Serhat Kural bi sê stranan vegeriya

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Îlon 2026 - 15:30

  • EPa nû ya hunermend Serhat Kural dê ji 3ê Îlonê ve di hemû platformên dîjîtal de bê weşandin. Ev xebata hunermend Kural ji berhemên bi navê Medrenge, Zêrzewan û Bêdengî pêk tê. Kural bi vê xebatê bîra devkî ya muzîka kurdî, şopên erdnîgariyê, bîra kesane û bêdengiyê digihîne hev ku sê vegotinên muzîkê yên cûda ne.

 

Strana yekem a EPê "Medrenge" ye ku awazeke kevneşopiya herêma Serhedê ye ku bi aranjmaneke nûjen digihîne guhdaran. Di vê berhema ku Kural bixwe berhev kiriye de, Nurcan Degirmencî, Meral Tekçî, Hîvda Gokel û Zelal Gokçe bi vokalên xwe cih digirin.

Strana duyem "Zêrzewan"e ku gotin û muzîk a Xalit Tarî ye. Berhem di çarçoveya hêmaya Zêrzewanê de hestên weke hilweşîn, hesret, sûcdarî û şikestina hundirîn bi helbestvaniyeke kûr tîne ziman.

Strana sêyem a EPê "Bêdengî" ye ku gotin û muzîk a Serhat Ertuna ye. Ev berhem ku li pey şopên bêdengiyê, derbasbûna demê, bîranînan û rewşa hebûn û nebûnê ye; bi nexş û sazkirina dengê xwe atmosfereke hundirîn û zindî ava dike.

Serhat Kural kî ye?

Danser û stranbêj e. Yek ji avakarê Mezopotamya Dansê ye. Di gelek projeyên dansê yên li Tirkiyeyê û li derveyî Tirkiyeyê de cih girtiye. Weke stranbêj konserên solo û li gel wê jî yên bi hunermendên din re dide. Di projeya Dîwana Dubeytî de sitraye. Bi  Prof. Dr. Aydin Tekerê koregraf û Zeynep Tanbayê re xebitiye. Wekî koreograf-danser û muzîkjen xebatên xwe didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.