
- Medreseya navdar a helbestkar û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran a li gundê Finîkê yê navçeya Basa Şirnexê cih digire, bi talûkeya hilweşînê re rû bi rû ye. Ev avahiya dîrokî ya di sala 1600'î de hatiye avakirin, ji ber bêxwedîtiyê li ber man û nemanê ye.
Medreseya li jêr Surên Finîkê û li nêzî çemê Dîcleyê hatiye avakirin, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Xwediyê hafizeyekê ye. Li gorî rîwayetan, ev medrese rasterast ji aliyê Feqiyê Teyran bixwe hatiye avakirin. Ev jî bandoreke cuda li civakê dike.
Ev der di sedsalên borî de ne tenê mîna navendeke perwerdeya olî û Qurana Pîroz hatiye bikaranîn, di heman demê de bûye:
* Keleha Zimanê Kurdî: Parastina rêziman û wêjeya Kurdî.
* Navenda Çandê: Veguhastina çanda herêmî ji nifşekî bo nifşekî din.
* Mîrateya Dîrokî: Nîşaneya mîmariya sedsala 16'emîn.
Her çiqas ev medrese mîna yek ji mîrateyên herî girîng ên herêmê tê qebûlkirin jî, îro ji ber paşguhkirinê ber bi kavilbûnê ve diçe. Dîwarên wê dihejin û beşên wê yên hundirîn zirareke mezin dîtine.
Medreseyên bi vî rengî nasname û bîra civakê ye. Ger winda bibe dîrok jî winda dibe.
Ji bo gelek kesan, cihên dîrokî girêdanek fîzîkî bi rabirdûyê re diafirînin. Atmosfera van cihan dihêle ku mêvan hîs bikin ka dîrok çawa pêş ketiye. Mînak, dema ku em di nav xirbeyên kevnar de dimeşin, em dikarin şêwaza jiyana mirovên ku di wê serdemê de jiyane xeyal bikin.
Berhemên dîrokî mîrata me ya çandî nîşan didin, hişmendiya me ya dîrokî xurt dikin û bingehek ji bo lêkolînên zanistî peyda dikin. Ev berhemên dîrokî hêmanên girîng in ku nasnameya me diyar dikin û me bi rabirdûyê ve girê didin.
Parastina avahiyên dîrokî ji bo parastina mîrateya çandî pir girîng e. Ev cih nasnameya herêmî û neteweyî xurt dikin, dersên hêja yên ji rabirdûyê tînin bîra civakan. Her wiha bi beşdariyên xwe yên di sektora geştiyariyê de aliyên wan ên aborî jî hene.
Dîrok bi ronîkirina rabirdûya mirovahiyê alîkariya me dike ku em fam bikin. Dîrok di avakirina hişmendiya civakî û pêşxistina jêhatîyên ramana rexnegir de jî dibe alîkar.
Parastina û nepaşguhkirina berhemên dîrokî dewamiya mîrateya çandî misoger dike û rabirdûya hevpar a mirovahiyê diparêze. Ev berhemên dîrokî di warên huner, mîmarî, dîrok û çandê de xwedî girîngiyeke mezin in û parastina wan dihêle ku nifşên pêşerojê vê mîrateya dewlemend kifş bikin û binirxînin.
Bi taybet li dijî polîtîkayên bêhafizahiştinê têkoşîn, çalakî û xebatên li dijî talana xwezayê gelekî girîng in. Divê ev têkoşîn jêneger be. Ji ber ku bi salan e xweza û dîroka Kurdistanê di nava çar dewletan de hatiye parçekirin û her tim bi talaneke mezin rû bi rû maye.
NAVENDA NÛÇEYAN







