
Girê Endarê, wekî yek ji şûnwarên dîrokî û kevnar ên Efrînê ku herêmeke Kurd e li Sûriyeyê tê zanîn e. Girê Endarê yê bi taybetî bi perestgeha xwe ya kevnar ku tê texmînkirin vedigere serdema Hîtîtan tê nasîn, li herêma Çiyayê Kurmênc a li nêzî gundê Endarê ye. Li aliyê rojavayê gir ku nêzî 3 heta 6 kîlometreyan li başûrê navenda bajarê Efrînê cih digre, Çemê Efrînê diherike.
Hem li jor, hem jî di binê Girê Endarê de, şopên girîng ên serdemên dîrokî yên cuda hene. Li girê ku ji du beşan pêk tê, heta îro bi giranî di tebeqeyên jorîn de kolandinên arkeolojîk pêk hatine. Di van kolandinan de gelek berhemên dîrokî yên ji serdemên Hûrî, Hîtît, Bîzans, Fars û Îslamê derketin holê. Lê belê daneyên arkeolojîk nîşan didin ku dîroka niştecihbûnê ya li Endarê digihîje serdemên pir kevintir. Tê diyarkirin ku niştecihbûn xwedî dîrokeke ku vedigere Serdema Sifir a çanda Til Xelef. Tê diyarkirin ku bajarê kevnar jî li beşa jêrîn a gir hatiye avakirin.
Perestgeha bi heybet a ji serdema Hîtîtê maye
Tê texmînkirin ku dîroka avakirina perestgeha li Girê Endarê digihîje sedsalên 13 û 18’an berî zayînê, serdema Hîtît û Mîtaniyan. Perestgeha bi heybet ku tê texmînkirin li girê Girê Stêrkê di dema Hîtîtan de di salên 1300’an de hatiye avakirin, bi kevirên bazalt û peyker in, hatiye xemilandin. Li derdora gir, koorîdor û dîwarên parastinê ku qadên niştecihbûnê bi hev ve girê didin hene. Her çiqas nayê zanîn ku ev perestgeh ji bo kê hatiye avakirin jî gelek berhemên dîrokî nîşan didin ku ji bo xwedawenda bereket, evîn û şer îştarê hatiye avakirin.
Dagirkerî û diziya tevnên dîrokî
Perestgeha dîrokî di êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye û komên çete yên girêdayî wî yên di Çileya 2018’an de li ser Efrînê çêbûn de, rastî bombebaranê hat. Di encama êrîşan de, perestgeh û beşek mezin a mîrateya wê ya dîrokî ya girîng zirarê dît. Komên çete û dewleta Tirk ku bi dagirkeriya Efrînê re li herêmê bi cih bû, bi zanebûn gelek berhemên dîrokî yan dizîn yan jî tune kirin. Wêrankirina ku li Girê Endarê çêbû, fikarên li ser parastina mîrateya çandî û dîrokî ya bi hezaran salan a herêmê jî bi xwe re anî.
JÎNHA







