‘Qibleya me welatê me ye’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 18 Tebax 2026 - 17:30

  • Endamên Koma Berxwedan destnîşan kirin ew di çêkirina huner û stranên xwe de tu carê xwe derveyî civakê nedîtine, stranên wan her tim li ser welat, vegera welat û hezkirina welat bûye, ji ber vê yekê qibleya wan welat e.

 

Muzîk ji bo civaka kurd ne tenê qadeke hunerî ye, di heman demê de xurtirîn amûra xweîfadekirinê û veguhastina hafizeya çandî ye. Tiştên ku bi nivîsê nehatine parastin, bi rêya muzîkê derbasî nifşên nû bûne. Di vê çarçoveyê de, di dîroka muzîka polîtîk a kurdî de cihê Koma Berxwedan ne tenê wekî grup an koma muzîkê, lê wekî “dibistaneke çandî û têkoşînê” tê nirxandin.

Koma Berxwedan ku di sala 1983yan de bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat damezrandin, qada çand û hunerê wekî xebateke stratejîk a şoreşê bi rêxistin kir. Bi pêşniyara Ocalan re, komê çanda çar parçeyên Kurdistanê di nav saziyekê de gihand hev û bi albûmên xwe ye dîrokî yên mîna “Botan 1987” di moral û hişmendiya civakê de rola pêşengiyê lîst. Tevî ku komê piştî zext û konseptên qedexekirinê yên salên 1990î di sala 2019an de bi awayekî pratîkî xebatên xwe rawestandibû jî, di serdema nû de ji bo zindîkirina vê kevneşopiyê gaveke nû hat avêtin. Endamên komê biryar dan ku bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve kevneşopiya xwe ji nû ve ava bikin.

Piştî Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibata 2025an bi destpêkirina pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk re, rola çand û hunerê di civakê de careke din bûye xwedî girîngiyeke stratejîk. Ev pêvajo ku heya merhaleya derxistina çarçoveya qanûnî û yasayî hatiye, ji bo zindîkirin û fermîkirina destkeftiyan derfeten nû û dîrokî diafirîne. Di vê serdemê ku rê li ber guherînên pênasekirî yên qanûnî vedibe de, ji bo gelê Gelê Kurd pêvajoyeke nû dest pê dike û piştgiriyeke bingehîn ji bo têkoşîna civaka demokratîk derdikeve pêş. Endamên Koma berxwedan Xelîl Xemgîn, Hozan Şemdîn, Hekîm Sefkan, Cewat Mervanî û Hozan Seyîdxan derheqê pêvajoyê de axivîn.

‘Ji bo bingeha esas Manîfestoya Civaka Demokratîk e’

Destpêkê li ser Endamê Koma Berxwedan Hunermend Xelîl Xemgîn destpêka axaftina xwe de kesên guhdariya wan dike silav û rêzên xwe pêşkêş kir û diyar kir ku hêviyê wan hêj zindî ne û got: “Em wek kom vê pêvajoya hatiye destpêkirin di nava xwe de dinirxînin û niqaşên kûr dimeşînin. Ji bo me bingeha esas Manîfestoya Civaka Demokratîk e. Em vê pêvajoyê wisa dinirxînin ku şoreşa Kurdistanê ji gelek astan derbas bû. Yanî 50 salan di gelek astê cuda cuda de derbas bû. Em niha şoreşa Kurdistanê wek ked, xwenûkirin, astekî nû, pêvajoyekî nû, wek mirov jinûve jiyan bike, dibînin û dinirxînin. Di asta ku şoreş gihişt, têkoşîn gihişt de gelek nirxên mezin bûn û li ser wan nirxan pêvajoya nû Civaka Demokratîk ava bû û wê gelê me bi Civaka Demokratîk re hîn bêtir ber bi avakirina jiyanekî hevbeş, aştî, demokratîk ve bibe. Em hêviyeke mezin di vê pêvajoyê de dibînin. Em pêşiya her tiştî vê yekê bizanibin, ev tam sed sal in wek gelê Kurd di bin dagirkeriyê de ne. Di encama têkoşîna gelê Kurd a 50 salan a bêhempa de cara ewilî ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd qanûn û diyalog pêş dikevin. Em vê wek gava yekemîn dibînin. Helbet bi taybetî civaka Kurd di vê pêvajoyê de hem ji bo xwe jinûve avakirinê her wisa jî derfetên tên vekirin baş bikar bîne û xwedî lê derbikeve. Ev gaveke erênî ye. Hemû kes wisa hêvî dikir ku çareserî çar û çar ji carekî ve çêbibe, lê çareserî wisa çênabin konjukturên cîhanê ne wisa ye. Divê mirov vê yekê baş bizanibe û wisa tevbigere. Lê ev cara ewil e ji hêla qanûnî ve deriyek vebûye. Ji bo me Kurdan jî ev derfet û serkeftineke hêja û girîng e. Ev deriyê pêşiya gelek tiştan vebike. Ji bo pêşketina civakî êdî biryar li ser hêza gelê Kurd dimîne. Ji ber vê yekê jî divê ev pêvajoyê baş were nirxandin.”

