
- Otobus ji bajêr derket, ket ser riyeke ku şeş erebe di ber hev re bi texmekê ve diçûn. Rojnoqî behrê dibû. Lampeyên Stembolê yek bi yek pê diketin û ditefiyan li paş, wekîdestmalên li ba bibin li dû rêviyan.
MEHMET DÎCLE
Ji riyeke dirêj. Ji demeke biyanî. Ji bêrîkirinên dirêj û sar. Ber bi malê ve.
Maleke germ. Di berêvareke sor a havînê an di sar û spî ya zivistanê de. Qeşa bişikê di bin lingan de. Hûn naxwazin dengê wê beriya we bigihîje guhê jina ku li ber ocaxê şîvê çê dike. Pisîka ku li quncikê sobeya germ di xew re çûye guhên xwe mûç neke. Dema ku ji bêhnênşîvan ewrekî tenik bi ser malan digire û xeyalê yên li dûr çendê li tenişta maliyan rûniştiye liser sifreyê. Vegereke ji nîşkê ve. Wekî derketina ferxikekê ji hêkê. A wekî kulmeke kef a biruh.
Ev çar meh bûn ku Yûsif li wê demê difikirî. Li wê berêvarê. Ji wê demê pirtir li rûyandifikirî. Rûyên ku di wê demê de ronî bibin.
Bi deqeyan. Dema ku xewa wî biherimiya, an serê sibê di nav nivînan de çavên wî girtî şiyarbisekiniya.
Nizanibû ku çima berêvarekê. Tenê wiha mabû di hişê wî de. Wekî fotoyekî ku di berêvarekêde hatibe kişandin. Reng,rû, bêhn. Ên berêvarê bûn di wênê de. Hemû malbata wî kom bûbûn, dema ku bi hatina wî ya ji nîşkê ve keniyabûn wî pê li deklanşorê kiribû. Her cara ku li vegeraxwe difikirî ew wêneyê xeyalî dihate ber çavên wî. Berêvar veger bûn; lê wî, êvarên şevênpênc mehên bi jimar derbas kiribû. Ên bêveger.
Wê demê dê refek çivîk bifirayana ji nav mijangên diya wî. Şîn. Wê esmanê sor ê berêvarê bicarekê şîn bibûya bi lêdana perên wan. Belkî bavê wî yekê ji wan bigirta bidaye destê xwişkawî ya piçûk. Û dê ji vegera wî pirtir bi kêfxweşiya diya wî dilşad bibûya bavê wî. Jixwe wî jîvenedişart. Kêfxweş dibû dema ku çivîkekî şîn didît ku ji nav mijangên diya wî difiriya.
Yek caran vê xeyalê wisa coşahî dabûyê ku kiribû dibistanê bihêle û ji bo sê rojan here malê. Lê dibû ku ev qas bibandor nebûya vegera wî ya zû. Loma neçûbû. Bêrîkirinê mezin kiribû. Erd çi qas tî bimana ev qas bêhn dida bi barana yekemîn. Wê dîsa bi firê ketana çivîk ji navmijangên diya wî, lê dibû ku ne ji hemû tonên şînahiyê bûna.
Pir bêriya malê kiribû. Ji ber ku hîn cara yekem bû ji malê veqetiyabû, îsal roj jimartibûn. Jibo ku dest bi zanîngehê bike roj û şevekê bi otobusê hatibû. Ji ber ku ew nuxiriyê diya xwebû. Ev vegera wî ya yekem bû, ji riyeke ev qas dûr, ji mirovên ev qas biyanî. Ber bikêfxweşiyên piçûk ên nas ve. Di bahola wî de îşlikekî spî, ji bavê xwe yê ku par ji şeftirêniyêteqawid bûbû. Bilûzekî kesk, li ser sînga wî kulîlkeke spî, devê destên wî dantêl. Ne ji nîkêderketiye. Dantêla makîneyê. Bilûzekî betal. Wekî gewdê diya wî qelew. Bigoşt. Pêsîrên gir. Mesîlkên şîr. Pênc zarokan vexwaribûn ji wan. Evîndarekî por spî kiriye li ser wan. Bûkekenaylon. Qutiyeke muzîkê. Qot. Guhar. Pot. Ji bo xwişk û birayan û ji bo hemûyan baholekenexuyayî, tije tirs.
A ku xewa wan herimandiye hin şevan. Wê çi bi xwe re bianiya gelo. Ji dêleva çi ve. Zarokatîdibe xort, ew jî dibe mêr. Qizîtî jin derdikeve. Hezkirin ron dibe. Germa wê sar dibe li wanderan.
Otobus bi rê ket. Çil kes vedigeriyan axa ku hîn jî rehên wan tê de bûn. Ên nexuyayî. Herinkû derê dinê jî wê dirêj bibin li dû wan. Qut nebin. Dirêj bibin.
Ew rehên ku çil kesên di otobusê de bi hev ve girê didan. Dibûn malbateke ji bo bîst û çar saetan.
