
- Bi hevkariya du saziyên zimanê Kurdî kurseke online ku her kes dikare beşdar bibe dest pê dike. Perwerdekarê kursê War Botan di derbarê armanca kursa online de axivî. Kurs ji bo 12 hefteyan hatiye amadekirin.
SAÎT OZTURK - HEILBRONN
Bi hevkariya Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstîtûya Kurdî ya Elmanyayê perwerdeya online ya asta yekem dest pê dike. Perwerde ew ê bi zaravayê Kurmancî be. Ji bo serlêdanên kursan heya 31’ê meha Tîrmehê wext heye. Kesên bixwazin divê heya vê dîrokê serlêdanên xwe temam bikin. Perwerdekarê vê kursê War Botan e û ew ê perwerde 12 hefte dewam bike.
Kesên bixwazin tevlî van kursan bibin divê bi rêya online ango li ser înternetê formê serlêdanê dagirin. Me bi Botan War re di derbarê kursê, xebatên perwerdeyê û armancên ku wan daye pêşiya xwe de axivî.
Ev hizir çawa li we peyda bû ku hûn kurseke bi vî rengî vekin?
Ji hemû neteweyan re taybetî ji neteweya kurd re ziman stûna bingehîn a di bin konê netewebûnê de ye. Lewra xebat û pêşxistina ziman perwireke her kesê ye ku da bikaribe bêje ez kurd im. Taybetî jî mijareke weke zimanê zikmakî mijara sereke ya me ye bi me divê mijara sereke ya her kes û komê jî be. Mafê her kesê ye ku hînî zimanê zikmakî bibe. Ji bo kurdan ev maf ji aliyê sazî û dezgehên dewletan ve nayîn karanîn. Bi vê re tenê wezaret an jî saziyên berpirsyariya xwe cih naînin rexnekirin jî nabe bersiva çareserkirinê, lewra divê em bi xwe ji pirsgirekan re bibin bersiv û bi vê şiyarê jî em hewl didin hem rû bi rû hem jî onlîne li zimanê xwe xwedî derkevin. Helbet lêxwedîderketin tenê ne pêêşan e, xwedîderketina esasî ziman hînkirin û belavkirin e. Weke sazî me ev kar daye ser milê xwe û bi xwedekar û mamosteyên xwe re em hewl didin zimanê xwe ji tunebûnê rizgar bikin û bo nivşên nû weke gencîneyekê bihêlin.
Di nav gengeşiya jiyan û kar de demê mirovan ji bo xweperwerdekirinê kêm dimîne an jî namîne. Lewra derfetên tevlîbûna perwerdeya rû bi rû kêm dibin. Ji ber vê jî em hewl didin bi rêya perwerdeya onlîne tu hinceta nehêlin pêşiya kesên dixwazin ziman hîn bibin. Lewra em perwerdeya onlîne jî didin. Serlêdana kesên bixwazin hînî ziman bibin dem bi dem tên standin. Dema qasî polekê (10-15) serlêdan hatin kirin, wê demê em ji mamosteyên di bin banê me de re pêşniyara vekirina polekê dikin û pol tê vekirin.
Hûn bi vê kursê çi armanc dikin?
Weke me li jor jî gotî stûneke bingehîn a netewbûnê ziman e û rêbazeke lêxwedîderketina welatparêziyê jî zanîna ziman e lewra em bi armanca lêxwediderketinê re belavkirina ziman ji xwe re dikin armanc. Armanca me ya sereke di her malê de zimanê zikmakî bê axaftin e.
Li hemberî Kurdî baldarî an jî xwedîlêderketin di kîjan astê de ye?
Bi sedan salan e zimanê kurdî an kêm bûye an jî nebûye zimanê perwerde û zanistê. Piranî bi rêbaza dengbêjî û zimanê navmalî maye. Van 50 salên dawî de nebes jî be êdî di nivîskî de gihaştiye asteke baş. Berhem û lêkolînên berdest vê astê radixe ber çavan. Lê mixabin sedsala em tê de êdî bûye sergoyê gelek gencîne hatine avêtin jî. Li hemberî çandên serwer û popîlîst gelek nirxên giranbiha berhewa diçin. Bi riya teknolojiya îroyîn cîhan bûye weke bajareke mezin. Zimanên serwer û popûler weke xwedanên xwe li ser zimanên din bişaftinê dikin û wan ber bi tunebûne ve dibin. Civaka me ya kurd jî di vî warî de gelek dimîne bin bandorê de. Taybetî ji ber tirsa dahatûya jiyanê hema bêje her nirx bi wê ve hatiye girêdan. Bi vê ve girêdayî li nava civaka me de hişmendiya ''zimanê me pere /diravnake'' derketiye pêş, edî girîngiya ziman jî wenda dibe. Her çiqas van salên dawî beşên ziman li zanîngehan û waneyên bijarte li dibistanan hatibin pejirandin jî, lê pêşiya wan girtiye û hêviyeke aborî nade civakê. Helbet sedemên xwe yên deronî û sosyolojîk jî hene, lê ji bo dahûrandina van nivîseke tenê têrê nake. Bi van sedeman hemûyan ve girêdayî civaka kurd têra xwe girîngiyê nade ziman û weke kareke sereke naxwe nava jiyana xwe.
Hemû kes dikarin beşdarî kursên we yên online bibin?
Di pedogojiyê de ji bo hînbûn û fêmkirinê bandora temen û asta têgihiştinê xalên girîng in. Zarok û ciwan li gorî temenmezinan zûtir hîn dibin. Lê ji ber armanca me, mafê herkesê ye ku hînî zimanê xwe bibe ye, em di tevlîbûna fêrgehê xwe de tixûbeke temen danaînin. Ji her emrî her kes dikare tevlî bibe.
Ji bo perwerdeya zimanê Kurdî xebatên we yên cuda hene gelo?
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê û di nava sazî û dezgehên xizmeta kurdan dikin de bibe zimanê sereke û yekrêzî di nava devokan de çêbibe, divê sereke di dibistanan de bibe zimanê zarokên kurdan ê sereke. Ji bo vê serlêdan û tekoşîna me her domdar e.
Helbet ziman ne tenê di pêşdibistan, dibistan û fêrgehan de tê zanîn. Taybetî jî zanista fîlolojiyê aşkere kiriye ku ziman herî zêde di nav kiryar de zûtirîn tê zanîn. Bi vê nêzîkatiyê em dixwazin ne tenê ji bo bernameyekê, projeyekê an jî nivîsekê, di her kêlî û cihên jiyanê de ziman bidin rûniştandin. Ji bo pêkanîna vê armancê jî em atolye, kampanyayên şiyariyê, ne tenê xebatên rêziman xebatên hişmendiya welatparêziyê, hwd jî dimeşînin.
Bi rêya lînka li jêr hûn dikarin qeyda xwe ya ji bo kursa online çêbikin;














