Mîrasa Kirmanşanê wêran dikin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Tîrmeh 2026 - 18:00

  • Mîrateya dîrokî ya Kirmaşanê di bin siya xemsarî, hilweşandin û polîtîkayên çandî ya desthilatiyê de hêdî hêdî tûne dibe. Ji Taqê Gera heta Nivîswara Anubanînî, bi hezaran berhemên dîrokî yên din ku nasname û rabirdûya vê axê vedibêjin, li ber hilweşandinê ne.

 

Taqê Gera ya li bajarê Serpolê Zehawê ya parêzgeha Kirmaşanê, nêzî hezar û 500 sal berê ji aliyê avasazek ku nayê naskirin ve hat avakirin. Lê qet nedihat fikirîn ku ev avahiya biheybet dê rojek bibe cihekî ku şopên nivîsên bêhişmend û bêzanin hildigre.

Avasazê wê demê, berhemekî ku bi sedsalan li hemberî bandorên wêranker ên xwezayê, şeran, guhertinên avhewayê û derbasbûna demê têkoşiya, ava kir. Lê belê tu caran xeyal nekir ku rojek kesên wekî Seyîd Huseyn Casimî û Nerîman Kehzadî navên xwe li ser vê mîrata kevnar binvîsin û xwe wekî kesên nemir nîşan bidin. Afirînerê rast ê vê berhemê, tevî serkeftina xwe ya mezin jî navê xwe li ser avahiyê nehişt, lê belê ev her du kes û nirxa vê avahiyê ne di nasnameya wê ya dîrokî de, di veguherandina wê ya ji bo rûyekî ku li ser wê bîranîn tê nivîsandin de dîtin.

Îrana ku yek ji kevntirîn welatên cîhanê ye, ji bo hezaran berhemên dîrokî mazûvanî dike. Piraniya van berheman, bi sedsalan li hemberî şer, erdhej û guhertinên avhewayê rawestiyane. Lê di 40 salên dawî de, beşek mezin ji vê mîrateya girîng ji ber bêeleqetî, rêveberiya xirab û kiryarên têkbirina ji aliyê desthilatiyê û hinek kesan ve, bi xeteriya hilweşandinê re rû bi rû ye. Kirmaşana mazûvaniya berhemên wekî Nivîswara (kîtabe) Anubanînî ya 5 hezar salî dike, mînaka zelal a vê yekê ye. Li gorî daneyên heyî, nêzî ji sedî 40’ê vê nivîswarê di 40 salên dawî de hatiye rûxandin. Ev hejmar rola faktorên rêveberî û siyasî ya di xirabûna mîrata çandî de nîşan dide.

Ev yek tenê bi Anubanînî re sînordar nîne; gelek berhemên dîrokî yên din ên Kirmaşanê jî, ji ber nebûna planên parastinê, pêşketina bê rêkûpêk a bajarî û sersariya dezgehên berpirsyar, bi tunebûnê re rûbirû ye.

‘Ji ber sersariyê bi tunebûnê re rûbirû ye’

Xwendekara Lîsansa Bilind a Arkeolojiyê Meryem Q., destnîşan kir ku parêzgeha Kirmaşanê ji ber pirrengî û zêdebûna berbiçav a berhemên dîrokî, yek ji girîngtirîn deverên çandî yên Îranê ye û wiha domand: “Lê mixabin, yek ji herêmên ku ji aliyê dezgehên berpirsyar ve herî kêm tê parastin e. Di salên dawî de beşek mezin a mîrata hêja ya vê parêzgehê, Anubanînî û Dehlê Derûn a Selas Babacanî yên xwedî dîroka çend hezar sal in, rastî zirarên ku nayên vegerandin hatin. Ev zirar, rasterast bi bêeleqetiya desthilatdariyê ya li hemberî parastina berhemên kevnar re têkildar e. Lê hilweşandina van berheman tenê beşek ji krîza mezintir a tunebûna mîrata çandî ya Kirmaşanê ye.”

