
- Çiyayê Katoyê bi rengê xwe, bi dîmen û efsûna xwe hêviyeke mezin di asoya dilê mirovan de diafirîne. Ev dîmenekî wiha ye ku di heman demê de bêhna mirovan vedike û ew bîreke kolektîf e.
Çiyayê Katoyê xwediyê taybetmediyeke cuda ye. Ew yek ji hafizayeke zindî ya dilê Kurdistanê ye. Li Çiyayên Kato yên Elkê, bi helîna berfa zivistanê re xweza ji nû ve bi bask û per dibe. Li gel bedewiya herêmê ya ekolojîk, çanda qedîm a bêrîvaniyê û jiyana zozanan jî reng û bedewiyek nû da qûntarên çiyayê dusedsalî. Ev bedewiya di dilê geştiyaran de jî tê çandin. Ev bedewiyeke ne ji rêzê ye.
Çiyayê Katoyê bala geştiyaran jî her tim kişandiye. Bi taybetmendî û bi sekna xwe ya ji dîrokê de ye olan dide. Li Çiyayên Kato yên li navçeya Elkê, li gel berfa ku zivistanê lûtkeyên çiyayan nixumandibû heliya û xweza ji nû ve zindî bû. Qûntarên çiyayan, bi rengên cûrbecûr, çavkaniyên ava zelal û nebatan, dewlemendiya xwezayî ya herêmê raxist ber çavan. Ev dewlemendî bi xwe re xweşikbûnekê jî tîne. Ev xweşikbûn dîrokî ye û di hafizaya mirovan de dimîne. Ev bedewî û xweşikbûn zû bi zû ji hafizaya civakê dernakeve.
Çiyayê Kato xeyalên mirovan jî zindî dike. Ji ber ku ew xwediyê efsûneke ne ji rêzê ye. Ew bi zindîbûn û dîmenên xwe jiyaneke nû diafirîne. Ev jiyan dibe xewn û xeyalên mirovan jî. Çiyayê Kato ku li navçeya Elkê ya Şirnexê ye, xwedî nêzîkî 2 hezar û 900 metreyan e, di her çar werzan de ji bedewiyên cuda re malovaniyê dike. Her çend di zivistanê de bi berfê hatiye nixumandin jî, di bihar û havînê de li bilindahiyên bilind berfa dihele benderên çeman xwedî dike û qûntarên çiyayan careke din şîn dike. Herêma Çiyayê Kato bi flora û jiyana xwe ya bi dewlemend bûna kovî ya balê dikişîne ser xwe. Ev herêm, ku bi cureyên xwe yên nebatan ên herêmî, kulîlkên rengîn û jiyana kovî ya dewlemend, carek din çerxa xwezayê nîşan dide. Nebatên li ser vî çiyayî reng û ahengeke cuda li jiyan, xewn û xeyalên mirovan zêde dike. Ev wateyeke girîng e. Wateyeke bi hêvî ye.
Yek ji rengê din ê Çiyayê Katoyê bêrîvan in. Ev bêrîvan bi keda xwe û bi hewldana xwe jî derdikevin pêş. Ew rengekî din ê kedê ne. Bi helîna berfê re, bêrîvanên ku diçin zozanan, bi derketina rojê re keriyên xwe diçêrînin, li sewalan dinêrin û şîr didoşin. Bêrîvantiya ku jin bi sebir û kedê didomînin, li herêmê çanda sewalkariyê zindî dike, wek mînaka herî şênber a qedîm a bi xwezayê re dimîne. Ev çanda sewalkariyê rengê wate û jiyanekê ye. Ev jiyan bi kedê bi qîmet dibe. Bêrîvanên ku di nava dengê zengilan li ser çiyayan, çavkaniyên ava zelal û zozanên sar de di xebitin, barê hilberîn û jiyanê hildigirin. Keda wan a bi xwezayê re bûye yek, wateyek cuda ya dîmenên bi sihêr dide Çiyayê Kato. Bêrîvan bi keda xwe hildiberînin. Ev hilberîn dibe çavkaniya jiyaneke kolektîf.
Ekolojî reng û rûyê welatekî ye. Çiyayê Kato jî reng û rûyekî girîng ê vê ekolojiyê ye. Lê xwedîderketina li vê dewlemendiyê jî elbet peywireke girîng e. Geliyên ku di nav bêdengiya xwezayê, zinaran û çavkaniyên avê de dirêj dibin, dîmenên bêhempa pêşkêşî geştaran dikin. Xwezaya ku piştî helandina berfê derdikeve holê, careke din nîşan dide ku Kato ne tenê ji hêla erdnîgarî ve, di heman demê de ji hêla ekolojîk ve qadek girîng a jiyanê ye. Ev qad bi hafizaya xwe ya dîrokî her tim bala geştaran dikşîne û di dilê mirovan de cihekî taybet digire.
Jiyana xwezayî gelekî girîng e. Çiyayê Kato yek ji rengê jiyaneke xwezayî ye. Xwediyê rengekî çanda dengbêjiyê û parastina bîra civakî ye.
Çiyayê Kato ne tenê bi ekosîstema xwe ya dewlemend, di heman demê de bi girîngiya xwe ya dîrokî û çandî ji bo Kurdan jî derdikeve pêş. Wek yek ji çiyayên girîng ên herêma Botanê, Kato demek dirêj e wek parçeyek a bîra kolektîf ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin. Qadek ku lê jiyana koçerî, şivanî û koçberî lê dom dike ye. Kato, ku di stranên dengbêjên Kurd û vegotinên xelkê herêmê de cih digire, wek cihekî girîng ji bo jiyana xwezayî û bîra kolektîf tê dîtin. Dîrok û çand di nava rûyê Çiyayê Katoyê de veşartiye. Xwediyê wateyeke giranbiha ye. Ev wate dilê mirovan geş û xweş dike.
NAVENDA NÛÇEYAN







