike. Ew ne tenê behsa laş, arezû yan kêfê ye. Ew rewşek e ku mirov tê de xwe û yê/a din bi awayekî nû hest dike; kêliyek e ku dîwarên di navbera me û bedenên me de avabûyî, hêdî hêdî derzê dixwin û diherifin. Erotîzm di helbestê de ne tenê nîşana arezûya cinsî ye. Ew dikare bibe zimanê hezê, yê azadiyê, yê serhildanê û carinan jî yê tenêbûnê. Mirov di wê de ne tenê li laşê yê/a din, li yê xwe jî vedikole. Ji ber vê yekê, erotîzm carinan ji xala herî nêz dest pê dike lê di dawiyê de mirov tîne dixe nava guloka pirsên herî kûr ên hebûnê."
Spasiya sponsoran
Komîteya weşanê di dawiya pêşgotina xwe de spasiya sponsorên vê hejmarê jî dike û wiha dibêje: "Û axir, spasiyên jidil ji bo sponsorê me yê hejmara 11, 12 û 13an, xemxwirê karên Kurdewar hêja Faruk Muhsînoglu; ji bo vê piştevaniya çak em malavahiyê lê dikin."
Komîteya weşanê û edîtor
Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H. Edîtorên vê hejmara 13an jî ev in: Yeqîn H., Samî Hêzil, Alan Hemo, Aysel Tabak, Aydin Ekîn, Buhişt Issa, Seyîdxan Kurij, Hoşeng Nizarî û Elîşêr in. Redaksiyona vê hejmarê jî bi vî rengî ye: Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn H. Xwendina dawî: Osman Bozkurt. Kirmanckî: Seyîdxan Kurij. Soranî: Besam Mistefa. NAVENDA NÛÇEYAN







