
- Duyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Kurdistanê bi amadebûna 300 dezgehên weşandina navxweyî û Herêma Kurdistanê, her wiha bi pêşkêşkirina zêdetirî 20 hezar sernavên pirtûkan li bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin.
Rêveberê Rewşenbîrî yê Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Elîesxer Deryayî, derbarê vekirina vê pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan li bajarê Sineyê de axivî.
Elîesxer Deryayî ragihand ku duyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Kurdistanê bi amadebûna 300 dezgehên weşandinê yên navxweyî û Herêma Kurdistanê û bi nîşandana zêdetirî 20 hezar navên pirtûkan, li cihê daîmî yê pêşangehên navneteweyî yên bajarê Sineyê hatiye vekirin.
Deryayî bal kişand ser giringiya mijarê û got ku pirtûk çavkaniya herî pêbawer a zanistê ye û pêşxistina çanda pirtûkxwandinê bingeha pêşketina şaristanbûnê ye.
Deryayî her wiha amadebûna dezgehên çap û weşandina Herêma Kurdistanê li gel navendên çapê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê wekî xaleke berbiçav a vê xebatê bi nav kir û diyar kir ku ev bûyera giring nîşaneya asta bilind a pêşangehê ye li ser asta herêmê.
Deryayî da zanîn ev pêşangeh wê heya 14’ê Îlonê dewam bike.
Deryayî di dawiyê de destnîşan kir ku pêşangeh ji bilî nîşandana pirtûkan, birêvebirina semînerên pisporî yên fîzîkî û hunerî, naskirina hêza çandî ya navçeyên parêzgeha Sineyê û nîşandana berhemên nû jî di nav xwe de dihewîne. ANF
***
Huner û behremendiya jineke ciwan
Sozvîn Ehmed (22) ji bajarê Dêrikê ye, ji biçûkaniya xwe ve fêrî neqişandinê bû, ev behre pê re mezin bû û niha jî bûye behremendiyeke ku dikare her tişta ku dibîne bi neqişên xwe bike tablo.
Destpêkê Sozvînê bi pênûsê tablo çêdikirin, lê daxwaza wê li ber vê behreyê nerawestiya, biryar da ku bi rêya perwerdeya li gel yek ji şêwekarên zana giraniyê bide behreya xwe û dest bi perwerdeyê kir. Têkildarî rêwîtiya wê Sozvîn Ehmed got: “Ji biçûkaniyê de malbata min piştgiriya min kir, heta roja îro jî destekê didin, ew ji bo ku ez bibim şêwekar, xewn û hezkirina xwe mezin bikim, ji bo min bûn palpişt.”
Sozvînê got: “Ez gelekî dixwazim beşdarî pêşangehên hunerî bibim, lê heta niha min derfetek nedîtiye. Ez dixwazim li cem ciwanan mîna van behreyan wekî neqişandin, muzîk û stranbêjî pir bibin, li şûna derbaskirina demê bi awayekî bêarmanc, ciwan berê xwe bidin van xebatan.” ANHA







