
Pirtûkakurdî, pirtûkên kurdî û berhemên têkildarî çanda Kurdan difroşe. Xwediyê wê Bawer Berşev, got ku firoşgeha wan a li ser Trendyolê bêyî ku tu hêceteke berbiçav were nîşandan hatiye girtin.
Berşev bi bianetê re axivî û got ku nêzîkî 1200-1300 berhemên wan ji firotinê hatine rakirin, 48 pûan ceza dane firoşgehê û bi taybetî berhemên bi kurdî an jî yên ku peyvên wekî “Kurd”, “Kurdistan” û “Dîroka Kurdan” tê de derbas dibin, bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.
Berşev destnîşan kir ku Trendyolê hêcetên weke “xeletiya markayê” û “gumana berhemên ne orjînal” dane ber wan û diyar kir ku ev pêkanîn, nêzîkatiyeke cudaxwaziyê ye.
‘Me Kurdistan derxist jî qebûl nekirin’
Berşev, pirtûka li ser jiyana Celal Talebanî ya bi navê “Mam Celal: Kürdistan’a Adanmış Bir Hayat” wekî nimûne nîşan da û wiha got:
“Gava ku me pirtûk li sîstemê bar kir, algorîtmayê weke otomatîk ew red kir. Wekî hêcet jî ‘xeletiya markayê’ nîşan da. Paşê me sernavê pirtûkê wekî “Mam Celal’in Hayat’ı (Jiyana Mam Celal)” guhert û peyva ‘Kurdistan’ê jê derxist. Vê carê sîstemê peyva ‘Kurdistan’ê a li ser berga pirtûkê dît û dîsa red kir.”
Berşev diyar kir ku ev pêkanîn ne tenê ji bo pirtûkan e; kûp, poster, tablo û balonên ku li ser wan bi kurdî nivîsî ye jî ji firotinê hatine rakirin. Berşev destnîşan kir ku piraniya berhemên ku di firoşgehê de ne çandî ne û wiha berdewam kir: “Em hay ji wê yekê hene ku berhemên siyasî ango yên girêdayî partiyekê nefroşin. Ji sedî 90ê berhemên me ji pirtûkan û kelûpelên çandî pêk dihatin.”
Pêşî du pûan ceza dan û piştre jî firoşgeh girtin
Li gorî Berşev, bûyera ku ev pêvajo bilez kir, cezakirina firoşgehê ya di 12’yê Hezîranê de bû. Wê rojê ji ber pirtûka bi navê “Kürtler ve Kürdistan Tarihi” (Kurd û Dîroka Kurdistanê) du pûan ceza dan firoşgehê. Berşev diyar kir ku ev pirtûk berê ji aliyê firoşkarên din ve li ser sîstema Trendyolê hatibû barkirin û wan jî tenê li ser heman rûpelê difirot, lê tevî vê yekê jî berhem ji platformê hat rakirin.
Berşev da zanîn ku piştî rojek hemû berhemên wan bi komî ketine bin lêkolînê û weha pêde çû: "Pirtûk, romanên kurdî, pirtûkên zarokan, tablo, poster, balon û kûpên bi kurdî jî di nav de, nêzîkî 1200-1300 berhemên me di carekê de ji firotinê re hatin girtin. Piştre 48 pûan ceza dan firoşgehê û ew bi temamî girtin."
Berşev got ku di nav pirtûkên hatine rakirin de, weşanên wekî Avesta, Nûbihar, Dara û weşanxaneya Dipnotê ku pirtûkên Selahattin Demirtaş jî diweşîne, hene.
BÎANET
***
Weşangeriya Kurdî ceza dikin!
Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê di navbera 30'ê sermawezê û 8'ê berfanbara 2024'an de li Amedê li dar ketibû. Polîs hatibûn ber standa Weşanên Aramê û pirtûka Mahmut Aba "Dildarê Serkeftinê" û pirtûka Hatip Dicle "Efrin Direniş Gunlugu" (Rojnivîska Berxwedanê ya Efrînê) desteser kiribû. Li ser vê yekê bi îdîaya "Alîkarî û piştgiriya rêxistinê kiriye" doz li Xwediyê Weşanên Aramê Hakki Boltan û xebatkarê wan Delil Zengeralp hatibû vekirin.
Niha 4'emîn danişîna vê dozê li Amedê li dar ket. Parêzerê Boltan û Zengeralp ê bi navê Resul Tamur li dozê amede bû. Dozger xwest ew bêne cezakirin. Parêzer Tamur ji bo parastina xwe bikin dem xwest.
Doz ji bo 1'ê berfanbara 2026'an hat taloqkirin. AMED