Dengê zarokên eynatreş, ên seraqet digiriyan. Bêhna binên wan ên di qoltixan de dihatingirêdan. Sohbeta kal û pîrên guh giran. Dema ku şev kerr dibû tekeran asfalt dialast. Hin rêwiyan ji xewa qulqulî ya wek seradê şiyar dikirin. Tevî ku cara duyem bû jî li riyeke dûrdiçû, fêr bûbû ku hemû malbatên qelebalix li koltixên dawî dicivin. Ew li qoltixa pêşîn bû, lirastê ajovan.
Otobus pêşî li nav bajêr geriya. Paşê bi ser riya xwe ve bû. Wekî çemekî ku li navsera kîjançiyayê asê be jî, an li beriyekî dûz û riprast be, yan jî li panaveke sotî be; wekî ku ne bi tenêbirih be, bihiş û aqil be jî û ji wî jî pêştir evîndarê deryayeke çavkesk be û ew derya bi çavênseriyan jî nedîtibe, tenê pesnên wê ji salox û saloxdaran bihîstibe. Carinan jî çem qet nagihîjederyayê, ji fironekekê dişemite şikefteke bêbinî, an deşteke tî ew dimisîne di kurtekê de, lê ewdîsa jî bi dû dikeve.
Otobus ji bajêr derket, ket ser riyeke ku şeş erebe di ber hev re bi texmekê ve diçûn. Roj noqîbehrê dibû. Lampeyên Stembolê yek bi yek pê diketin û ditefiyan li paş, wekî destmalên li babibin li dû rêviyan.
Zarokên rojhilat meraq kiribûn, ku roj bi kû ve diçe her berêvar. Yek bi yek li dû çûbûn û venegeriyabûn tu car. Rojhilat werdeka ku li ser hêkên qulingan qup bikeve bû, çêlikên wêyek bi yek difiriyan. Divê bifiriyana. Ew li ciyên xwe dima. Çavên wê her bihar li riya vegerarefên qulingan. Tenêmayîn. Reşgirêdan. Rojhilat li bendê bû.
Her ku otobus diherikî bajarên mezin piçûk dibûn. Divê edî ji bo şîvê li derekê bisekiniyana. Çavên wî germ bûn. Xeweke tînîko. Otobus sekinî. Pazdeh deqe raketibû. Devtehlî. Qebzbûn. Nexweşiya hemû rêwiyên dinê ye gelo. Wî digot qey ya wî tenê ye.
Navê rewiyan xwend li ser deriyê daşirayê. Navên bajaran. Mirovan nav li dû xwe hiştibûn, hesret, bêrîkirin, tirs. Li wê daşiraya ser rê, ku mirov ji bo çend deqeyan û gelek caran jî bixilmaşî rûdiniştin jî jin nehatibûn jibîrkirin.
“Min pir bêriya te kiriye Zeyneb.”
“Tu ji felekê qehpetir î Hacer.” Bi xetên xwaro maro jineke tazî îpela xwe ser piştê dirêjkiribû li ser deriyê hesinê sar ê daşirayê.
Tewş rûnişt. Rabû. Mirov di eynikên li ser riyan de fêm dike guherîna di xwe de. Di ciyekî de xwendibû û di ya mala xwe de piştî ku ji derekê vedigere. Mirov diçin dîmenên wan dimînindi eynikan de, qet venegerin jî ew li wê ne heta bi heta. Li xwe nêrî, gepên wî tije bûbûn li gorpênc meh berê. Şorbeyek vexwar. Çayeke kevnbûyî fir kir. Hundirê wî hîn jî sar bû. Çû liqoltixa xwe rûnişt. Tevzînokên sermayê hatinê, yên xewê. Rûyên bextewar hatin li camêpêşiya otobusê bi cî bûn. Rûyên mirovên ji şîvê vedigeriyan.
Şeveke din, di vê saetê de, wê dûyê herî germ ji kuleka wan bilind bibûya di navçeyê de. Dengê nûzîna zarokek ku yek caran ji paşiya otobusê dihat nedihişt şev kerr bibe. Ew jî hat birîn piştî demekê. Şofêr ji bin qoltixa xwe kasetek derxist.
“Ramûsanên me keçikên êzdiyan di xweşbûna sehera sibê de...”
Şifêr got, “Bê Şivan şev naçe.”
Ê tenişta wî got, rê jî naçe. Cixare dan hev. Bajar firk dibûn.
Roniyên zer ên malên germ xuya dikin ji dûr ve. Xewa ya nav nivînan anîn bîra wî, lê ne nivînên wargeha xwendekaran, yên ku her tim bêhna naftalînê dihat ji wan, yên malê, ên kubêhna titaliya diya wî ji wan dihat. Xewê da ser êşa stû. Ji xwe ve çû. Otobus bû du per jixewnên wî re. Yek caran lampeyên erebeyên ji hember ve dihatin xewa wî ronî dikirin, wekîbişirandina ku di qeraxê devê wî yê bîst salî re dihate xwarê.
Erebe ji hember ve dihatin xewa wî ronî dikirin. Qul dikirin. Serad. Stûyê wî diêşiya. Kulîmek. Dibişirî. Otobus dihejiya. Difiriya. Bi gurmîn derbas dibûn erebe. Ronî, hejandin, gurmîn, êş, êş. Xew. Xeweke wek nav nivînên malê de, bêbinî.