‘Ev nirx a gel e’

Xelîl Xemgîn bir bîr xist ku Koma Berxwedan ji 1983yan vir ve ji gelek pêvajo û astan re derbas bûye û ev tişt anî ziman: “Destpêkê bi tarzekî gelek baş avakirina xwe çêkir û gelek nirxên hêja ava kir. Bi taybetî jî di nava hilberînê de Koma Berxwedan demên pir baş û serkeftî derbas kir. Gelê Kurd bê guman dengê Koma Berxwedan, hunermendîtiya Koma Berxwedan ku pêş xist hembêz kir û Koma Berxwedan bû hêvî û dengê gel. Ev jî bêguman ji bo Koma Berxwedan bû nirx û barekî mezin ku ber bi hedefên mezin ve bimeşe. Bi taybetî ji demên salên 90î şûn ve Koma Berxwedan ji pêvajoyên gelek aloz û zehmet re derbas bû. Dema ku li welatên Ewropa qedexekirina siyasî li ser Tevgerê çêbû gelek tengasiyan re rû bi rû ma. Taybetî ev salên dawiyê Koma Berxwedan ji bo hebûna xwe biparêze berxwedaneke bêhempa meşand. Lê dîsa tevî hemû hewldanan jî nikaribû bi guhertinên gelek rewşên siyasî yên herêmî û cîhanê re xwe nû bike lê ev yek zêde pêş neket. Koma Berxwedan wek saziyekî di nava çanda Kurdî de modeleke yekemîn bû. Her wiha taybetî bi destpêkirina vê pêvajoyê re em ketin merhaleyek nû û me got Koma Berxwedan tê sotandin û ji holê radibe. Em wek hevalên Koma Berxwedan careke din li hev civiyan û me got ev nirxa ya gel e, divê em vê nirxê bidin jiyîn û xwedî lê derbikevin. Em bikaribin vê yekê wek erkekî dewrê nifşên nû bikin. Niha jî Koma Berxwedan ferasetê xwe ji manîfestoya Rêber Ocalan girt. Me xwe di wir de dît û mîna vê pêvajoya Civaka Demokratîk me ji nû ve dest pê kir. Me niha dest bi kar û xebatên xwe kiriye. Em ê Koma Berxwedan hîn mezin bikin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”

Vegera welat hêviya wan e

Herî dawî Xelîl Xemgîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Dê berxwedana Civaka Demokratîk naveroka stranê me, meşa me, sekna me û tiştên ku em dixwazin ava bikin diyar bike û em ê li gorî pîvanê Civaka Demokratîk xwe îfade bikin. Em ê di nava berxwedanê de bin. Di paradigmaya me ye çandî û hunerî de ji avakirinê heya niha wegera li welat hêviyê me ye herî mezin in û em li ser vê hatin avakirin. Qibleya ya me welatê me ye. Bi rastî jî piştî ev qanûn meclîsê re derbas bû şûn ve em hemû heval di nav kelecanekî de ne. Bêguman me huner bi welatê xwe çêkir û me hunermendî ji bo civaka xwe kir û em tu carî xwe derveyî civaka xwe nafikirin.”

Dê ji gel re bibin bersiv

Hozan Şemdîn jî diyar kir ku Koma Berxwedan komeke neteweyî ye û ev tişt vegot: “Berê di nava çand û hunera Kurdî de kom tunebûn. Yan dengbêj bûn an jî neferbûn. Koma Berxwedan jî di dîroka xwe de rolekî gelek gelek girîng lîst. Lingê vê komê hem welat û hem jî derveyî welat bû. Di vê pêvajoya girîng de jî bi tecrûbeya mezin ez bawer dikim ku ev kom dê bibe bersiva gelê me û çand û hunerê.”

‘Em ê di vê pêvajoyê de cihekî girîng bigirin’

Hekîm Sefkan bi kişand ser naverok û melodiyên destpêkê yên Koma Berxwedan û diyar kir ku ev kom koma gel e û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de jî bi zimanê pêvajoyê dê wisa bibe. Çawa ku di demên berê de me wek Koma Berxwedan rola xwe lîst, ji bo avakirina Civaka Demokratîk, ji bo di vê pêvajoya aştiyê de destê Rêber Apo xurt bikin û cih bigrin em ê xwe nû bikin û têbikoşin. Têkoşîn neqediya ye, rengê têkoşînê hate guhertin. Têkoşîna herî giran, têkoşîn û ked dixwaze, avakirina civaka demokratîk e. Heta niha berxwedana çekdarî hebû lê niha rengê têkoşînê hat guhertin û em jî wek Koma Berxwedan ji xwe bawer in, em ê di vê pêvajoyê de cihekî girîng bigirin.”

Ew ê bi awayekî nûjen rola xwe bilîzin

Cewad Merwanî jî bi bîr xist Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan damezinerê Koma Berxwedan e û ev tişt anî ziman: “Li gorî Manîfestoya Rêber Apo, bila gelê me ji me bawer be û em ê dîsa bi gelê xwe re bin. Ev kom dê bi awayekî nûjen rola xwe rabe û li gorî pêvajoya nû têbikoşe. Her wiha bi her awayî em ê ji gelê xwe, ji nifşên nû re bibin bersiv. Hin mezintir, hîn rêk û pêk em ê vê komê bidin jiyîn, kar û barê xwe berdewam bikin.”

‘Ew ê nifşên nû sûd werbigirin’

Her wiha Hozan Seyîdxan destnîşan kir ku pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin û ev pêvajo bêtir hesasiyetê di hunerê de dixwaze û wiha axivî: “Ev pêvajo bêtir şêwazên nû, hem naverokeke xurt, şêwazeke baş û felsefeyekî dixwaze û hem jî di pêvajoya Civaka Demokratîk de huner bikaribe vê rol û mîsyona xwe rabe. Em bi hêvî ne nifşên nû dê gelek sûd ji vê komê bigire.”

FIRAT TUNÇ-AW/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.