Ji aliyê tiryakkêşan ve tê bikaranîn

Meryem Q., bi bîr xist ku di salên desthilatdariya Komara Îslamî de gelek cihên dîrokî ji armanca xwe ya bingehîn derketine û bûne cihên ne xwedî nirxek dîrokî. Meryem wiha got: “Mînaka zelal a vê yekê, karwansaraya Mahidaştê ye. Tevî ku dewlet diyar dike nûjên kiriye jî, ev cih ji aliyê tiryakkêşan û kesên xwedî pirsgirêkên civakî ve tê bikaranîn. Bi awayekî pratîk ji pêvajoya parastin û bikaranîna çandî derketiye.”

‘Encama biryarên bêfikir û biryarên bizanebûn e’

Meryem Q, da zanîn ku yek ji sedemên herî girîng ên hilweşandina berhemên dîrokî yên Kirmaşanê, sersariya li hember herêmên parastinê yên derdora wan e û wiha pê de çû: “Di salên dawî de, li gorî delîlên qadê û raporên herêmî, desthilatdariyê bi pêkanîna avahîsaziyên fireh li derdora van berheman re rasterast zirar daye van avahiyan. Mînaka herî eşkere ya vê yekê, avakirina dibistanekê ye ku tenê çend metre dûrî nivîswara Anubanînî hatiye çêkirin. Ev yek nîşan dide ku ev pêvajo ne tesadufî ye, encama biryarên bêfikir û biryarên bizanebûn e. Hebûna avahiyek wiha ya li kêleka berhemek bi hezaran salî, ne tenê dîmena çandî ya herêmê xirab dike, her wiha berhemên dîrokî zêdetir ber bi tunebûnê ve dibe.”

‘Mîrateyên çandî di dorpêça desthilatdariyê de ne’

Meryem Q., di berdewama axaftina xwe de diyar kir gelek kes û rêxistinên sivîl ên ku di qada dîrokê de dixebitin, dema ku berhemeke dîrokî ya nû dibînin, vê yekê ji dewletê veşêrin û wiha axivî: “Mînaka herî eşkere ya vê mijarê, ew kevirnivîsa ku min behsa wê kir e. Ev berhema hêja di sala 2018’an de li herêma Selas Babacanî ya Kirmaşanê hate dîtin û nûçeya dîtina wê li raya giştî belav bû. Ev yek bala gelek lêkolîneran kişand. Lê piştî demeke kurt ji belavbûna vê nûçeyê, kevirnivîs bi awayekî bi armanc hate xirabkirin û beşên girîng û nayên vegerandin ji holê hatin rakirin. Dezgehên medyayê yên girêdayî dewletê îdîa kirin ku ev hilweşandin ji aliyê kesên nenas ve hatiye kirin. Lê ev îdia bi vegotina gelê herêmê re li hev nayê. Gelê herêmê dibêjin ku ev kevirnivîs bi salan e ku ji aliyê wan ve zanîn û heta wê demê tu zirarek nehatibû dayîn. Lê piştî belavbûna nûçeya dîtina wê, ev berhem bi temamî ket bin kontrola dewletê û destûr nedihat dayîn ku kesek nêzî wê bibe.”

‘Zêdetirî 4 hezar berhemên dîrokî hatine tomarkirin’

Meryem Q, da zanîn ku li parêzgeha Kirmaşanê zêdetirî 4 hezar berhemên dîrokî hatine tomarkirin û wiha pê de çû: “Tevî girîngiya wan a çandî û nasnameyî, piraniya van berheman ji parastina têrker bêpar in. Gelek ji wan terkî çarenûsa xwe hatine kirin û kêmbûna budceyê, kêmbûna çavdêriyê û restorasyonên ne li gorî rêbazên zanistî, li şûna ku wan biparêzin, bêtir zirar gihandine wan. Di heman demê de, dizîna perçeyên berhemên dîrokî ya bi armanca qaçaxçîtiyê û firotinê jî ji bo mîrata çandî ya herêmê bûye gefek cidî.”