Çavên xwe vekir, ji zû ve bûbû sibe. Ev bajarok ê wî bi xwe bû. Bawer nekir, lê yê wî bi xwebû. Çi qas zû hatibû. Heta sibê şiyar nebûbû.
Rojhilat. Ne ji tiştek be jî, ji awirên mirovan dihat nasîn; bizdonek, xizan û li benda tiştekî her tim. Çente li milê wî bi ser riya malê ket. Digot, ez ê di deriyê paş re bikevim hundir. Nihadiya wî şîv çêdikir. An jî dê û bavê wî li qeraxê hewza bexçe rûniştibûn çay vedixwarin. Lêçima hîn nava rojê bû. Hîn taveke erûngî û demikandî li esmên bû. Di pişt mijeke tenik de yek caran winda dibû.
Li saeta xwe nêrî. Serkîsof. Li ser çarê sibê sekinîbû, cama saetê jî derizîbû. Derzeke piçûk bûlê bêhntengiyeke piçûk xist dilê wî. Piştî ku bavê wî teqawid bûbû ji karê şeftrêniyê dabûnê. Nişaneya sî salên ku ji trênê rijiyabûn ser şivhesinê. Wî jî ew diyariyî wî kiribû, ji ber ku îsalketibû zanîngehê. Qey di xew de li ciyek ketiye. Bi qiyama malê ket. Bêyî ku li kesekî nas rast bê.
Hewayeke seyr hebû li navçeyê. Dernexist. Lê nas bû ev hewa. Xemgîniyek bi ser de girt. Jihundirê wî der nebûbû. Wekî baranekê pê de barî bû. Şil bû. Laşê çivîkekî şîn dît li qeraxêpeyarê. Hilanî di çenga xwe de jîdand. Hîn germ bû. Çivîk nû mîribû. Ku ew du gavan zûtirbigihîştaye belkî jî dilê wê ye piçûk cara dawî di kefa wî de biavêta.
Çawa tê dermexistibû, ku yek mîribû li navçeyê. Bi dengê sela re hay bû. Laşê wî giran bû. Wekî ku di hin şevan de kabûs diket serê, lingên wî ranedibûn ji erdê. Mala wan ma bi qasîxalekê, hew ma winda bibe ji ber çavan. Dîsa mezin bû.
Du zarokên ji taxa wan derbas bûn di ber re. Nesekînîn bi awirên şermok lê nenêrîn. Kuzimanê wî bigiriya dê bizivirîya gazî wan bikira. Hew mabû bazde. Dixwest bilezîne. Nedibû. Dengê jineke hat guhê wî. Ji dengê selayê jî bêyomir e dengê girîna jineke.
Di cî de ma.
Ev deng ji mala me...
Her gavek xwe, wekî ku darekê tevî rehên wê ji erdê bikişîne bilind dikir û her ku lingên wîbi erdê dilbûn, dîsa rehan xwe heft tebeqe bera bin axê didan. Heta ku gihîşt ber deriyê hewşêmala wan çil caran, hezar caran winda bû ji ber çavan û dîsa derket ji nav mîjan. Çend kesêndin jî derbas bûbûn di ber re neaxivîn pê re. Wî rûyê wan nefesland. Winda bûn di nav mijêde.
Ket nava derî. Hewşa wan mişt mirov bûn. Rûyên nas, ên nenas.
Li keleka hewzê ji delva kursiya dê û bavê wî ve stilileke li ser kuçikê dikeliya, wekî roja kukalê wî mîribû. Diya wî li xwe dixist. Bavê xwe nedît, di nav qelebalixê de. Kesî rû nedidayê. Awir direviyan. Hemû jin digiriyan li gel diya wî. Çi nas çi nenas bi ser yê di bin belekiya spîde. Erd û esman dihat xwarê bi dengê wan re. Li rûyê hemû mirovên xwe geriya. Gelo kî ye? Ew yek bi yek dît. Her ku yekê ji wan dît nêzê yê di bin çarşevê de bû.
Bi qirîn got, “Ka bavê min?!” Bavê xwe jî dît di dawiyê de; li quncika hewşê, qelefîskarûniştibû. Serî di ber de. Li termê çivîkeke şîn a li ber lingê xwe dineriya.
Kî ye yê di bin çarşevê de. Dengê diya wî digihîşt erşê. Xwedê. Esman diçirand. Çivîkên mirî dibariyan, ên şîn. Çima diya wî ji hemûyan pirtir digiriya bi ser yê di bin çarşevê de. Hemûxwişk û birayên wî li hewşê bûn. Wî jî çok da li keleka mirî. Diya wî ramûsan bi ser destê kudi qeraxa çarşefê re derketibû re dibarandin.
Camê saeta Serkîsofa di destê mirî de derizîbû, saet li ser çaran sekinîbû.
* Ev çîrok ji pirtûka bi navê “Nara” ya Mehmet Dicle hatiye girtin.







