
Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê yek ji wan saziyên hikûmî bû ku di dema lêhiya dawiya sala borî de rûdayî herî zêde zerer dîtibû. Tevî ku 9 meh di ser lêhiyê re derbasbûye, lê heta niha pirtûkxane nehatiye nûjenkirin. Rêvebirê pirtûkxaneyê jî sedemên wê bi qebareya mezin a ziyanan û nebûna budceya pêwîst a ji bo nûjenkirina wêve girêda.
Di 9’ê Kanûna 2025’an de li sinorê navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê lêhiyek bihêz rûda bû ziyanek mezin bi navçeyê gihandibû. Di dema lêhiyê de av ketibû hin ji saziyên hikûmî û zerer gihiştinê. Yek ji wan jî Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê bû. Tevî ku nêzî 9 meh di ser lêhiyê re derbas bûye jî, lê heta niha pirtûkxane nehatiye nûjenkirin.
Di derbarê mijarê de Rêvebirê Pirtûkxaneya Giştî ya Çemçemalê Hêriş Ebdulrehman axivî û got: “Karê nûjenkirina pirtûkxaneya me bedewame. Mixabin ji ber hin pirsgirêkên teknîkî û îdarî bi taybetî jî aborî bûne sedem karê me dereng bikeve. Lê karkirin ranewestiyaye, niha ji sedî 40 karê nûjenkirinê temam bûye. Li gor dema ku me ji nûjenkirinê re diyarkiribû kar gelek hêdî dimeşe. Heta niha min ti alîkariyek madî wernegirtiye, tenê ji aliyê komîsyona nûjenkirina Çemçemalê ve pênc milyon dînar ji bo kêmkirina metirsiyên lêhiyê li ser pirtûkxaneyê hatiye dayîn, ewjî radestî birêz Serokê Şaredariya Çemçemalê Elî Reuf hatiye kirin. Tiştên ku min wergirtine tenê diyarî û alîkariya pirtûkan bû ku ji tevayî bajar û navçeyên Kurdistanê heta Iraqê ji me re pirtûk anîn.”
20 hezar pirtûk, kovar û rojname zirar dîtin!
Ji ber lêhiyê, li sê taxên Çemçemal û bajaroka Tekye yê zêdetirî 700 mal, 215 dikan û market, 694 wesayît, 10 dibistan û avahiyên hikûmî yên qeymeqamtiyê, pirtûkxaneya giştî, navendên nasname (karûbarên nifûsê), veguhastin û gihandinê û çandê zirar dîtin. Piştî lêhiyê li her çar beşên Kurdistanê kampanyên alîkariyê ji bo navçeyê hatin ragihandin. Di encama kampanyan de zêdetirî 15 milyar dînar hat komkirin. Li gor agahiyan, niha ji wî pereyî nêzî 7,5 milyar dînar maye.
Yek ji wan avahiyên ku herî zêde ziyan gihayê pirtûkxaneya giştî ya Çemçemalê bû, li gor lêkolînên hatine kirin, ziyana gihayî pirtûkxaneyê zêdetirî 60 hezar dolare. Ji ber lêhiyê 20 hezar pirtûk, kovar û rojname ji nav çûn û ji wana 11 hezar pirtûkên cûr bi cûr bûn. Piştî lêhiyê li seranserî Başûrê Kurdistanê kampanya komkirina pirtûkan ji pirtûkxaneya Çemçemalê re hat despêkirin. Lê kampanyê jî nekarî asta ziyana ku çêbûyî telafî bike. ROJNEWS
***
Li Seqizê pirtûkxaneyeke gerok hat vekirin
Li bajarê Seqizê yê parêzgeha Kurdistanê ya Îranê, pirtûkxaneya gerok a yekem hat vekirin.
Di çarçoveya 10’emîn Fûara Pirtûkan a Navneteweyî ya Kurdistanê ku li Sinê dest pê kir de, pirtûkxaneya gerok a yekemîn a parêzgeha Kurdistanê jî li Seqizê hat vekirin. Li gorî nûçeya Kurd Pressê gelek kes tevli merasîmê bûn. Cîgirê Parêzgarê Parêzgeha Kurdistanê Elî Ekber Warmaganî di axaftina xwe ya di merasîma vekirinê de bal kişand ser girîngiya pêşxistina gihiştina gel a ji bo pirtûk û çavkaniyên çandî. Warmaganî diyar kir ku bi ketina xizmetê ya yekemîn pirtûkxaneya gerok a parêzgehê re, ew ê bikaribin biçin gund, herêmên kêmderfet û cîhên ku avakirina pirtûkxaneyek sabît ne pêkan e, bi vê yekê re gihiştina zarok, ciwan û gel a ji bo pirtûk û xizmetên pirtûkxaneyê were dabînkirin.
Rêvebera Giştî ya Pirtûkxaneyên Giştî yên Parêzgeha Kurdistanê Masûme Hesenî Hunsar jî di axaftina xwe ya di merasîmê de diyar kir ku yekemîn pirtûkxaneya gerok a parêzgehê bi mebesta geşkirina edaleta çandî û ji bo ku niştecihên herêmên gundewarî û kêmderfet ên Seqizê ji xizmetên pirtûkxaneyê sûd werbigirin ket xizmetê. Masûme Hesenî Hunsarê anî ziman ku pirtûkxaneya gerok dê tenê ji bo dabînkirin û birina pirtûkan neyê bikaranîn, her wiha xwedî wê kapasîteyê ye ku li herêmên ku pirtûkxaneyên wan tune ne, bernameyên çandî, civînên xwendina pirtûkan, çîrokbêjî, danasîna pirtûkan û çalakiyên din ên çandî jî li dar bixe. MA