‘Hilweşandina mîrasa çandî li paşperdeyê didome’

Meryem Q., destnîşan kir ku divê hilweşandina berhemên dîrokî tenê bi restorasyonên şaş ên van salên dawî re sînordar nebe û wiha axivî: “Yek ji sedemên herî girîng ên tunebûna mîrata çandî ya Îranê, firotina bi rêxistinkirî ya berhemên dîrokî ye. Her çend ev pêvajo di salên dawî de zêdetir bûye jî, kokên wê vedigerin serdema beriya Komara Îslamî. Di serdema Pehlewiyan de gelek berhemên dîrokî ne tenê zirar dîtin, beşek girîng ji wan bûn qurbana danûstandinên veşartî û qaçaxçîtiya bi piştgiriya dewletê. Îro gelek ji berhemên hêja yên Îranê ku di muzeyên mezin ên cîhanê an koleksiyonên taybet de têne parastin, di wê demê de bi hincetên wekî ‘lêkolîna zanistî’, ‘nirxandina pisporên navneteweyî’ an jî ‘kolandinên hevbeş’ ji welat hat derxistin. Nirxa van berheman ewqas bilind bû ku derxistina wan a bêyî agahdarî û bêyî pejirandina rêveberiya wê demê ne pêkan bû. Lê ev pêvajo tenê bi serdemekê ve sînordar nîne. Hilweşandina bi awayekî pergalî ya mîrata çandî ya Îranê, hem di serdema Pehlewiyan û hem jî di serdema Komara Îslamî de, bi rêya siyasetan, bêeleqetî û biryarên paş perde berdewam dike.”

‘Berhem û sembolên çandî yên girêdayî jinan tên rûxandin’

Meryem Q. da zanîn ku bi taybetî berhem û sembolên çandî yên girêdayî jinan tên rûxandin û bi van mînakan domand: “Di serdema Pehlewiyan de beşek ji berhemên dîrokî bi rêya firotinên rêxistinkirî ji welat hatin derxistin û ev pêvajo di serdema Komara Îslamî de jî berdewam bûye. Lê di vê serdemê de tê îdîakirin ku hinek berhemên nehatin veguhastin jî hatine xirabkirin. Tê gotin ku ev nêzîkatî xwedî aliyekî îdeolojîk e û di warê hilweşandina sembolên çandî de dişibe rêbazên rêxistinên tundrew ên DAIŞ’ê. Mînaka vê yekê di sala 2015’an de hilweşandina bajarê kevnar Hatra ya ji aliyê DAIŞ’ê ve û zirar gihandina hinek fîgurên jinan a di kevirnivîsên Taqê Bostanê yên Kirmaşanê ye. Tê îddîakirin ku ev cure hilweşandin, hedefgirtina sembolên çandî yên têkildarî jinan in.”

Mîrateyên çandî dibin qurbana desthilatiyan

Meryem Q. diyar kir desthilatdarên otorîter bi taybetî li hemberî dîrokê du nêzîkatî hildigirin û wiha got: “Hinek ji wan bi veguhertina şîroveya rabirdûyê û bilindkirina hinek serdeman, hewl didin ji bo xwe re rewatî ava bikin. Nimûneya vê yekê desthilatdariya Pehlewî ye ku bi derxistina peş a dîroka kevnar a Îranê re wêneyekî heybetdar a rabirdûyê pêşkêş dikir. Li aliyê din, desthilatdariyên wekî Komara Îslamî hewl didin dîroka beriya xwe biçûk bikin an jêbirin û vegotina fermî ya dîrokê ji Şoreşa sala 1979’an ve dest pê bikin. Di her du nêzîkatiyan de jî yên ku ewil zirar dibînin, berhemên dîrokî û mîrateyên çandî yên vegotinên fermî lêpirsin dikin in. Lê ne hêza leşkerî û ne jî mekanîzmayên siyasî nikarin dîrokê bi temamî bêdeng bikin. Carna nivîsareke kevirî ya li kêleka çiyayekî an jî kevirek bes e ku rastiyê careke din vêbêje.”    

Şahidên bêdeng lê mayînde

Meryem Q., bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev berhem, wek şahidên bêdeng lê mayînde, rastiyekê ku ne bi sansûrê tê tunekirin û ne jî bi armancên siyasî dikare bi temamî bê desteserkirin, diparêzin. Dîrok dikare demekê were veşartin, lê di dawiyê de dê her tim rêyekê bibîne ku bighîje nifşên pêşerojê.”

SARPUR XAZARÎ- JÎNHA/KIRMANŞAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.